Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin. 2 sal in tu agahî jî Ocalan û girtiyên din Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin. Hemû serlêdanên malbatan û parêzeran jî an bê bersiv tên hiştin an jî bi hinceta “cezayên disiplînê” tên redkirin. Ev yek bûye cihê nerazîbûn û bertekên mezin. Ji ber vê li çar hawirdorê Kurdistanê û li Ewropa û gelek deverên cîhanê kurd û dostên wan ji bo şikandina tecrîdê têdikoşin û doza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin.
Mehmet Ocalan ku herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi telefonê bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re axiviye, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan da û ji bo rakirina tecrîdê bang kir.
‘ Qanûnên xwe jî dikine bin lingan’
Mehmet Ocalan bi bîr xist ku di dema hevdîtina 25’ê adara 2021’ê de birayê wî Abdullah Ocalan bertek nîşanî tecrîdê daye û wiha got: “Hinek dibêjin hevdîtina dawî ya 2 sal berê di nîvî de hatiye qûtkirin lê ew ne rast e. Piştî ew qas salan 3 an jî 4 deqeyan em axivîn, 3 -4 deqê çawa nîvî dibe ew ne rast e. Dema em li ser telefonê axivîn jî Serok ji min re got, ‘Kê te şand, kî ji te re got?’ Min jî got, midûr li me geriya got, hûn ê bi ser telefonê biaxivin. Li ser vê yekê Serok jî got, ‘Ya ku dewlet dike jî ne rast e, telefonkirina te jî ne rast e. Mafên min ên hiqûqî hene, ji ber wê divê parêzer werin hevdîtinê. Gerek hûn jî li vê bifikirayan û we qebûl nekirana.’ Telefon di nav 3 an jî 4 deqeyan de hat qutkirin. Li gor qanûnên Tirkiyeyê jî mafê malbatê heye ku hevdîtinê bike. Ya ku tê kirin ne bi hiqûqê ne bi demokrasiyê û ne jî bi mirovahiyê nayê pênasekirin. Ev yek li tu cihî tune ye. 2 sal in haya me ji her 4 girtiyên li Îmraliye tune ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Qanûnên xwe jî dikine bin lingan. Ev xetereyeke mezin e.”
‘ Serok ne tenê keseyatek e’
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn xwedî giraniyekê ye û wiha bertek nîşanî tecrîdê da: “Rastiya her tiştî li holê ye. Tiştekî ne rast tê meşandin. 2 sal derbas bûne, haya me ji Îmraliyê tune ye. 24 sal in di bin tecrîdeke giran de girtiye. Dewlet çawa dinêrê bila binêrê, lê divê qanûnên xwe pêk bîne. 2 sal in her tişt hatiye qutkirin. Dewleta tirk dibêje em dewleteke demokratîk û hiqûqê ne, lê ev çi qas rast e. Dewlet qanûnên ku bi xwe derxistine nameşîne, ev tiştekî dûrî qanûnê ye. Serok ne tenê keseyatek e, li Rojhilata Navîn xwedî giraniyeke mezin e.”
‘Hemû kesên divê em demokrat in û mirov in divê xwedî li berpirsartiya xwe derkevin’
Mehmet Ocalan bal kişand ser bêdengbûna CPT’yê û saziyên navneteweyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Haya CPT’yê û hemû saziyên navneteweyî jî ji vê yekê heye. Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ’em demokrat in û mirov in’ divê weke mirovan li dijî vê yekê rabin û divê bertekeke tund nîşan bidin ku rêya Îmraliye vebe. Vekirina rêya Îmrailyê ne tenê ji bo keseyatekî ye. Li Rojhilata Navîn xwîn tê rijandin. Ji bo pêşî li vê xwînê bê girtin, divê deriyên Îmraliyê vebibin. Ez telvîzyonên wan jî guhdar dikim, ev kesên ku dibêjin ’em rewşenbîr in û muxalif in’ rastiyan nabêjin. Ji bilî HDP’ê û saziyên kurdan tu partiyeke wan a muxalîf vê bêhiqûqiya li Îmraliye naynin ziman. Min nedîtiye muxalifên wan gotine li wir 4 kes tên ragirtin û hevdîtina wan a bi malbat û parêzeran qedexe ye. Ev jî rûreşiya wan e û nayê qebûlkirin. Banga me ji demokrat, rewşenbîr û gelê kurd ev e ku berteka xwe ya demokratîk mezin bikin û ji bo ev tecrîd bê rakirin, malbat û parêzer bikaribin hevdîtinan pêk bînin zorê bidin dewletê.”
Mehmet Ocalan bilêv kir ku partiyên muxalif ên Tirkiyeyê jî li dijî tecrîdê bêdeng in û wiha pê de çû: “Baweriya me bi muxalefetê jî tune ye. Daxwaza me ji partiyên muxalîf ev e ku tecrîda li ser her 4 girtiyên li Îmraliyê bînin ziman. Der barê meseleya kurd de ku 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest daye û bi milyonan mirov koçber bûne, bila bi wijdanî bejên ku heke siberojê de em bibin desthilat em ê bi awayekî demokratîk meseleya kurd jî çareser bikin. Em dixwazin van gotinan bikin lê baweriya min bi wan tune ye ku van gotinan bikin. Heta niha jî ne tiştek kirine û ne jî gotine. Xwesteka me ev e ku muxalefet jî weke desthilatê neke. Heke muxalefet bi awayekî demokratîk meseleya kurd çareser neke hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê aborî ve dê pêşiya wan bê girtin. Hilbijartin nêz bûn, divê hemû kes rastiyê bîne ziman û ji bo meseleya kurd û Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk bêjin em ê çareser bikin. Em jî dixwazin baweriya me bi vê yekê hebe, lê zêde baweriya me bi wan tune ye. Heta li Rojhilata Navîn meseleya kurd çareser nebe, tu mesele jî çareser nabin. Bila HDP jî li ber her kesî negere, bila rastiyê bike. Bi tu kesî bawer nebin, kes hûn bi xwe ne yên ku meseleya kurd çareser bike jî HDP ye. Yekitiya xwe çêbikin. Heke meseleya kurd li Rojhilata Navîn çareser bibe hemû meseleyên Tirkiye, Rojhilata Navin wê çareser bibin.”
‘Divê rojek berî rojekê deriyê Îmraliye bê vekirin’
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku heke deriyê Îmraliye bê vekirin dê gelek pirsgirêk çareser bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Meseleya kurd mesela hemû dinyayê ye, meseleya Serok jî meseleya dinyayê ye. Banga me ji bo her kesî ye, herî pir jî ji bo kurdan, pişt re jî ji bo mirovên demokratîk heye. Mirovên me yên ku li Ewropa diplomasiyê dikin bila rasterast bi Ewropayê bidin fêmkirin. Banga me ji bo kesên ku li Ewropa û Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têdikoşin ev e ku bila her kes dest deyne ser wijdana xwe. Ev tişt nayê qebûlkirin. Banga min a ji bo kurdan jî bila têkoşîna xwe li her derê mezin bikin, bilî vê yekê tu çareya me tune ye. Heke em têkoşîna xwe bi zanebûnî bikin û yekîtiya kurdan jî ava bikin dê di siberojê de bandora vê jî mezin bibe. Heke mifteya Girava Îmraliye vebibe gelek pirsgirêk dê çareser bibin. Ji ber vê yekê divê rojek berî rojekê deriyê Îmraliye bê vekirin. Banga ji bo hemû kesan ev e.”