Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Divê mirov ji zarokatiyê dest pê bike

Ji ber ku şaristanî û modernîteyê hem bi jiyana îdeolojîk hegemonîk û hem jî bi ya bisazî didin qebûlkirin, tevahiya dîrokê mirov li ser navê eşqê timî di nava paradoksê de dimînin. Gelekî behsa eşqê tê kirin, lê pêk nayê. Wêjeya dinyayê hema bêje ji vegotinên trajîk ên eşqên pêk nayên pêk hatiye. Destanên dibêjin timî jin bûne sedema derketina şeran jî vê rastiyê piştrast dikin. Tevahiya şêweyên hunerî mîna ku mikurhatina li eşqa pêknehatî bin. Di dînan de têkiliyên xweda û xwedawendan, bi awayekî mîna berhemên kevin in ku ji xwestekên xurt ên yekalî yên pêk nehatine çêbûne. Sîstemên şaristaniyan hevjiyan weke qada ‘jiyana taybet’ pîroz kirine û ev jî hukmek e ku herî zêde heqîqeta civakî berepaş kiriye. Têkiliya di hevjiyanê de xwedî xisletên wisa ye ku ji binî ve bandorê li ser tevahiya têkiliyên civakî û gerdûnî dike. Ya rastî, gelemperî weke taybetî, taybetî jî weke gelemperî were fêhmkirin wê bêhtir li xwezaya civakê were. Têkiliya hevjiyanê xwedî xisletên welê ye ku ji binî ve tesîrê li têkiliyên civakî û gerdûnî hemûyan dike. Durûtiya herî mezin a şaristaniyê ew e, ev têkiliya gerdûnî bi tenê weke têkiliyeke mahrem a dualî û taybet hesibandiye. Yek ji sedemên bingehîn ku hiştiye zanîna sosyolojîk bêqîmet û bêkêr were hesibandin ev e. “Jin mirov an dike fîlozof an jî dîn dike” ev gotina dibêjin a Sokrates e, û gotina gelêrî ya dibêje “Jin mirovî dike wezîr jî, dike rezîl jî”, dîsa bi vê gelemperiya rastî re têkildar in. Jixwe ji hev cudakirina qadên civakê weke ‘taybet’ û ‘gelemperî’ berevajîkirineke modernîteyê ye. Di civaka rastî de jihevcudakirinên bi vî rengî maneya xwe nînin. Ya rast, şêweyên têkiliyê yên bingehîn û diyarker in.

Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em biavêjin nava civaka mirov, divê der barê hevjiyana azad de be. Ti qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî xisleta bingehîn û diyarker nîne. Ekonomî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de ekonomî jî û dewlet jî navgînên hevjiyanê ne. Nabe ku hevjiyan bikevin xizmeta ekonomî, dewlet û dîn. Berevajî, divê dewlet, dîn û ekonomî bikevin xizmeta hevjiyanê. Lewma ev rewşa berevajî xwe li tevahiya sosyolojiya modernîteyê gerandiye.

Li gorî vê vegotinê hemûyî qada divê pêşî bi zanistî mirov pê dakeve, qada hevjiyanê ye. Mîtolojiya serdema destpêkê ya gelekî hov tê dîtin û dîn timî ji vê qadê dest pê dikin û ev bêsedem nîne, ji ber ku bi heqîqeta civakî re têkildar e. Hevjiyan, nexasim zanista li dora jinê were pêşdebirin, wê bibe gava pêşî ya ber bi sosyolojiya rast ve bê avêtin. Ne bi tenê weke zanist di sosyolojiyê de, divê di tevahiya qadên hunerî û felsefî de gava pêşî di van têkiliyan de bê avêtin. Jixwe hewce nake ku mirov bibêje, dîn û exlaq weke şaxekî felsefeyê divê pêşî di vê qadê de gavê biavêjin. Exlaq û dîn têra xwe bi vê qadê ve xwe girêdane.

Weke encam mirov dikare bibêje, di serdema me de têkçûna hêzên mêtinkar û desthilatdariya hegemonîk herî zêde bi hilweşîna di warê hevjiyanê de xuya dike. Têkiliya jin û mêr ewqasî deklase bûye, maneya xwe ji dest daye, ne bêyî wê dibe ne bi wê dibe ango êdî li ber qedandinê ye. Yên şoreşa destpêkê nesipêrin analîza vê rewşa kaotîk, bêgav wê kaosê dewam bikin. Kesên şexsî yan jî kolektîf gavê diavêjin, eger vê qadê di warê zanistî, felsefî û hunerî de bikin bingeh, bi tenê hingê dikarin ber bi hevjiyana azad ve gava xwe biavêjin. Ev gavên pêşî yên bêne avêtin, weke ku gelek caran yeqîn tê kirin, gavên taybet ên di navbera du kesan de têne avêtin nînin, der barê civaka sosyalîst demokratîk a bê pêkanîn de gavên pêşî yên gerdûnî ne.

Sosyalîstbûn, beriya her tiştî di hevjiyanê de divê bi asta azadiyê re têkildar be. Divê mirov şêwazekî jiyanê bike bingeh, çawa ku pratîkên wê yên dijwar û bi pîvan di destpêka jiyana mîtolojiya kevin û dînî de dihatin dîtin. Kengî mirov karibe ji şêwazên jiyanê yên sîstemên şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst ên mirovan kedî dikin bibihure, hingê dikare hevjiyana sosyalîstwarî ava bike. Ti têkiliya hevjiyanê bi seksualîteya banalîst a sîstemê re, bi lîstika malbatokê re, bi dewamkirina zurriyetê re û tevahiya temenekî bi ‘serdanîna ser balgiyekê’ re nîne. Nexasim ti eleqeya xwe bi têkiliyên cinsî re tineye ku bi temamî bûne nexweşiyeke rojane. Jixwe li cem ti ruhber û zindiyekî din rojane têkiliya cinsî nîne. Berevajî li cem zindiyên din ev li ser bingehekî demî pêk tê û ev jî piştrast dike ku têkiliya cinsî ya li cem mirovan bi şêwazekî civakî hatiye çêkirin. Di warê têkiliya cinsî de birçîbûn û dîsa di vî warî de sînor derbaskirin, têkiliya xwe bi desthilatdariya hegemonîk û avakirina şêweyê civakî re heye. Cinsiyetparêziya mêr a li ser jinê tê ferzkirin bi tevahiya şêweyên xwe weke desthilatdariyekê xwe diyar dike. Cinsiyetparêziyên bi vî rengî mirovan bextewar nakin, bihêlin bextewarkirin û şadkirinê, berevajî bi temamî çavkaniyeke nexweşî û xemgîniyê, qedandin û mirina zû ne. Binyeya ti jin û mêrî bi têkiliya cinsî ya bi vî rengî re li hev nake. Nexasim cinsiyetparêziya ku kapîtalîzm bi reklamkariya jinê gij dike, bi temamî têkiliya xwe bi hegemonya îdeolojîk re heye û bi vê jî qanûna kara herî zêde misoger dike. Mirov dikare bibêje, ti têkiliya civakî bi qasî cinsiyetparêziyê nikare sîstemê hilgire. Lewma ji bo mirov karibe bibe antî-kapîtalîst divê karibe vî şêwazê jiyanê yê cinsiyetparêz red bike û jê bibihure.

Di têkiliyên hevjiyanê de asta bê pêkanîn çiqasî zanistî, hunerî û felsefî be, ewqasî jî wê gavavêtina jiyana sosyalîst pêkan be. Ji bo sosyalîzmê, beriya her tiştî pêkanîna têkiliyên hevjiyanê, ji aliyê pratîk û prensîb ve nirxek xwe heye, mirov nikare jê bimîne. Ji bilî vî şêwazê têkiliyê, rêyeke din nîne ku mirovî bibe sosyalîzmê. Eger têkiliyên bi vî rengî hebin jî wê neyekser bin û li şaşiyan vekirî bin. Divê mirov têkiliyên hevjiyanê weke têkiliyên di navbera du kesan de fêhm neke. Fêhmkirineke bi vî rengî kêm e. Bêguman têkiliyên dualî yên hevjiyanê dikarin pêk bên, lê bi tenê bi vê yekê bê fêhmkirin rast nîne. Hevjiyan bi hêzeke mezin a manedan, estetîk û exlaqê pêk tê, ji dualîbûnê şuştî ye û bêhtir jiyaneke bi xwe û cewherî ye.

Jin û mêrên bi jiyana sosyalîst ve girêdayî, kengî jiyana azad bi awayekî gerdûnî û kolektîf pêk anîn, dikarin û şensê wan heye bi awayekî taybet jî rast û xweşik bijîn. Mirov dikare di tevahiya tevgerên mezin ên civakî yên dîrokê de vê rastiyê bibîne. Gelekî girîng e ku mirov jiyana taybet bi lîstikên zewacê û ji wê zêdetir neyênî bi şêweyên li derveyî zewacê re tevlîhev neke. Di jiyana fer û taybet de tevahiya potansiyela kolektîf û gerdûnî ya civakî veşartiye. Lê di şêweyên taybet ên kedîkirin û malbatê yên şaristanî û modernîteyê de gerdûnîtî û kolektîfîte têne înkarkirin. Mirov heta nikaribe vê yekê ji hev cuda bike, nikare jiyana azad a taybet a sosyalîstwarî pêk bîne. Di çarçoveya têkiliya sosyalîst de mêr û nexasim jî jin a bi zanistî, estetîk, exlaqî û felsefî rabe dibe xwedî hêzeke mezin a balkêşiyê. Kesayetên jin û mêrên bi vî rengî, li hemberî jiyana civakî têk naçin, berevajî bi hebûna xwe jiyana civakî ya azad ava dikin. Ji ber ku di vê cotbûna feran de bi hev ewlebûn û hurmet serdest e, cih ji nexweşiyên sîstemê yên mîna hesûdî, kaprîs, çilekî, têrnebûn û bêzarkirinê re nîne. Ji ber ku hevdu nakin milk, yek li hemberî yê din bi îdeaya heq (di huqûqa bûrjûwa de ev heye) ranabe. Hêza wan a manedanê ya di weznekê de dikare li cem kesekî/ê yekparebûnê, di yekparebûnê de jî kesekî/ê pêk bîne.

Tevgerên civaka dîrokî bi tenê bi kesayetên wisa manedar bûne, bi ser dikevin. Kesayetên bi vî rengî divê timî weke sosyalîst bêne zanîn, bîranîn û bendewariya wan bê kirin.

Ji bo pêşketina civaka sosyalîst, di warê pêkanîna teoriya hevjiyana azad de hin tecrûbeyên dîrokî hene, girîng in ku mirov wan li ber çav bigire. Xiristiyantiyê di vê babetê de jiyana rahib û rahîbeyan weke şert danîbû pêşiya kadroyên xwe. Di pêşdeçûna şaristaniya Rojava de roleke girîng a vê pêkanînê heye. Xiristiyantiyê neyêniyên civaka cinsiyetparêz bi vê pêkanîna kadroyî gelekî bi sînor kir. Ji ber ku zexta cinsî ya li ser zêhniyeta rûhî gem kiriye di pêşdebirina civakbûnê de bi roleke girîng rabûye. Lê nikarîbûye rê li ber pêşketina diyalektîkî ya hevjiyana azad gengaz dike veke; li hemberî wê weke reaksiyon cinsiyetparêziya civakî ya modernîteya kapîtalîst serî rakiriye. Hevjiyana bi yek kesî re ya milkperestiya modern, rê li ber peydabûna şêwazekî jiyanê yê dijberê çanda rahib û rahîbeyan, seriyekî duyemîn ango duqutbûnê vekiriye. Di bingehê pêxîrtengiya hevjiyana modern a yekhevalî de çanda rahib û rahîbeyan a Xiristiyantiyê heye. Ji bo ji civaka cinsiyetparêz bê bihurîn herdu çand jî xetimî mane. Di binê pêxîrtengiya çanda cinsiyetparêz a civaka Rojava de ev rastî veşartî ye.

Der barê çareseriya mijarê de îslam jî bi ser neketiye. Berevajî jiyana rahib û rahîbeyan Îslamê jî girîngî bi têrbûna têkiliya cinsî daye û yeqîn kiriye ku wê bi zewaca bi gelek jinan û jinên di statuya cariyeyan de pirsgirêkê çareser bike. Di Îslamê de pêkanîna hareman bi awayekî bi rola kerxaneya taybetîkirî radibe. Ji kerxaneyê cudabûna wê ew e, bi taybetî ji bo hinan e. Bi xwe di navbera herduyan de ti cudahî nîne. Ev pêkanîna cinsiyetparêziya civakî bi roleke diyarker rabûye ku civaka Rojhilat li gorî civaka Rojava paş bikeve. Ji ber ku xiristiyantiyê cinsiyetparêzî bi gem kir rê li ber modernîteyê vekir, lê ji ber ku Îslamê dilçûna zêde ya cinsiyetparêz teşwîq kir, ji civaka kevin zêdetir paşve ket û kir ku li hemberî civaka modernîteya Rojava têk biçe. Di têkçûna jin û mêrê Rojhilat li hemberî jin û mêrê Rojava de rola cinsiyetparêziya civakî gelekî girîng e. Ji texmînan wêdetir bandora cinsiyetparêziyê li ser pêşketina civakî heye. Civaka Rojhilat û Rojava gelekî ji hev cuda bûn. Di vê de rola cinsiyetparêziya civakî gelek e. Lewma divê mirov baş li ser vê xalê raweste. Têgihiştina îslamê ya cinsiyetparêziyê, çi di girankirina kolekirina jinê de, çi jî di desthilatdarkirina mêr de, li gorî şaristaniya Rojava rê li ber encamên zêdetir neyênî vekiriye.

Jiyana bi heybet û mûcîzewî ya ku modernîteya kapîtalîst ew hilweşandiye, em dikarin wê bi tenê bi hevjiyana azad, kesayeta wê ya sosyalîst û têkoşîna wê ya civakî bi dest bixin û parve bikin. Ji bo vê jî divê mirov ji zarokatiyê dest pê bike, nexasim jî keçikan bi zihniyet û saziyên modernîteya demokratîk perwerde bike, bi têkoşîna civakî ya sosyalîst demokratîk praktîze bike û vê yekê weke şêwazê jiyanê bipejirîne, ji xwe re bike karekter û bi dest bixe.

Nûçeyên Têkildar