Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî geşedan û mijarên di rojevê de li Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê civîna çapemeniyê lidar xist.
Gunay di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di ser Darbeya 12’yê Îlonê re 40 sal derbas bûne û wiha got: “Pêkanîna tarîtiya 12’yê Îlonê hemû ji bo AKP û Erdogan bû mîrateyek. AKP xwe dispêre sazî û destûra bingehîn a darbeyê, bi vî rengî desthilatdariya xwe didomîne. AKP bi tifaqa xwe ya bi hêzên tarî yên li nava dewletê re vî mejiyê darbekar kûrtir dike. Desthilatdarî xwe ji vî zîhniyetê darbekar xwedî dike. Em jî li dijî vî zîhniyetê li ber xwe didin. Zîhniyetê darbekar sedema bingehîn a neçareserkirina pirsgirêka kurd e.”
Lihevkirina Îran û Tirkiyeyê
Gunay anî ziman ku di tifaqên herêmî yên navbera dewletan de li dijî kurdan tên kirin, ew vê nêzîkatiyê bi rengekî aşkera dibînin û ev tişt anî ziman: “Di civîna 6’emîn a Konseya Hevkariyê ya bi Asta Bilind a navbera Îran û Tirkiyeyê de ku çend roj berê hate lidarxistin, biryara şer hate girtin. Biryarên ku di vê civînê de hatin ragihandin, belgeyeke nû ya polîtîkayên neçareseriyê yên herêmî ne ku navbera dewletan hatiye amadekirin. Iraq, Îran û Tirkiye ji bo mafên bingehîn ên Kurdistanê desteser bikin, ji bo pêşî li rêvebirina xwe bi xwe ya kurdan bigirin, ne tenê îro, duh jî heman hevkarî dikirin. Hêzên li nava van dewletan biguherin jî tifaqa wan û mejiyê wan ê li dijî kurdan qet naguherin.”
‘Divê hêzên kurd bi hesas tevbigerin’
Di axaftina xwe de Gunay diyar kir ku ev dewletên navborî dema ku tifaqa li dijî kurdan kûr dikin heta ji wan tê hewl didin ku kurdan li hemberî hev bidin şerkirin û beşek ji kurdan jî tev li vê tifaqa dij kurdan bikin û wiha domand: “Lewma bi navê HDP’ê em bang li hêzên kurdan hemûyan dikin ên ku derdê wan azadî û mafên kurdan e, di vê mijarê de bi hesasiyet tevbigerin. Dîrok yekitiya neteweyî li kurdan ferz dike. Yên ku bibin amûrek ji vê polîtîka navbera dewletan re wê ji aliyê dîrokê ve neyên efûkirin.
Me serdana Nêçirvan Barzanî ya hefteya derbasbûyî ya li Enqereyê ji nêz ve şopand. Bêguman em heta dawiyê piştgiriyê didin wê yekê ku Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê rêyên dîplomatîk hemûyan bi kar bîne û bi her derdorê re têkiliyê deyne. Lê belê wezîfeya me ye ku em hem hişyariyê bidin hem jî jê bixwazin ku nebe amûrê polîtîkayên ku têkiliyên navbera kurdên li Rojava û Başûrê xera dikin. Bendewariya me ew e ku rêveberiya kurd a herêmî têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji bo çareseriyê bi rolekê rabe û li dijî nêzîkatiyên ku yekitiya kurdan xera bikin helwestê nîşan bide. Me berê jî gelek caran anîn ziman ku rêveberiya kurd a herêmî di çareseriya pirsgirêka kurd de dikare bi roleke dîrokî rabe û yekitiya navbera kurdan pêk bîne.”
‘Tecrîd şer girantir dike’
Gunay bal kişand ser rêyên çareseriyê û wiha pêde çû: “Heta ku pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê, bi rêbazên demokratîk, wekhev û adîl neyê çareserkirin, li vî welatî hêza darbeyê û tifaqên qirêj her kûr dibin, civak dîl tê girtin. Neçareserkirina pirsgirêka kurd dibe sedem ku bingeh ji sazîbûna faşîzmê re amade bibe, dibe sedem ku çavkaniyên aborî li şer bên xerckirin û aborî têk biçe.”
Gunay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Di bingeha biryarên şer û operasyonan de polîtîkaya tecrîdê heye. Her ku tecrîd tê şidandin şer jî giran dibe. Tifaqa qirêj mezin dibe.”
Her wiha Gunay destnîşan kir ku her kesên çareseriyê dixwazin divê bala xwe bidin ser deklarasyona wan a aştiyê. AMED