Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Divê li Serhedê bayê 7’ê Hezîranê jî bê derbaskirin

Herêma Serhedê di hilbijartinan de xwedî rolek gelek girînge lew ra divê Partiya Çep a Kesk xebatek ciddî bide meşandin ku rêjeya 7’ê Hezîranê li dû xwe bihêle. 

Ji bo Hilbijartinên 14 Gulan a 2023’an hindik ma. Di hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin de 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dê dikaribin dengê xwe bidin. Dê 9’ê nîsanê saet 17.00’an de ji aliyê navendên partiyên siyasî ve wê lîsteyên namzetan pêşkeşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK)bikin. Di heman demê de serlêdana parlamenterên serbixwe jî bi dawî dibe. Di hilbijartinên berê de, rewşa dengdêrên bêbiryar û rêjeya beşdariya di hilbijartinan de, di diyarkirina rêveberiya nû de xaleke girîng e. Hîn jî ne diyar e ku aliyên muxalefetê dê çawa dengdêran ango hilbijêran veguhêzînin ser sindoqan, lê heke rêjeya beşdarbûnê zêde be, dibe ku li hin bajaran hejmara parlamenterên hin partiyên muxalefetê biguhere.

Bi sed hezaran kes neçûne ser sindoqan 

Herêma Serhedê yek ji wan herêman e ku heke rêjeya dengdanê zêde bibe dibe ku dabeşkirina parlamenteran di navbera partiyan de biguhere. Li bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Agirî, Îdir, Erdexan, Qers, Erzirom û Mûşê yên herêma Serhedê bi her hilbijartinê re hejmara hilbijêrên ku naçin ser sindoqan zêde dibe. Di hilbijartina parlamenteriyê ya serdema 27’emîn a di 24’ê hezîrana 2018’an de hat kirin de li 9 bajarên navborî ji 2 milyon û 398 hezar û 125 hilbijêran 410 hezar û 131 hilbijêr neçûn ser sindoqan. Li bajarên Serhedê di heman hilbijartinê de 60 hezar û 12 dengên ku hatine dayîn jî betal hatin dîtin.

Tê texmînkirin ku piraniya hilbijêrên navborî ji ber ku di serdema hilbijartinê de li bajarên metropolan di înşaet û karên cuda de dixebitin neyên û naçin ser sindoqan. Her wiha dîsa baweriya bi siyasetê û profîlên namzetan jî faktorên girîng ên kêmbûna rêjeya dengdanê ne.

Li Wanê 109 hezar û 941 hilbijêran deng bi kar neanîne 

Li Wanê di her hilbijartinê de bi deh hezaran hilbijêr naçin ser sindoqan. Li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind; Li Wanê di hilbijartinên 2015’an de 114 hezar hilbijêr neçûn ser sindoqan. Di hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an de ji 639 hezar û 730 hilbijêran 109 hezar û 941 hilbijêr deng nedan. Di van hilbijartinan de 17 hezar û 930 deng nederbasdar hatin dîtin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê di sala 2018’an de bi rêjeya ji sedî 60,77’an 5 parlementer bi dest xistibû. Li aliyê din AKP’ê ji sedî 31,6 dengan 3 wekîl bi dest xist. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de wê zêdetirî 700 hezar hilbijêr li bajêr dengê xwe bidin. Tê payîn ku ev tablo di hilbijartinên pêşiya me de biguhere. Tê texmînkirin ku Partiya Çep a Kesk a heke rêjeya çûyîna ser sindoqan zêde bibe dê 7 wekîlan bigire.

Li Colemêrgê 140 hezar û 276 hilbijêr neçûne ser sindoqan

Li Colemêrgê di hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de ji 168 hezar û 438 hilbijêrên qeydkirî 140 hezar û 276 hilbijêran dengê xwe dan. Bi vî awayî hejmara hilbijêrên ku deng nedane bû 28 hezar û 162. Herwiha 4 hezar û 710 deng jî betal hatin ragihandin. HDP’ê 2 mebûs û AKP’ê jî mebûsek hilbijartin. Bi jimartina dengên derveyî welat re HDP’ê bi ferqeke pir kêm mebûsê sêyemîn winda kir. Rayedarên HDP’ê piştî hilbijartinê li dijî sextekariya li hin sindoqan nerazîbûn nîşan dan. Lê belê îtîraz hatin redkirin.

Tê texmînkirin ku piraniya hilbijêrên ku li Colemêrgê neçûne ser sindoqan hilbijêrên Partiya Çep a Kesk in. Tê payîn ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Partiya Çep a Kesk li bajêr pêşengiyê bike û her sê mebûsên bajêr jî bi dest bixe.

Gelê Agirî bi polîtîkayek rast dikare bên qanihkirin 

Yek ji navendên herî krîtîk ên hilbijartinan Agirî ye. Di sala 2018’an de ji 296 hezar û 375 hilbijêrên qeydkirî 232 hezar û 345 kes çûne ser sindoqan. 64 hezar û 30 hilbijêr neçûn ser sindoqan û 8 hezar deng jî betal hatin dîtin. Bi zêdebûna dengên ji derve re HDP’ê 143 hezar û 885 deng stand û 3 mebûs hatin hilbijartin. Li aliyê din AKP bi 66 hezar û 624 dengan mebûsek hilbijart.

Zêdeyî 300 hezar hilbijêr dê di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Ji ber qutbûnên bi AKP’ê re û pêkanînên paşverû yên Şaredar AKP’yî Savci Sayan, tê payîn ku rêjeya dengên AKP’ê kêm bibe. Heke Partiya Çep a Kesk hilbijêrên ku ji bo dengdanê neçin ser sindoqan qanih bike, teqez tê dîtin ku Partiya Çep a Kesk hemû mebûsan bi dest bixe.

Mûş navendek girîng e divê xebatek baş bê kirin 

Li Mûşê jî di heman hilbijartinê de ji 228 hezar û 826 hilbijêran 189 hezar û 275 hilbijêr çûn ser sindoqan. 39 hezar û 551 hilbijêr neçûn ser sindoqan. 6 hezar û 238 deng betal hatin ragihandin.

HDP’ê 102 hezar û 725 deng girt û 3 mebûs bi dest xist. Li aliyê din AKP’ê jî mebûsek derxist. Li navçeyên wekî Kop, Gimbim û Milazgirê ku HDP bi ferqeke mezin bi ser ket, rêjeya beşdariya hilbijêran ji sedî 75 ma.

Heke Partiya Çep a Kesk giraniyê bide navçeyên navborî, tê payîn ku encam 4-0 be. Dîsa meyla ciwanên ku cara ewil dengê xwe bikar bînin li ser Partiya Çep a Kesk be vê îhtîmalê xurtir dike.

Bedlîs bi biryar e ku 2 mebûsan bişîne meclîsê

Li Bedlîsê ji 198 hezar û 961 hilbijêran 33 hezar û 393 hilbijêr neçûn ser sindoqan. 6 hezar û 50 jî betal hat dîtin. Piraniya dengên nederbasdar di sindoqên ku li gundan hatin danîn de derketin. AKP’ê 71 hezar û 151 deng girt. Bi 2 hezar û 555 dengên derve re ev hejmar derket 73 hezar û 706’an.

Li aliyê din dengên HDP’ê bi zêdekirina dengên derve re di 69 hezar û 965’an de ma. Li gundên Tetwan û Bedlîsê ku wek embara dengan a HDP’ê tê zanîn, rêjeya tevlibûna dengdêran li gorî cihên din zêdetir bû.

Di van demên dawî de di nav girseya AKP’ê de qutbûnek cidî heye. Li aliyê din Partiya Çep a Keskan her ku diçe bihêztir dibe. Bi teqez tê dîtin ku Partiya Çep a Kesk dê di 14’ê Gulanê de li Bedlîsê bibe partiya yekemîn û 2 mebûsan derbixe.

Li Îdirê bi xebatek kêm Partiya Çep a Kesk dikare 2 parlementeran bigre 

Îdir yek ji wan bajarên ku hilbijêr xwe eyan û beyan dike ye. Di hilbijartinên dawî de AKP, MHP, CHP û partiyên din li dijî HDP’ê bûne tifaq. Lê HDP hem di hilbijartinên herêmî û hem jî di hilbijartinên giştî de pêşengiya xwe parastin û bû yekemîn.

Di hilbijartinên 2018’an de ji 119 hezar û 735 hilbijêran 26 hezar û 438 hilbijêr neçûn ser sindoqan.

2 hezar û 182 deng betal hatin ragihandin. HDP bi 41 hezar û 545 dengan mebûsek derxist. MHP’ê jî bi 22 hezar û 448 dengan mebûsek derxist. Heke Partiya Çep a Kesk rêjeya dengên xwe hinekî zêdetir bike, her du parlamenteran jî bi dest bixe.

Ji bo Erdexanê xebatek ciddî divê 

Li Erdexanê 2 mebûs hene. Di sala 2018’an de ji 69 hezar û 575 hilbijêran 10 hezar û 712 hilbijêr neçûn ser sindoqan. 2 hezar û 189 deng betal hatin ragihandin. AKP bi 21 hezar û 704 dengan mebûsek û CHP’ê jî bi 15 hezar û 115 dengan mebûsek derxist. Rêjeya dengên HDP’ê 13 hezar û 662 ma. HDP di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de li vir bû partiya yekemîn.

Di vê hilbijartinê de zêdeyî 70 hezar hilbijêr hene. Diyar e ku Partiya Çep a Kesk di vê hilbijartinê de wê mebûsek bi dest bixe. Heke welatiyên ku li navçeya Golanê ya ku kurd lê dijîn veguhezîne ser sindoqan, bi îhtimaleke mezin dê Partiya Çep a Kesk careke din bibe partiya yekemîn.

Divê Qers 2-0 be

Li Qersê ku HDP’ê şaredarî bi dest xist 182 hezar û 194 hezar hilbijêr hebûn. Ji van hilbijêran 34 hezar û 727 kes neçûn ser sindoqan û 4 hezar û 416 hilbijêr jî betal hatin dîtin. AKP’ê 53 hezar û 620 deng girt. Bi hatina dengên derveyî welat re ev hejmar derket 55 hezar û 911’an. HDP’ê 46 hezar û 285 deng girt. Bi 767 dengên derve re ev hejmar derket 47 hezar û 52’an. AKP’ê mebûs û HDP’ê jî mebûsek bi dest xistin. Mîna li bajarên din li Qersê jî gelek di nav AKP’ê de qutbûnek cidî heye. Dîsa tê payîn ku rengê dengê ciwanan Partiya Çep a Kesk be. Bi teqez tê dîtin ku Partiya Çep a Kesk wê di 14’ê Gulanê de hejmara parlamenteran derxe 2’yan.

Erzirom bajarekî girîng yê Serhedê ye

Li Erziroma ku yek ji mezintirîn bajarên Serhedê ye wê di 14ê Gulanê de derdora 510 hezar hilbijêr biçin ser sindoqan. Li Erziromê di hilbijartinên giştî yên dawî de 494 hezar û 291 hilbijêr hebûn. Ji van hilbijêran 63 hezar û 177 deng nedane. Ji wan 8 hezar û 297 betal hatin dîtin.

HDP’ê di hilbijartina 2018’an de ji ber tifaqan bi dengek pir hindik parlamenterek ji dest da. AKP’ê bi 238 hezar û 941 dengan 4 mebûs; MHP’ê bi 80 hezar û 780 dengan mebûsek û Partiya ÎYÎ bi 35 hezar û 504 dengan mebûsek bi dest xist. Li aliyê din HDP’ê tevî ku 52 hezar û 151 dengan wergirt jî mebûs bi dest nexist.

Heke Partiya Çep a Kesk 70 hezar dengan bi dest bixe dikare bi rehetî mebûsek bi dest bixe. Bi taybetî li navçeyên Qereyazî, Xinûs, Qereçoban û Tatosê ku rêjeya çûyîna ser sindoqan kêm e, heke xelk biçe ser sindoqan dê Partiya Çep a Kesk teqez mebûsek derxe.

Bi xebatek ciddî divê Serhed 7’ê Hezîranê derbas bike 

Li herêma Serhedê wê di 14’ê Gulanê de li 4 hezar û 591 tax û gundan û li 4 hezar û 631 dibistanan bi giştî 9 hezar û 866 sindoq bên danîn. Partiya Çep a Kesk ji bo ku di hemû sindoqan de çavdêr û dilxwazan bicih bike xebatên xwe bênavber didomîne. Li Wanê rêjeya serdestiya sindoqan ji sedî 99, li herêma Serhedê rêjeya serdestiya sindoqan ji %85 zêdetir e.

Tê payîn ku hilbijêrên li Serhedê pirsgirêkên weke bêçareseriya pirsgirêka kurd, pêkanînên qeyûman, krîza aborî û zextên tên kirin li ber çavan bigirin û biçin ser sindoqan. Tê payîn ku AKP di dîroka xwe de li vê herêmê dengê herî kêm bigire û Partiya Çep a Kesk jî bigihêje rêjeya dengan a tabloya 7’ê Hezîrana 2015’an û dibe jê wê rêjeyê bibûhere jî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar