Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê li qada navneteweyî giliyê Tirkiye û Îranê were kirin’

Dadwer û rojnamegerên Herêma Kurdistanê diyar kirin ku divê kurd li navendên navneteweyî, Konseya Ewlehî û Neteweyên Yekbûyî (NY) giliyê  Tirkiye û Iraqê bikin û wiha gotin: “Ji bo ku bikarin biryare wiha bidin ku êdî dewleta tirk û Îranê nekarin serweriya xaka Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê binpê bike.”

Dadwer û rojnamegerên bajaroka Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê têkildarî bombebaran û topbarên li ser xaka başûrê Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivîn.

Rojnameger Îbrahîm Heme Salih ev tişt anî ziman: “Ev sînorên hatine çêkirin dijmin çêkirine. Êrîşên dewletên tirk û Îranê jî dijminiya rasteqîn a li  hemberî gelê kurd e. Bila êrîşên Tirkiye û Îranê rawestînin. Ji bo ku êdî welatî nebin qurbanî. Her çiqas Tirkiye bi hincetan PKK’ê dike hedef lê welatiyan şehîd dikin û xwîna wan dirêjîne. Nabe êdî hizban dostaniya dagirkeran bikin. Li hemberî rewşa niha heye bi helwest bin.”

Dadwer Behadîn Hesen jî diyar kir ku pêwîste hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo rawestandina topbaran û bombebaranên Tirkiye û Îranê yên li ser sînorên başûrê Kurdistanê kar bike û wiha got: “Divê şandeyên taybet bişîne Tirkye û Îranê. Ji binpêkirina serweriya xaka Iraqê agadar bikin.”

Behadîn Hesen da zanin ku Tirkiye û Îran bi êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê aloziyên xwe veşêre û ev tişt got: “Em daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê bi riya Konseya Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî gilî tomar bike. Ji bo ku van herdu welatan ji xaka Iraqê derbixin. Ji ber ku hatina wan dagirkeriye. Divê ji xaka Kurdistana Iraqê derkevin.”

Dadwer Behadîn Hesen daxwaz kir ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi riya navendên navneteweyî re kar ji bo rawestandina êrîşan kar bike wiha domand: “Ji ber ku ger dixwaze yekcarî li hemberî binpêkirin û dagirkeriyê rawestîn, pêwîste em serî li navendên navneteweyî, konseya ewlehî û Neteweyên Yekbûyî bidin. Ji bo ku bikarin biryarek wiha bidin ku êdî ew herdu welatane serweriya xaka Iraqê binpê nekin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar