Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Divê kurdên misilman neçin mizgefên dewletê’

Serokê CÎK’ê Ahmet Hafiz Tûrhalli anî ziman ku dewleta tirk bi rêya Diyanetê olperestiyeke li ser esasê nijadperestiya tirk ferz dike û got, "Kurdên misilman, êdî dev ji çûna mizgeftên vê dewleta Turanî berdin.Li heq û heqîqetê vegerin. Ji fetwayên wan bawer nekin.”


Dewleta tirk a dagirker ji bo qirkirina kurdan hemû derfetên xwe seferber kiriye. Bi taybetî jî bi destê Diyanetê hewl dide gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bixapîne. Serokê Giştî ya Civaka Îslamî ya Kursitanê (CÎK) Ahmet Hafiz Tûrhalli, diyar kir ku Serokatiya Karên Diyanetê ya tirk ji bo ku dewlet, turanîzmê û tirkbûnê zindî bihêle di hilberîneke domdar de ye û weazên wê ne rewa ne. Tûrhalli diyar kir ku tiştên hatine serê îmamê mizgefta Pasûrê nîşan dide ku Diyanet ne xwedî fonksiyoneke îslamî ye.
Tûrhalli anî ziman ku lêxistina îmamekî mizgeftê ji aliyê Qeymeqamê Pasûrê û parêzvanên wî ve di warê aşkerakirina rewşa ku dewleta tirk ol çawa dinirxîne de girîng e. Tûrhalli ev tişt anî ziman: “Dewletê ji bo ku olê, bi nîjatperestiya tirk û Kemalîzma Kesk re entegre bike, bixe xizmeta wê û fikrê tûranîtî li Anatolya û Kurdistanê bi cih bike, bikar tîne. Ji bo vê jî Diyanet li tu derê mizgeftan vala nahêle û wan dixe bin kontrola xwe. Li Pasûrê tevî ku gelek mizgeft hene jî qeymeqamê navçeyê tenê diçe wê mizgeftê. Ji wî îmamî tam ne bawer in. Ew bi niyeta ku çavdêriya wî bikin, diçin wir. Piştî weazê bi destikê mîkrofonê li îmam dixe. Ev nîşana wê yekê ye ku çawa li Kurdistanê ol tê kontrolkirin û ji bilî axaftina fermî rê nadin ti axaftineke olî. Ji vê hêlê ve ev rewşeke mînakdar e.”
Diyanet saziyeke fermî ya dewletê ye
Tûrhalli da zanîn ku Diyanet ne saziyeke Îslamî ye û wiha dewam kir, “Diyanet ji bo dewletê, Tûranîzm û Tirkbûnê zindî bihêle, di hilberîneke domdar de ye. Bûyera ku îmamê li Pasûrê jiya, careke din ev tişt nîşanî me da; Tevî ku got bavê min cerdevan e û birayê min jî wezîfedarê ewlehiyê ye jî nekarî ji xezeba dewletê rizgar bibe. Ji bo kesên ku ji xwe re dibêjin ‘em Mislimanin’ re gotinek me heye. Weke pîvan, ji ber hûn li şûna Quranê bi ola dewletê bawer dikin, hûn rastî bûyerên wiha tên. Divê em bi bîr bixin ku Diyanet saziyeke ku bi îdeolojiya fermî ya vê dewletê ve girêdayî ye. Diyanet bi hatineyeke rewa ya hatiye bidestxistin, mûçeyên îmaman nade. Ev ne îslamiyet e. Ez bang li misilmanên durist û misilmanên kurd dikim. Dema ku hûn biçin wir û li pey wan rawestin û nimêj bikin, hûnê bikevin wî halî. Mîmberê pêxember, ji bo gotina rastiyan ava bûye. Mîhrabê Pêxember ji bo damezirandina edaletê hate avakirin. Li Tirkiyeyê mîmber û mîhrab, ji bo zilma dewletê û guneh û heramê rewa bike, hatiye afirandin.”
Vegerin çanda xwe ya medreseyan
Tûrhalli wiha dewam kir, “Em li pey wan neçin. Em neçin mizgeftên wan. Wan mizgeftan, veguherandin perestgehan. Perestgeh dibin aîdê dewletê. Mizgeft cihê civak û neteweyan e. Ez bang li Kurdan dikim; Hûn neviyên Selahaddîn Eyyûbî, Şêx Seîd û Mele Seîdê Kurdî ne. Hûn çawa dikarin di bin kontrola zarokên Turanîzm û Kemalîzmê de weazên xwe bidin? Kurdên misilman, êdî dev ji çûna mizgeftên vê dewleta Turanî berdin. Hûn nikarin tiştek li ser navê olê bidest bixin. Berovajî, hûn dibin dijminê Îslamê û mirovahiyê. Vegerin çanda xwe ya medreseyan, seydayên xwe û çanda xwe ya Îslamî. Li heq û heqîqetê vegerin. Ji fetwayên wan bawer nekin. Ew li ser esasê desthilatdariyê û ji bo tinekirina Îslamiyetê û mirovahiyê fetwayan amade dikin. Ev îmamê mizgeftê, ji ber ku beşa fetwaya li ser hêzên dewleta tirk ên mirî nexwendiye, hatiye derbkirin. Rayedarên dewleta tirk û Wezareta Karên Hundir vê yekê rewa dikin.”
Tûrhalli, bibîr xist ku têgîna şehadetê ya di Îslamê de bi ayet û hedîsan tê vegotin û ev nirxandin kir: “Kî ji bo parastina mal, ol, destavêtin û namûsa xwe şer dike û dimire, şehîd e. Kengî dagirkirina welatê kesekî, qetilkirina kesekî, dest danîna ser mal û milkê kesekî bûye şehadet? kurd ji bo parastina jiyan, namûs, ax û ola xwe têdikoşin. Li gorî Quran û hedîsan şehîd kurd e. Dagirker ne şehîd e. Kesekî ku mal û milkên kesekî din didize yan talan dike, ne şehîd e. Ev yek li dijî Îslamê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar