Artêşa tirk a ku êrîşî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dike, xwezaya Kurdistanê jî wêran dike. Mertalên Zindî bal kişandin ser metirsiya êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û banga yekîtiyê li tevahiya hêzên Kurdistanê kirin
Artêşa tirk ku li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke ji bo dagirkirinê kiriye, ji balafirên şer ên F-16 bombeyên bi tonan li xwezaya Kurdistanê dibarîne. Herî dawî êvara 16’ê hezîranê ji ber bombebarana bi balafirên şer qadeke daristanî ya li Geliyê Şêxzade şewitî. Li gel dar û cûreyên nebatan gelek sewal; pezkovî, berazên kovî bûn hedefa bomberanê.
Ji gundiyên Geliyê Şêxzade Rêbaz Mihemed diyar kir ku hêzên çekdar ên tirk bombebaraneke giran li qadên wan dike. Rêbaz Mihemed bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê her wiha hawirdorparêzan kir ku li dijî vê êrîşkariyê bikevin nava liv û tevgerê.
Divê kurd dagirkerî û birakujiyê qebûl nekin
Li aliyê din ciwanên welatparêz yên mertalên zindî ev 5 roj in ji bo şermezarkirina dagirkerî û zêdegaviyên dewleta tirk yê li ser xaka başûr Kurdistanê çalakiya didomînin. Endamê ciwanên welatparêz ê ku di nava mertalên zindî de cih digrin, helwesta gelê kurd û bêdengiya ku li başurê Kurdistanê heye ji ANF’ê re nirxandin.
Ji Mertalên Zindî Hêdî Sîpan wiha got: “Em dixwazin gelê başûrê Kurdistanê vê zilmê qebûl neke. Dewleta tirk dixwaze her tiştê li ser gelê kurd rewa bike. Dagirkeriya li Bradost li Xakurkê nayê qebûlkirin.”
Botan Germiyan jî bal kişand ser hewldanên dewleta tirk ên ji bo derxistina şerê birakujiyê û ev tişt anî ziman: “Divê kurd her tim di nav hevgirtinekê de bin û neteweya xwe esas bigire. Bi vê hevgirtinê re ciwanên Kurdistanê divê metirsiya dagirkeriyê û êrîşên dewleta tirk ên li dijî xaka başûrê Kurdistanê bibînin. Di vê demê de bila bibin xwedî rol û mîsyoneke bi bandor. Ev yek erka demê ji bo me kurd û Kurdistanê ye.” XAKÛRKÊ/BEHDÎNAN