Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Divê partiyên kurd di serî de berjewendiyên gelê xwe esas bigirin’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Beşîr Mele Newaf anî ziman ku divê hemû partiyên kurd berjewendiyên gelê xwe esas bigirin û di zûtirin dem de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin

Hunermend û rewşenbîrên kurd ên Koln a Almanyayê înîsiyatîfa destekdayîna xebatên ji bo  lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê armanc dikin ragihandin. Ragihandina înîsiyatîfê ji hêla rewşenbîr û hunermendên rojavayê Kurdistanê ve jî bi erênî hate nirxandin. Têkildarî mijarê Beşîr Mele Newaf ku yek ji endamên Şaxa Yekitiya Rewşenbîran a Amûdê ye ji ANHA’yê re axivî.

Beşîr Mele Newaf di serî de xebatên rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd ên li Ewropayê yên ji bo yekitiya kurdan silav kir û wiha got: “Di dirêjahiya 8 salên şer de li Sûriyeyê û piştî tunekirina DAIŞ’ê, em dibînin ku komployeke mezin li dijî kurdan tê plankirin. Li gorî min, ji şerê cîhanê yê duyemîn heta îro tu şer an jî lihevkirin mîna li ser kurdan hatine plankirin pêk nehatine. Êrîşên Tirkiyeyê û hewldana wê ji bo qirkirina hebûna gelê kurd e. Ev yek jî li gorî lihevkirinên hêzên navdewletî di serî de Rûsya û DYA’yê pêk hatin.”

Bang li gelê kurd kir

Newaf anî ziman ku li hemberî vê komploya ku hebûna kurdan hedef digire de hewcehî bi avakirina yekitiya kurdan heye û wiha got: “Ez bang li tevahiya gelê kurd dikim ku li dora înîsiyatîfa rewşenbîr û hunermendên kurd kom bibin. Bi vê yekê re jî pêşî li qirkirinên ser kurdan bigirin.”

‘Divê kongre di zûtirin dem dê bê lidarxistin’

Herî dawî jî Newaf ev tişt anî ziman: “Hewceye hêz û partiyên siyasî yên kurd bi lez Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin. Berjewendiyên xwe yên kesayetî û partîtî danin hêlekê û berjewendiyên gelê xwe esas bigirin. Bi vê yekê dikarin gelê xwe ji qirkirin, koçberî û guhertina demografyayê xilas bikin. Proje û planên ku rê li ber yekitiyê digirin, bi rêya kongreyê dikare bên têkbirin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar