Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê ne berjewendiyên partîtî yên gelê Kurdistanê esas bên girtin’

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl dide li herêma Zînî Wertê ku xwedî cihekî stratejîke û dikeve navbera parêzgehên Ranya û Soranê û her wiha rêzeçiyayên Qendîl, Helmot û Karoxê serweriya xwe ragihîne. Ev hewldan jî rastî bertekên tund ên partî, rêxistin û derdorên cuda yên kurda hat. Têkildarî mijarê endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Xoce ji ANHA’yê re axivî.

Ehmed Xoce diyar kir ku gelê kurd êdî li ber deriyên serkeftina mezin û derketina ji serdemên tarî ye û wiha got: “Xebatên partîtî nakeve berjewendiyên giştî yên gel lê belê bandorê li serkeftinê dike. Di rewşa heyî de kûrkirina nakokiyan tiştekî asayî nîne.”

Xoce bal kişand ser rewşa li Zînî Wertê û ev tişt anî ziman: “Aloziya li Zînî Wertê di raya giştî ya kurd de rê li ber pirsgirêkeke mezin vekir. Divê ev nakokî çareser bibe. Dema em rewşa kurdan a sedsal berê dinihêrin, dibînin ku dîrok xwe dubare dike. Lê belê divê em nekevin heman şaşiyan. Di hevpeymana Lozanê de gelê kurd hat paşguhkirin, lê niha rewş bi temamî cuda ye. Êdî gelê kurd di lûtkeya vîna azad de ye û li ser asta çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xistin.”

Bang

Herî dawî jî Xoce piştî ku gelê kurd her çiqas hinek destkeftî bi dest xistin bin jî, ji ber nakokiyên di navbera hinek partiyan de li herêmê pir êş û azar kişandine û wiha bi dawî kir: “Divê berjewendiyên Kurdistanê bi ser her tiştî re bên girtin. Ji nêrîn û xebata parçeyî zêdetir, divê partiyên kurd têkildarî pirsgirêka Zînî Wertê li hev bicivin û nîqaş bikin. Divê berjewendiyên giştî bi ser berjewendiyên parçeyî re bên girtin. Wê demê dê nakokiyên heyî xelas bibin. Banga min ji bo partiyên kurd û hêzên siyasî ew e ku dema pirsgirêkên heyî  dinirxînin, berjewendiyên gel esas bigirin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar