Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê malbat nebin parçeyeke lîstika qirêj a AKP-MHP’ê’

Berdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê nikare bi têkoşîna wan û hewl dide terorîze û krîmînalîze bike. Koçyîgît destnîşan kir ku divê malbatên li ber avahiya HDP’ê nebin parçeyeke lîstika qirêj a AKP-MHP’ê

Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê malbatên ku bi îdiaya ‘HDP’ê zarokên me derxistine çiyê’ li bere avahiya HDP’ê hatine rûniştandin axivî. Koçyîgît diyar kir ku hestên malbatan ji hêla AKP-MHP’ê vê tên bikaranîn.

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê dixwaze ku hêzên muxalîf tasfiye bike. Koçyîgît bi lêv kir ku heke eniya demokrasiyê ya Tirkiyeyê bibe yek dê AKP nekare li ser pêyan bimîne û wiha dom kir: “Desthilata AKP-MHP’ê bi krîmînalîzekirina HDP’ê û êrîşên li dijî kurdan re hewl dide ji xwe re qadekî veke. Divê li dijî van êrîşan hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi awayeke çalak bisekinin. Tekane rêya rizgariyê, yekitî ye.”

‘Heman rêbaz gelek caran ceribandin’

Di berdewamiyê de jî Koçyîgît bal kişand ser çalakiya malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê û wiha pê de çû: “Hem raya giştî û hem jî malbatên li ber avahiya HDP’ê baş dizanin ku îdiayên tên kirin, nerastin. Ev rêbaz gelek caran hate ceribandin. Malbatên mexdûr bikar tînin. Hinek malbatên ku ev 5 sal in li benda zarokên xwe hene. Lê dewletê ji bo wan tiştek nekiriye. Lê weke ku HDP’ê ev yek kiribe, malbatan tînin ber avahiya HDP’ê. Ev jî nîşan dide bê ka AKP çiqas tengijiye.”

Lîstika AKP-MHP’ê

Herî dawî jî Koçyîgît ev tişt destnîşan kir: “Tu pirsgirêk di daxwazên malbatan de nînin. Ev malbat rastî zexta dewletê hatine. Lê tên li ber avahiya partiyeke ku hemû mafên wê yên demokratîk hatine binpêkirin rûdinin. Pir aşkeraye ku ev malbat bûne parçeyek lîstika AKP’ê. Em naxwazin ev malbat bibin parçeyeke vê polîtîkaya qirêj a AKP-MHP’ê. Dayikên leşkeran ên li ber avahiya AKP’ê rûniştin, hatin binçavkirin. Rûniştina li ber avahiyên partiyên muxalif serbest e lê ya AKP’ê qedexe ye. Ev durûtî ye. Nikarin pêşî lê têkoşîna me bigirin û hewl didin terorîze û krîmînalîze bikin. Lê ya dikeve ser milê me têkoşîn û hevgirtin e. Ger wiha bibe em ê di demekî nêz de biser kevin û bibin xwedî destkeftiyên mezin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar