Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Divê kurd bi yekitiya netewî bersiva dagirkeran bidin

Welatiyên herêma Germiyanê têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, rexne li bêhelwestî û xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistan, hikûmeta Iraq û hinek hizbên kurdî kirin û daxwaz kirin ku kurd bi yekîtiya netewî bersiva dagirkeran bidin

Nerazîbûnên gelê başûrê Kurdistanê yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê herku diçe zêdetir dibin. Rojnamevan û aktivîstên navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê bi rêya Rojnewsê nerazîbûn û nêrînên xwe anîn ziman.

Rojnamevan Omer Ebdulkerîm têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê wiha got: “Hikûmeta Tirkiye bi armanca Kurdistanê dagir bike,  ji bo wê ye rojane gund û deverên sinorî bombebaran dike û welatiyên sivîl şehîd û birîndar dike. Bax û rezên welatiyan di şewitîne û xaniyên welatiyan dirûxîne. Lê ev kiryarên dewleta tirk bê bersiv namînin û jêre naçe serî, ji berku kurd xwedî îradeyek bihêzin.”

Di dewama axaftina xwe de Omer Ebdulkerîm balkişand ser bêxemî û bê helwestiya hikûmet û aliyên siyasî yên kurd ên li beramberî êrîşên Tirkiye û wiha domand: “Ev zilm û zordariya ku Tirkiye li ser  gelê kurd dike li tû cihekî cîhanê nine û nayê qebûlkirin. Pêwîste bi yekîtiya netewî û yekdengiyê kurd bibin bersiv ji bo dagirkeran.”

Rojnamevan Dilşad Elî jî wiha got: “Tevî ku dewleta Tirkiye serweriya xaka Iraqê binpêdike, lê hikûmeta Herêm û hikûmeta navendî ya Iraqê bêdengin. Sedemê vê bêdengiyê jî berjewendiyên aliyên siyasî ên Herêma Kurdistan li gel Tirkiye ne.”

Têkildarî rola ku dikeve ser milê medya kurdî li dijî van dagirkeriyan jî Dilşad Elî wiha axivî: “Beşek zêde ya medyayê wek aliyên siyasî bêdengiyê hilbijartine. Sedemê vê yekê jî ewe ku piraniya dezgehên medyayî biser hizb û berpirsan de hatine dabeşkirin.”

Aktivîstê binavê Mihemed Hacî Elî jî da zanîn pêwîste rayedar, rojnamevan û çalakvanên Kurdistanê li dijî dagirkeriyên Tirkiye bêdeng nemînin û got; “Divê em vê mijarê bikin rojeva xwe ya serekî, divê em nerazîbûn û helwest nîşanbidin ji berku ev mijarek giringe û nabe were paşguhxistin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar