Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Divê Ocalan azad bibe

Roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan hat pîrozkirin. Di pîrozkirinan de azadiya Ocalan hat xwestin.

Roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan bi bernameyên cuda hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku dar hat danîn de azadiya Ocalan hat xwestin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Koordînasyona Jinên Ciwan, ji bo pîrozbahiya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navçeyên Stenbolê mal bi mal geriyan û toxim belav kirin. Jin li navçeyên Kartal, Sultanbeylî, Gazîosmanpaşa, Esenyûrt û Bagcilarê hatin gelhev û paketên ku berê amade kiribûn li malan belav kirin.  Jinên ku paketên toxim girtin jî li hewşên malên xwe danîn. Bernameya jinan eleqeyeke zêde dît. Jinan bi tilîlî û çepikan rojbûna Ocalan pîroz kir û daxwaza rojên azad kirin.

Li ser banga Nûnertiya Herêma Egeyê ya DBP’ê li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Nûnerên TJA, HDP, Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE TÛHAYDER), Komeleya Kesên ku Xizmê Xwe li Anatoliyayê Winda Kirine (ANYAKAYDER) û gelek welatî tevlî pîrozkirinê bûn. Ji bo Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû kuştin û hemû kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn rêz hatin girtin. Di bernameyê de azadiya Ocalan hat xwestin.  Bername bi nîşandana sînevîzyona ku berxwedana gelê kurd têde dihat vegotin bi dawî bû.

Li Wanê jî TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê 73’yemîn rojbûna Ocalan bi danîna daran pîroz kirin. Danîna daran li navçeya Artemêtan pêk hat. Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) a Wanê, Komeleya Çand, Piştevanî, Alîkariyê ya Kesên ku li Dergûşa Şaristaniyê Jiyana xwe ji Dest Dane (MEBYA-DER), hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û gelek welatî tevlî danînan daran bûn. Jinên ku erdê bi çepik û tilîliyan kolandin darên tîr, hinar, sêv, gilyaz û gûzan danîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar