Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê mafê zimanê dayikê wek fermî bê naskirin’

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê hat kirin.

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê diyar kir ku ew di nav bobelata erdhejê de pêşwaziya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dikin û wiha got:”Divê qanûna bingehîn li gorî vê rastiyê bê amadekirin û mafê zimanê dayikê wek fermî bê naskirin û qebûlkirin. Divê polîtîkayên yekzimaniyê bê terikandin.”

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz be!

Di nav bobelata erdhejê de em pêşwaziya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dikin. Di vê rewşa awarte û qeyranê de jî pêdivî û girîngiya zimanê dayikê careke din aşkera bû. Ji xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bigire heta dermankirina birînan û avakirina tora piştgirî û piştevaniyê, pêdiviya bi zimanê dayikê bi awayekî zelal aşkera bû.

Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999’an de ji bo parastin û piştgiriya pirrengiya çandî û pirzimaniyê, 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê hat mîsogerkirin. Lê mixabin ji destpêka sedsala 20’î û vir ve, ji xeynî zimanê tirkî hemû zimanên cuda yên li ser vê axê bi awayekî sîstematîk hatin bişaftin.

Bişaftina zimanan, polîtîkayên tunekirina çandî, sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Di vê rojê de jî em careke din van polîtîkayan qebûl nakin. Bicihanîna peymanên navneteweyî, îro jî erkeke bingehîn a desthilatiya Tirkiyeyê ye.  Divê qanûna bingehîn li gorî vê rastiyê bê amadekirin û mafê zimanê dayikê wek fermî bê naskirin û qebûlkirin. Divê polîtîkayên yekzimaniyê bê terikandin.Di van rojên zor û zehmet de em 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li temamî zimanan û gelan pîroz dikin. Di vê rojê de em careke din banga mezinkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar