Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin’

Dayikên Aştiyê diyar kirin ku dayikên ku li dijî polîtîkayên şer têkoşîna aştiyê didin hedef tên girtin û gotin: “Divê li dijî şer tevna têkoşînek topyekûn bê avakirin.”

Dayikên Aştiyê ku ji sala 1996’an û vir ve bi laçikên xwe yên spî ji bo aştiyê têdikoşin, li dijî konsepta şer a li dijî kurdan a ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê meşandin, daxwazên xwe yên aştiyê tînin ziman. Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza “Em dayik in, em ji bo aştiyê ne” têdikoşin her tim ji aliyê dewletê ve hedef hatin girtin. Dayikên Aştiyê yên Geverê di 15’ê Tebaxê de li Colemêrgê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Êlihê ku li dijî şer têdikoşin bertek nîşanî zextên li ser dayikan dan û diyar kirin ku ew ê ji bo daxwazên xwe yên aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Dayika Aştiyê Şukran Akkurt bertek nîşanî binçavkirina dayikan da û got: “Dayikên ku şer naxwazin û dibêjin bila xwîn neyê rijandin di hedefa dewletê de ne. Êrîşî xwezaya me, girtiyên me, zarokên me dikin. Daristanên me dişewitînin, poşmanî li kesên 30 sal in di girtîgehê de ne ferz dikin, wan bernadin.”

 ‘Ji tirsa xwe êrîş dikin’

Akkurt anî ziman ku êrişên dewletê yên zêde dibin encama tirsê ne û wiha got: “Heke netirsin, dê kal û pîrên ku nikarin bimeşin negirin. Ev bêrûmetî û tirsonekî ye. Ji darên me, ji kal û pîrên me jî ditirsin. Ji ber ku dawiya wan hat. Niha ne ji aliyê aborî û ne jî ji aliyê din ve hêza wan nemaye. Ji ber vê yekê ewqas bêhiş êriş dikin. Her hefte bi awayekî ku wijdanê mirovan diêşîne êrişî Dayikên Şemiyê dikin. Dayik dixwazin li wir daxwazên xwe bînin ziman, lê bi hezaran polîsan kom dikin.”

 ‘Divê her kes li ber şer rabe’

Dayika Aştiyê Sultan Azboy jî diyar kir ku dayik li dijî şer bûne hedef û got: “Dayik dibêjin ‘aştî’ û ‘operasyonan rawestînin’. Li qadan ji bo aştiyê têdikoşin. Ez bang li dayikan dikim; Her kesê ku dibêje ‘Ez dayik im’ û dilê wan diêşe divê li qadan li ber xwe bide. Êdî bes e, dawî li vê bêwijdaniyê bînin. Divê her kes li ber polîtîkayên şer ên hikûmetê rabe.”

 ‘Axa me tê bombebarankirin’

Azboy bêdengiya li dijî êrişan her hefte ya li ser Dayikên Şemiyê rexne kir û got: “Êrişî zarok, dayik, xweza, heywanên me ango her zindiyên gelê kurd dikin. Her roj bi balafiran erdên me bombebaran dikin. Şer bi rûniştina li malê û girî têkoşîn bi ser nakeve. Têkoşîn berpirsiyariya her kesî ye. Divê tevneke têkoşînê ya topyekûn bê avakirin. Ku nebe ev çewisandin wê bi dawî nebe, wê qat bi qat bidome.”

 ‘Yên ku aştiyê dixwazin di hedefê de ne’

Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek jî anî ziman ku bêdengiya li ber zext û zilma wêrekiyê dide desthilatdariyê û wiha axivî: “Em dibêjin aştî, aştî û aştî. Lê kes guh nade me. Her roj gelek kes tên binçavkirin û girtin. Çiyayên me bombebaran dikin. Li girtîgehan îşkencekirina girtiyan didome. Demek dirêj e xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Ev nîşaneyên berxwedanê ne. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî aştiyê diyar e. Aştiyek bi rûmet qebûl nakin. Yên ku aştiyek bi rûmet dixwazin her tim di hedefê de ne. Divê em li dijî vê rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar