PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Divê pergaleka konfederal a jinên cîhanî bê avakirin

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed ku beşdarî Kongreya 9'emîn a Kongra Star bûbû axivî û got, “Pêwîste jinên tevahî cîhanê xwe di nava sîstemeke konfederal de birêxistin bikin. Ev derfet ava buye, divê ji destê xwe bernedin.”

Kongra Star kongreya xwe ya 9’emîn di salvegera xwe ya 18’emîn de bi dirûşma “Bi rihê têkoşîna şoreşa jinan, em ê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixin” li dar xist. Yek ji wan hezar jinên xwedî biryar, sekn û helwest ku beşdarî kongreyê bû Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bû. Îlham Ehmed rewşa ku îro jinên Sûriye, Rojhilatê Navîn û giştî cîhanê tê de derbas dibin bi berfirehî nirxand.

Îlham Ehmed got ku şoreşa îro jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dest pê kiriye nîşana vê yekê ye ku bi rastî sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiya jinan û civakê û wiha domand: “Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin sîstema desthilatdar a mêr ku bendên di bin navê ol de dane pêşxistin jin hatine qetilkirin û di kesayeta wan de jî jiyan hatiye qetilkirin. Jinan li dijî sîstemê û zagonan şoreşeke girîng dane destpêkirin û kombûyîna jinan li dora dirûşma “Jin Jiyan Azadî” pir bi wate ye, girîng e ku di vê sedsalê de tiştekî wiha çêbûya. Gavên ku jin diavêjin pir girîng in, şoreşa rojhilat jî ne wisa dest pê kiriye berî wê şoreşek jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin û hêza xwe jî ji wê girtiye. Li hemberî hemû zordariyan, sîstema desthilatdar û hişmendiya mêr serhildanek çêbûye, kombûyîna li dora vê serhildanê jî gelek girîng e.”

Êrişên li dijî têkoşîna jinan

Îlham Ehmed da payin ku li gelek welatên Ereban gavên pir girîng hatin avêtin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Jinên Ereb jî beşdar bûn û piştgirî dan van şoreşan lê mixabin asta rêxistinbûyîna jinan têrê nedikir. Careke din û bi israr sîstemên desthilatdar dixwazin însiyatîf bigrin û li dijî têkoşîna jinan bi tundî nêz dibin û hewl didin têk bibin. Bi taybetî dixwazin serhildanên ku jinan dest pê kirine têk bibin. Mînak, niha Tûnis li ber çavan e ku li dijî destkeftiyên jinan di şoreşa de bi dest xistine dixwazin têk bibin û keda bi salan vala derbixin. Pêwistî pê heye ku di van serhildan û şoreşan de jin bêtir birêxistinkirî bin û bi awayekî yek deng û armancê beşdar bibin.”

Şoreşa Rojhilat û Îranê

Îlham Ehmed bal kişand ser serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û got ku divê bi zanebûn serhildan û têkoşînê bi pêş bixin û wiha pêl da gotinên xwe: “Li Rojhilatê Kurdistanê serhildan bi rengekî xwezayî bi qetilkirina Jîna Emînî jinan dest pê kir lê divê ku birêxistinkirî û bi zanebûn ev têkoşîn bi pêş bikeve. Ger ne birêxistinkirî be xeteriya ku ev serhildan têk biçe heye. An jî dê jin bi qetilamên mezin re rû bi rû bimînin. Metirsiyên bi vê awayê hene, ji lewre bi şêwazekî xweser di aliyê jinan de xwebirêxistinkirin gelek girîng e.”

Destxeftî hene lê metirsî jî hene

Îlham Ehmed bal kişand ser şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku ruxmî temînata heyî hê jî jin tên qetilkirin û wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan şoreşek li dar xistiye û di bin siya Kongra Star de xwe bi rêxistin dikin. Lê ruxmî ku jin bi awayekî taybet xwe bi rêxistin kirine û zanistek heye ku çawa ev jin werin parastin jî li gelek deveran jin bi tundî û qetilkirinê re rû bi rû tên û ev li cihê xebatê û di navendên biryarê de jî pêk tên. Bi van nêzikatiyan dixwazin jinan bêteref bikin, îradeya wan nas nekin û tevlî biryaran jî nekin. Li devera ku hê çand û zihniyeta demokratîk lê bi pêş neketiye, xeteriyên ku jinan bixin bin kontrolê û rêxistina jinan têk bibin hene. Ji lewre pêwistî pê heye ku hîn bêtir jin li dora dirûşma “Jin Jiyan Azadî” xwe kom bikin.”

Li Sûriyeyê şoreşa demokratîk

Îlham Ehmed behsa kongreyên ku jinên kurd li dar xistine kir û wiha got: “Kongreyên ku ne tenê li Rojava li gelek deveran li dar dixin, yekem car e ku jinên kurd pêşengiyê ji wan re dikin û şêwazeke wiha ya komkirina jinan ji her welatî û anîna cem hev bi pêş dixin. Bêguman kongreyên wiha pir bi hêz in û hêzê didin civakên demokratîk û sîstemên ku bi rastî ji bo azadiyê têdikoşin ku jin bi awayekî xurt pêşengiyê dikin. Mekanîzmaya rêxistina jinan li hemberî hemû rengên tundiyê temînata herî bingehîn û sereke ye ku hem jinan diparêze û hem jî dibe temînata demokratîkbûna civak û sîsteman. Ji lewre pêşengiya jinan gelek girîng e. Mînak li Sûriyeyê di destpêka şoreşê de gelek serhildan hebûn ku hejmarek zêde ji jinan di nav de cih digirtin lê niha di beşên ku li dijî sîstemê serî hildane de em rengê jinan nabînin. Ji qada siyasetê jin hatine dûrxistin. Ji lewre tê xwestin ku jinên Sûriyeyê xwe bi rêxistin bikin da ku destûreke demokratîk bi dest bixin û şoreşeke demokratîk di hundirê Sûriyeyê de pêk bînin.”

Rewşa jinên li heremên dagirkirî

Îlham Ehmed jinên li herêmên dagirkirî bi bîr xist û got ku îstixbarata tirk li dijî jinan polîtîkayeke taybet dide meşandin û wiha pê de çû: “Herêmên dagirkirî nimûneya herî ber bi çav a ku çawa sîstema mêr jinan di bin kontrola xwe de girtiye. Her rengê tacîz, tecawiz, kuştin û îşkenceyê bêyî ferq û cudahiya netew û baweriyan li jinan dikin. Îstixbarata tirk û çeteyên wê siyaseteke taybet li dijî jinan dimeşînin. Divê ku bi awayekî veşartî jî be jin xwe bi rêxistin bikin, deng bidin û rewşa ku tê re derbas dibin ji derve re ragihînin. Her wiha divê ku ew jin xwe bigihîjînin mekanîzmayeke parastinê. Ji hemû deveran zêdetir pêwistî pê heye ku jinên li herêmên dagirkirî mekanîzmeyeke parastinê ji bo xwe ava bikin.”

Pêwistiya pergalekê konfederal a jinên cîhanî

Îlham Ehmed bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: “Derfeteke dîrokî li pêşiya jinan vebûye û derfetên xwe zanekirinê jî pir li pêş in. Bi belavbûna zanista azadî û demokrasiyê re kêliyên azadiyê yên pir xurt li pêşiya jinên tevahî cîhanê ne. Ji lewre divê ku jin ne tenê li welatekî yan jî Rojhilata Navîn lê belê li ser asta cîhanî divê di pergaleke konfederal de xwe birêxistin bikin. Divê ku jinên cîhanî yên di navendên biryarê de cihê xwe digrin bi rih û zanista jinan tevbigerin da ku aştiyeke cîhanî pêk were, jiyana nû ava bibe û newekheviya heyî bi dawî bibe. Ji lewre pêwîst e ewqas jin hevgirtî bin û di bin siya rêxistinek de bi şêwazeke konfederal bikaribin sîstema desthilatdar têk bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar