Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê kurd bibin şerkerê zimanê xwe’

Hevseroka DÎSA-DER Evîn Adin diyar kir ku divê hemû kes bibin şerkerê zimanê xwe yê zikmakî û destnîşan kir ku divê kurd bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û axaftina kurdî bikin jiyanî

Gelê kurd her sal 15’ê Gulanê ku roja Kovara Hawarê ya di sala 1932’yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hat weşandin, weke roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Li Wanê xebatên zimanê kurdî ji aliyê Komeleya Lêkolînên Huner û Çanda Ziman (DÎSA-Der) bi qûrsan dewam dike. Hevseroka komeleyê Evîn Adîn derbarê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û xwest hemû kes li dijî pişaftinê bi kurdî biaxivîn.

Adîn diyar kir ku tu ziman bi pişaftinan tune nabe û wiha got: “Ev polîtîkayên li dijî kurdî divê ji holê rabin. Zimanê kurdî li Rojhilata Navîn, yek ji 4 zimanên herî dewlemend a tê axaftin e. Rojhilat Navîn dîroka destpêkê ya mirovahiyê ye. Divê kurdî bêparastin û hîn zêdetir bê axaftin. Kurdî zimanek dewlemend e û bersiva jiyanek nû ye. Ji ber vê divê bê parastin û fêrkirin. Ligel ku zimanê kurdî ne fermiye jî li ser vê erdnîgariyê tim hebûye û hebûna xwe dewam kiriye.”

Her wiha Adîn di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Divê dayikên me, zarokên me û ciwanên me hîn zêdetir bi kurdî biaxivin. Divê em li dijî pişaftinê berxwedana ziman bilind bikin. Bi awayekê azad kurdî nayê axaftin. A rastin zimanê kurdî di nava berxwedanekê de ye. Ji bo vê divê hemû kes bibin şerkerê zimanê xwe. Bi kurdî axaftin divê bibe çandek. Divê em pirtûkan bixwînin, helbestan guhdar bikin û stranan bêjin. Ev hemû di warê zimanê kurdî de xwedî girîngiyek mezin in.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar