PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Divê li dijî dagirkeriyê gel mil bide milê gerîla’

Welatiyên herêma Germiyanê diyarkirin ku armanca dewleta tirk dagirkirina Başûr e û wiha gotin: “Li holê tenê berxwedana gerîla heye, divê hemû kes dijî dagirkeriyê mil bide milê gerîla.”

Êrîşên dewleta tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî başûrê Kurdistanê bênavber dewam dike. Dewleta tirk li cihên dagir dike, dest bi talankirina xwezaya Kurdistanê jî kiriye. Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê ya li hemberî dagirkeriyê jî bi biryardarî dewam dike.

Nerazîbûna li hemberî dagirkeriya tirk di nava xelkê Başûr de roj bi roj zêde dibe. Welatiyên Herêma Germiyanê li ser dagirkeriya tirk ji ajansa Rojnews re axivîn û diyar kirin ku divê her kes li dijî dagirkeriyê mil bide mile gerîla.

Bibin yek

Suham Mehmud diyar kir ku dewleta tirk dixwaze serdema osmaniyan zindî bike û bang li hemû gelê kurd kir ku bi erka xwe rabin û li dijî dagirkeriya tirk bibin yek.

Welatiyê bi navê Osman Qadir da zanîn ku dagirkeriya dewleta tirk sûcek mezin e û bêdengiya hikûmetê herêmê jî cihê şermezariyê ye û wiha got: “Ez ji PDK’ê dipirsim, madem tu helwestek we nînin, ji bo çi hûn hêzê dixin nava liv û tevgerê û piştgiriya Tirkiyeyê dikin? Em weke gel bang li hikûmetê dikin, bi gerîla re dijî dagirkeriyê rawestin. Çawa gerîla di şerê dijî DAIŞ’ê parastina Herêma Kurdistanê kir, hûn jî dijî dagirkeriyê bi gerîla re bibin yek.”

Divê helwest û çalakî bidomin

Di heman mijarê de Niyan Goran destnîşan kir ku divê helwest û çalakiyên dijî dagirkeriyê bidomin bi taybetî jin û ciwan dakevin qadan û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku armanca dewleta tirk ne PKK’ye, armanc dagirkirina Başûr e. Ji bo vê nîşandana helwestê, erkek mirovî û neteweyî ye. Divê parlamento û rêxistinên civaka sivîl jî xwedî helwest bin.”

PDK dixwaze careke din şerekî din av kurdan de derxe

Her wiha Yusif Mehmud jî ev nirxandin kir: “Tirkiye PKK’ê ji bo dewamkirina siyaseta xwe kiriye hincet. Pêwîst e desthilatdariya başûrê Kurdistanê bi erkê xwe rabe û hemû partiyên siyasî jî dijî dagirkeriyê xwedî rol bin. Tirkiyeyê îradeya desthilatdarên vê herêmê şikandiye, ya ku li holê tenê berxwedana gerîlayan heye. Gerîlayên PKK’e mil nadin siyaseta Tirkiyeyê. Mixabin îro dîrok xwe dûbare dike, PDK li herêmên gerîla hêzê xistiya nava liv û tevgerê. Dixwaze carek din şerekî di nava kurdan de çêbike. Ev jî cihê şermê ye.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar