Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Divê PDK hêzên xwe vekişîne’

Parlamenterê YNK’ê Luqman Werdî, liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li qadên gerîla axivî û diyar kir ku ev planeke dewleta tirk e û divê PDK hêzên xwe paşve vekişîne

Parlamenterê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Luqman Werdî ku bi xwe xelkê herêma Balekayetiyei têkildarî liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li Balekayetî û Biradost axivî û fikarên xwe anîn ziman.

Parlamenterê YNK’ê Luqman Werdî diyar kir ku tişta ku PDK’ê bi rêya nûkirina baregeh, bicihkirina çekên koalîsyonê û tevgerkirina hêzê dike karek nerewa, nerast e û divî ev tişt bê rawestandin.

Werdî da zanîn ku armanca liv û tevgera hêzên PDK’ê şerkirina li dijî gerîla ye û ev tişt anî ziman: “Rojekê kurdên başûrê Kurdistanê çûn parçeyên din ên Kurdistanê û hêzên şoreşger ên kurdên parçeyên din alîkariya wan kir. Lewma divê niha başûrê Kurdistanê jî rêz li xebata bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê bigire.”

Di axaftina xwe de Werdî banga yekrêzî û yekitiya neteweyî li aliyan kir û diyar kir ku li beramberî aliyek siyasî yê kurd livandina hêzê karekî nerast, xerab e û wê careke din şerê kurd bi kurd rû bide.

Luqman destnîşan kir ku ew ji planek dewleta tirk e û ji PDK’ê xwest ku vê hêza xwe vekişîne û rewşê aram bike.

Her wiha Werdî aşkera kir ku çûyîna wan hêzan pêwîst nake û pêwîstiya herêmên Balekayetî û Biradost bi şer nîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê PDK wan çekên ji koalîsyonê wergirtiye, ji bo vegerandina herêmên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne  bikar bîne.” BIRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar