Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê nûçegihanên Behdînanê werin berdan’

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî name ji hikûmeta başûrê Kurdistanê re şand û xwest nûçegihanên Behdînanê yên girtî werin berdan

Navenda Nûçeyan |

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) derbarê girtina rojnamegerên Behdînanê de, nameyek ji bo nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Dîndar Zêbarî re şand. Rêxistinê xwest di demek zû de rojnamgerên hatine girtin werin berdan.

Di 16’ê sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê ji bo her yek Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî. Ev biryara li başûrê Kurdistanê û derve bû sedema bertekan û hîn bertek didomin. Her wiha hîn nêzî 50 kesên din ên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, di girtîgehê de ne.

Rêxistinê di nameya xwe de dadgehkirina rojnamegeran weke dadgehekirinek ne bi edalet bi nav kir û wiha got: “Niha 5 rojnameger ketine greva birçîbûnê, ji ber ku li benda biryara dawî ne. Tê payîn rojnameger heya 16’ê adarê greva xwe ya birçîbûnê dewam bikin. Divê kesên hatine girtin bê şert werin azadkirin. Kesên hatine girtin, di cihek qerebalex de têne ragirtin û cihek nînin ku lê xew bikin. Di nava 100 girtiyên din de dimînin, metirsiya nexweşiya vîrûsa koronayê li ser wan heye.”

Di dewama nameya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya ji bo Dîndar Zêbarî de ev tişt hatin gotin: “Endamên asayîşê bi cil û bergên sivîl, Şêrwan Şêrwanî di 7’ê cotmeha 2020’an de li bajarê Hewlêr binçav kiribûn. Her 4 rojnamgerên din jî di 22’ê cotmeha 2020’an de li bajarê Dihokê bi hinceta tev li xwepêşandanê bûne, hatin binçavkirin. Hinek ji van piştî girtinê, demek dirêj nekarîn parêzer û malbatên xwe bibînin. Her wiha kesên hatine girtin di dema binçavkirinê de ragihandin, wan di dema dadgehkirinê de bi neçarî îmze danîne binê sûcên ku ji bo wan hatine amadekirin.

Hêzên asayîşê bi ser mal û cihê kar ê rojnameger û çalakvanên girtî de girtine û ew bi darê zorê binçav kirine. Dest û çavê Guhdar Zêbarî digirin û bê ku belgeyek dadgehê hebe, binçav kirin. Dadgehê biryara desteserkirina telefon, kompîtir û kamerayên wan kesan jî daye.

Dadgeh bi vê tenê re nema ye, fermana binçavkirina rojnameger Eyhan Sedîd ê birayê Şivan Seîd, Difa Herkî û Faîd Husên jî derxistiye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar