Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn’

Platforma Jinan a Rihayê diyar kir ku divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn û wiha got: "Heya ku edalet pêk bê, em ê şopdarê dozê bin.” 

Li gundek navçeya Kercewsa Êlihê leşker, polîs û cerdevan jî di nav de 27 zilaman tecawizê zaroka 15 salî kiribûn. Bertekên li dijî tecawîza zaroka 15 salî dewam dikin. Platforma Jinan a Rihayê, li Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê civîna çapemeniyê li dar xist û xwest bersûcên tacîz û tecawîzan bên cezakirin.

Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê Zeynep Dîlek Polat di civînê de axivî û diyar kir ku divê dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne.

Polat bal kişand ser tecawîza li Kercewsê û wiha bertek nîşan da: “Dewlet xwedî wê peywirê ye ku pêşiya bûyerên îstîsmarê bigire, bersûcan tespît bike, mudaxile bike û faîlan ceza bike. Ji bo lêpirsîna tecawîza li Kercewsê biryara nepeniyê hat dayîn. Derbarê vê biryarê de fikarên me hene.”

 Fikarên girtina ser bûyerê

Polat da zanîn ku ew bi fikar in ku ser bûyerê bêgirtin û ev tişt anî ziman: “Em bi fikar in ku ser sûc bigirin û sûcdaran jî biparêzin. Di rojên derbasbûyî de jî, çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawîzî Îpek Er a 18 salî kiribû û bibû sedem ku întîhar bike. Lê Orhan ne girtî tê darizandin û gelek sûcên mîna bûyerên wiha bêceza hatin hiştin. Heya ku sûcdar neyên cezakirin û bûyerên wiha neyên ronîkirin, wê sûcdar bi cesaretir bibin.”

Dê şopdarên dozê bin

Her wiha Polat xwest bûyera tecawizê ya li Kercewsê hatiye jiyîn bê ronîkirin û hemû bersûcên bûyerên êrîşên zayendî bên girtin û da zanîn ku heya edalet pêk were, dê şopdarê dozê bin û wiha bi dawî kir: “Heya ku edalet bê bicihanîn û bersûc bên cezakirin, em ê li du daraza zilam û pergala serdest a zilam bin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar