Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Divê oldar li dijî sepanên li dijî cenazeyên qiyametê rakin’

Li bajarên herêmê polîs û leşker li aliyekî goristanan rûdixînin û li hêla din jî sepanên li derveyî mirovahiyê li ser cenazeyan ferz dikin. Polîs û leşker nahêlin ji bilî çend ferdên malbatan tev li merasîma definkirina cenazeyên gerîlayên PKK’ê bibin. Her wiha di demên dawî de jî nahêlin cenaze bên kefenkirin û wecîbeyên olî pêk bînin. Herî dawî jî di 5’ê hezîranê de li herêma Omeriyan a Mêrdînê di pevçûnekê de Halîl Yildirim û Serkan Tutak jiyana xwe ji dest dabûn. Leşker û polîsan nehêla ku cenazeyê Tutak bê şûştin, kefenkirin û nimêja cenaze lê bê kirin.

Têkildarî mijarê sekreterê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û serokê Komeleya Oldaran a Mêrdînê Mele Fexrî Dogan ji MA’yê re axivî û wiha got: “Di îslamiyetê de rûxandina goristanan Divê li gorî dînê îslamê ji gor û cenazeyan re hurmet were nîşandan. Di pevçûnan de bedenên însanan tên parçekirin û didin malbatên wan. Exlaqek û hiqûqeke şer jî heye. Divê aliyên şer vê yekê piştguh nekin. Divê cenazeyan xera nekin.”

Dogan da zanîn ku dema mirovek dimire, çar rêgezên ferz hene ku dikevin ser milê yên derdorê û wiha domand: “Ev çar rêgez jî ferzî kîfaye ye. Di dînê îslamê de neşûştina cenaze, nekefenkirina cenaze û nenimêjkirina cenazeyan nîne. Di her dîn û bawerî li gorî xwe cenazeyan vedişêrin. Berpirsyariya pêkneanîna van rêgezan, a kesên asteng dikin û kesên bêdeng dimînin e. Divê oldar li dijî van sepanên li dijî cenazeyan qiyametê rakin. Em hemû berpirsyarên vê yekê ne. Em di vê mijarê de saziya diyanetê jî rexne dikin. Divê ev sazî li dijî van sepanan daxuyanî bide û bêdeng nemîne.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar