Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Divê PDK feraseta birakujiyê biterikîne û pêşmerge jî ji Zînî Wertê vekişe’

Aloziya ku piştî PDK’ê pêşmerge şandin herêma Zînî Wertê derketî hê jî didome. Ev hewldana PDK’ê rastî bertekên raya giştî ya kurd tên. Li hêla din ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) didome û gelê kurd ji vê ambargoya PDK’ê aciz e. Têkildarî mijarê ji pêşmergeyên PDK’ê yên berê Mûstafa Olmez ji MA’yê bi Mujdat Can re axivî.

Olmez da zanîn ku di salên 1970’yî de pêşmergeyê PDK’ê bû û wiha got: “Wê demê hemû malbatên mezin piştgirî da PDK’ê. YNK wê demê gelek xurt nebû. Gelek endamên malbata me ji ber bûyerekê dev ji pêşmergetiyê berda. Ji bo ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, me weke eşîra Jîrkiyan civînek li dar xist. Rayedarên PDK’ê jî tev li bûn. Xwestin em pirsgirêkên xwe yên navxweyî deynin aliyekî û bi hev re li dijî Sedam şer bikin. Ji me re gotin, ‘Sedam yekîneyeke taybet şandiye da ku herêma we bi dest bixe û êrîşî PDK’ê bike. Wê çend roj şûnde bigihin vir.’ Me jî kemîn danî. Eşîrên herêmê bûn yek. Me li nêzî gundê Geznexê li qada Taştemerê kemîn danî û gelek leşkerên wê yekîneyê kuştin. Bi dehan leşker jî me dîl girtin. Min ji dîlekî re got, ‘Ma hûn şerm nakin ji bo pereyan li aliyê Sedam cih digirin û xwîna gelê xwe dirijînin.’ Wî jî ji min re got, ‘Em YNK’î ne. Fikra me cuda ye lê me îxanet li kurdan nekiriye. PDK hûn xapandine, ber bi me ve şandine. Em ji bo ku bi we re peywendiyê deynin hatibûn herêmê.’”

‘Me bi komployekê li ber birayên xwe kêmîn danî’

Bi domdarî jî Olmez ev tişt anî ziman: “Em hatibûn xapandin û gelek li ber ketin. Ji ber komployekê me li ber birayên xwe kemîn danî. Ji me re gotin YNK li cem Sedam cih digire. Lê paşê em hîn bûn ku tiştekî wisa nîne. Em gelek poşman bûn. Lewma jî gelekan ji me dev ji pêşmergetiyê berda. Nizanim aqûbeta pêşmergeyên YNK’ê yên hatibûn girtin bû çi. Lê me tiştek baş fêm kiribû û ew jî me xwîna hev rijandibû.”

‘Divê PDK baş bizane ku tenê dijminekî kurdan heye’

Di berdewamê de jî Olmez bi bîr xist ku wê çaxê TV, radyo, rojname û înternet belav nebûbûn û wiha pê de çû. “Me li gorî gotinên mezinên malbatan hereket dikir. Lê niha hemû kurd hev nas dikin. Divê kurd êdî bi axaftinê mesilhetên xwe çareser bikin. Em naxwazin bira xwîna birayî birijîne. Wê ev bibe hetîketiya kurdan. Divê PDK baş bizane ku tenê dijminekî kurdan heye. Dibe ku niha êrîşî PDK’ê neke lê sibê heke hêzeke kurdan nemîne dê hewl bidin PDK’ê û başûrê Kurdistanê ji holê rakin. Ji ber vê jî divê pêşmergeyên PDK’ê ji Zînî Wertê derkevin.”

‘Divê PDK li gorî hişmendiya yekitiya neteweyî tevbigere’

Herî dawî jî Olmez ev tişt destnîşan kir. “Kurdistan axa hemû kurdan e. Divê ambargoya li ser birayên me yên li Mexmûrê rakin. Çend roj berê jî êrîşî Mexmûrê kirin û 3 jin kuştin. Heke PDK bixwaze destkeftiyên kurdan biparêze, divê hin kesên di nav xwe de hel bike. Ev kes ji bo îstixbarata tirkan dixebitin. Tekane karê wan ew e ku berê kurdan didin hev. Divê feraseta birakujiyê biterikînin û pêşmerge demildest ji Zînî Wertê vekişin. Ên zimanê me qedexe dikin ne dostên pêşmergeya ne. Lewma divê pêşmerge bizane bê ka dijminê wan kî ye. Partiyên kurdan divê hev xurt bikin, bi çavê dijminatiyê li hev mêze nekin. Dibe fikrên wan ên siyasî ne wekhev bin lê divê bi hişmendiya yekitiya neteweyî tev bigerin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar