Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin’

Navenda Nûçeyan |

Endamanê Destya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di hevpeyvîna xwe ya da Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê de, rojevên weke yekitiya neteweya kurd, hevdîtinên di navbera Rêvebera Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de dewam dikin, êrîş û dijminantiyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên parçekirina herêmê nirxandin.

Xelîl diyar kir ku di vê dema ku dan û standinên navbera aliyên kurd de didomin, li tevahiya cîhanê geşedanên bilez rû didin û wiha got: “Yekitiya kurd mijarek girêdayî tevahiya beşên Kurdistanê û tevahî kurdên li cîhanê ye. Weke sed sal berê, îro jî li herêmê gelek pêşketinên nû rû didin. Bêguman, ne tenê li herêmê li ser rûyê cîhanê ev pêşketin çêdibin. Divê em weke gel ji bo vê pêvajoyê û ji bo azadiya xwe amade bin. Li ser vê bingehê, di vê pêvajoyê de lidarxistina kongreyek neteweyî ya giştî li Kurdistanê pêwîstiyek mezin.”

Nêzî qonaxa duyemîn bûne

Xelîl bal kişand ser nîqaş û hevdîtinên berê yên têkildarî yekitiya neteweyî û ev tişt anî ziman: “Di sala 2013’yan de, kareke wiha hebû lê mixabin rawestiya. Hêviyên me hene ku amadekariyên lidarxistina vê kongreyê bidomin. Em dikarin bêjin ku hewl tê dayîn ku li Rojava lihevkirinek di navbera aliyên kurdan de li pêş bikeve. Di vî warî civîn hatin lidarxistin, heta niha 24 partiyan hevalbendiyek ava kirine û bi hev re em vê hevalbendiyê pêş dixin. Li beramberî wê jî, gelek alî ji derveyî vê hevalbendiyê man. Niha bi nîqaşan bi Encumena Niştîmanî ya Kurd a li Sûriyeyê re, em hewl didin wan jî tev li Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd bikin. Piştî qonaxa yekemîn a dan û standinan, niha behsa qonaxa duyemîn a ku ji gelek mijaran pêk tê, tê kirin. Ruxmî gelek nêrîn û nuqteyên cuda di navbera her du aliyan de hene jî lê dan û standin berdewam in. Em hewl didin di henek nuqteyan de lihev bikin û mijarên nakok ji demek din re bihêlin da ku piştre nîqaş bikin.”

Di axaftina xwe de Xelîl behsa zehmetî û astengiyê li pêş hevdîtin û nîqaşên yekitiya neteweyî kir û wiha pêde çû: “Niha mijarên ku em herî zêde tê de zehmetiyê dikişînin mijarên girêdayî rêveberiyê, perwerde û parastinê ne. Aliyên din bi rêbazekî cuda difikire. Lê em hewl didin tevahiya nêrînan kom bikin. Em naxwazin bi tu alî re lihevkirinek ku zirarê bide destkeftiyên gelê me bikin. Ji ber ku ev deskeftî di saya xwîna hezaran şehîdan hatin bi destxistin û divê bê zanîn em ê lê xwedî derbikevin. Mijara yekitiya kurd ne girêdayî Rojava bi tenê ye, girêdayî tevahiya parçeyên Kurdistanê ye. Niha li herêmê gavên ber bi lidarxistina kongreya neteweyî ve tên avêtin.”

Pergala neteweya demokratîk

Xelîl têkilkdarî pergala Rêvebera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, ev tişt anî ziman: “Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha fikrê Neteweya Demokratîk ava bûye. Ev proje mîna ku herkes dizane kurd jî di nav de li ser dabînkirina mafên hemû gelan û parastina jiyana hevpar a di navbera tevahiya pêkhateyan de ava dibe. Ev projeya bi salane hatiye damezrandin karên xwe dimeşîne. Lê di van demên dawiyê de hinek aliyan êrîşî vê projeyê kir û naxwazin ev pergal bi vî şeklî bi pêşbikevin. Heta xwestin bandorê li aliyên ereb û suryan yên ku bi wan re ev enî avakirin jî bikin. Bi şeklekî xwestin bibêjin, temam va gelê ereb û suryan li kêleka we hene lê wa li kêleka me jî hene. Di van hevdîtinan de eniyek me jî heye. Esas bi vê eniyê dixwazin bandoreke neyînî li pêkhateyên ku hatine gel hev bikin. Di rastiyê de ev eniyeke ku hûndirê wê vala ye. Tu wateya vê eniyê di dan û standinên ku niha di navbera aliyên kurd de çêdibin tuneye. Nexasim ku herkes dizane ku ev bû rastiya vê eniya ku ji valahiya hundirîn ava bûye û ji çend kesên ku mirov dikare li ser tiliyên xwe bijmêre pêk tê dizanin. Armanc ji avakirina mîna vê eniyê ew e ku bibe bedîlê rêveberiya herî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hinek alî dibe ku vê eniyê di dezgehên çapemenî de bi kar bînin, lê wê piştre bê bandor bimîne. Ji ber ku di rastiyê de tu tiştekî wan li ser erdê tune ye. Me tu daxuyanî girêdayî vê eniyê neda, ruxmî ku ev enî wek hewldanên zextê ye li ser dan û standinên ku niha çêdibin.”

‘Divê gele me hemû rastiyan bizani be’

Xelîl bi bîr xist ku hevdîtinên girîng di navbea aliyên kurd tên kirin û wiha domand: “Lê hinek rastî hene ku divê em ji gelê xwe re ragihînin. Em dikarin behsa van rastiya nekin, nebijin ji bo ku herkes kêfxweş be. Lê wisa nabe. Yek ji erka kesê ku vî karî dide meşandin ew e ku rastiya ji gel re bibêje. Lê dema ez bibêjim rastî wisa ye, ne ku ji ber dilê min dixwaze ez wisa dibêjim. Ez neçar im dema te pirs ji min kir ez rastiyê bibêjim. Ez nikarim tiştek ne rast ji gel re bibêjim. Ev emanete ke û divê ev emanet rast bê gotin. Carna zehmetî û kelem hene û aliyek hinek şertan qebûl nake yan jî pirsgirêk hene. Ma dikarin gel bixapînin. Em neçar in rastiyê bêjin. Dema ku rastî jî tê gotin hindek alî, bi taybet ê ku şerê taybet li herêmê dimeşînin û dijminên me yên ku dixwazin yekitî pêk neyê, dema em behsa rastiyê û derbaskirina astengiyan dikin aciz dibin. Di esas de ew ne ku pir alîgirê yekitiyê ne yan jî dilşewatin ji bo yekitiyê ku aciz dibin. Lê dema ku te rastî got tê wê wateyê ku ew rastî wê pêk bê. Mînak ez niha bibêjim ji ber vî vî sedemê heya niha lihevkirin çênebûye wê xebatek bê kirin ku ev xitimandin derbas bibe û yekitî çêbibe. Lê em nebêjin wê herkes bê xapandin, wê derbas be û yekitî jî çênabe. Ya herî baş rastî gotin e. Lê navendên şerê taybet tifaqê naxwazin. Tu çi bike wê tiştek ji te re derbixe êrîşî te bike. Ew ê her tim bixwaze rastiyan berovajî bike.”

‘Kes nikare destkeftiyên Rojava paşguh bke’

Her wiha Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger tiqafa me pêk were, wê hemû êrîş bê encam bimînin. Helbet tu aliyên dan û standinan nikarin destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salane hatine bidestxistin, paşguh bikin. Divê em hemû ji bo pêkanîna vê yekitiyê bixebitin. Weke tu zanîn li tevahiya cîhanê geşedanên bilez rû didin. Divê kurd jî xwe ji geşedanên kûrewî re amade bikin û yekitiya xwe pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar