Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Divê Muftuoglû demildest were berdan

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû vê sibehê hat binçavkirin. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê û CFWIJ’ê  bertek nîşanî binçavkirina Muftuoglu dan û xwestin ku di zûtirin demê de were berdan.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû hat binçavkirin. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê bertek nîşanî binçavkirina Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu da û xwestin ku di zûtirin demê de were berdan. Her wiha CFWIJ’ê bang kir ku Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku di saetên serê sibê de hate binçavkirin, demildest were berdan.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û yek ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû hat binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Muftuoglû ya li Amedê de girtin. Polîsan li mala ku kes lê nebû lêgerîn kirin. Polîsên ku piştî lêgerînê ji malê derketin û çûn, Muftuoglû gazî îfadeyê kirin.

Muftuoglû, li Miduriyeta Polîsan a Amedê ku ji bo îfadeyê bide çûyê, hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Muftuoglû nehate hînbûn.

Bertekên li dijî binçavkirina Muftuoglu

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî binçavkirina Hevseroka DFG’êDîcle Muftuoglu daxuyaniyeke nivîskî da. MKGP’ê diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê, civaka Tirkiyeyê roj bi roj bi krîzên nû re rû bi rû dimîne û bi astengkirina rêyên demokrasiyê re jî hewl didin civakê bifetisînin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê, xebatkarên çapemeniyê azad ku li hemberî manîpulasyonên medyaya hawîz rastiyê radigihînin gel, hedef nîşan didin. Lewma hewl didin bi binçavkirin û zextan wan bêdeng bikin. Tevî her şert û mercan jî weke xebatkarên çapemeniya azad em di vê rêya heqîqetê de karê xwe dikin. Bi taybet jî rojnamegerên jin bêhtir rastî van zextan tên.

Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser mala Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglu de girtin. Dîcle li malê nebû lê bi awayekî derhiqûqî li mala wê lêgerîn hate kirin. Ji bo îfadeyê gazî Dîcleyê kirin û li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hate binçavkirin.

Di heman demê de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî di roja pêncşemê de derheqê hempîşeya me Bêrîvan Altan de bi hinceta nûçeyên çêkiribûn lêpirsîn da destpêkirin. Ev lêpirsîn û biryarên binçavkirinê dê bi me paşdegav nedin avêtin. Em bang dikin ku hevala me Dîcle di zûtirin dem de bê berdan.”

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG)’ê jî bi daxuyekê bêhuqûqiya dewleta tirk şermezar kir û xwest ku demimldest Muftuoglu bê berdan. Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “DFG, ji roja destpêkê heta niha ji bo ku rojnameger bikarin di şert û mercên azad û demokratîk de karê xwe bikin xebat meşandin. Ji bo vê jî em hewl didin pirsgirêkên rojnamegeran û binpêkirinên li dijî wan tên kirin xuyanîtir bikin. Mixabin di mijara ragihandin û çapemeniyê de li Tirkiyeyê binpêkirinên mezin tên kirin. Bi sererastkirina qanûnî ya dawî re ku desthilatdariya AKP-MHP’ê anî Meclisê re zextên heyî dê hêj girantir bibin. Ji van binpêkirin û zextan jî herî zêde endamên komeleya me jê bandor dibin. Hema hema her roj bi binçavkirin û zextan hewl didin pêşî li rojnamegeran bigirin ku nekarin karê xwe bikin. Derheqê bi sedan rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin û doz hatine vekirin. Gelek ji wan bi sedema nûçeyan û fikrên xwe tên cezakirin.

Girtina hevala me Dîcle Mufuoglu jî berdewamiya vê zextê ye. Lêpirsîn û dozên di demên berê de derheqê wê de hatine vekirin hene. Bi lêpirsîneke nû re hewl didin têxin dorpêça darazê. Bi vê sepanê mebest ew e ku çavê wê bitirsînin û nekare karê xwe bike. Em nizanin bê ka bi çi tê sûcdarkirin. Lê em bi dil rehetî dikarin bibêjin ku ji ber karê rojnamegeriyê ye. Ji ber ku Dîcle rojnameger e û tenê nûçeyan çê dike. Di nava hewla ragihandina geşedanên li welêt e. Ji ber ku em bi xwe şahidin bê ka ji ber rojnamegeriyê çi bi serê hevalên me hatiye.

Tu sûcekî hevseroka me Dîcle Muftuoglu nîne. Lewma em dixwazin ku di zûtirin demê de were berdan. Banga me li her kesekê ji xwe re dibêje ez rojnamegerî birûmet im ew e ku li dijî vê derhiqûqiyê piştgirî û piştevaniyê bikin. Ev daxuyaniya me ji bo rêxistinên pîşeyî û derdorên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî jî bangeke lezgîn e; ji bo berdana hevseroka me Dîcle Muftuoglu di zûtirin demê de bikevin nava tevgerê. Her wiha em bang li rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê jî dikin ku li dijî van zextan dengê xwe bêhtir derxînin û ji sepanên derhiqûqî yên desthilatdariya AKP-MHP’ê re jî bibêjin ‘bes e.’”

Li aliyê din Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) têkildarî Muftuoglû ku di saetên serê sibê de hate binçavkirin li ser twîtterê peyamek parve kir. CFWIJ’ê di peyama xwe de wiha got: “Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû li Miduriyeta Polîsan a Amedê ku ji bo îfade dayînê çûyê, hate binçavkirin. Sedemê binçavkirina rojnamevanê hêj nayê zanîn. Em weke CFWIJ, dixwazin rojnamevan demildest were berdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar