Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Divê pêşî mêr li dijî komkujiya jinan rabin ser piyan

Mêrên kurd li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ev tişt anîn ziman: “Dema jinek li cihekî hat qetilkirin ne jin, mêr divê rabin ser piyan û li dijî komkujiya jinan dengê xwe bilind bikin. Dest ji komkujî û tundî berdin, hêrsbûna li ser jinê sûc e. Divê fêhm bikin ku bê jinan jiyan nabe.”

Li Rojhilata Navîn bi taybetî li Îran, Kurdistan û Tirkiyeyê di hemû qadên jiyanê de mafên jinan bi tundî, destavêtin û kuştinê tê desteserkirin. Zihniyeta mêr dixwaze jinan ji îradeya azad bêpar bihêlin, xwebaweriya jinan têk bibin. Her meh gelek jin tên qetilkirin û mafê wan ê jiyanê ji dest tê girtin. Dema kujer bêceza dimînin, sûcdarên nû rê û rêbaza hewldana kuştinê ji kiryarên berê hîn dibin. Tevî van hemûyan jî jin li Kurdistan, Tirkiye û Îranê û her wiha li gelek deverên cîhanê di çarçoveya felsefeya “Jin, jiyan, azadî” de yekîtî û rêxistinbûna xwe didomînin. Jin li hemberî zîhniyeta mêr fêrî xweparastinê dibin.

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî vê carê JINNEWS’ê mîkrofonên xwe dirêjî mêran kir. Mêr tundiya li ser jinê çawa dinirxînin, çareseriya tundî û qetlîamên jinan çi dibînin?

Dengbêj Mihemed Yilmaz bi şermezarkirina qetlîamên jinan dest bi axaftina xwe kir û wiha axivî: “Em dibêjin ‘Jin, dayik jiyan in.’ Em di vî warî de qîmetê nadin jinan. Dema jinek li cihekî hat qetilkirin ne jin, mêr divê rabin ser piyan û bibêjin, şerm e, em çawa dikarin jinan bikujin. Divê fêhm bikin ku bê jin jiyan nabe. Divê em qîmeta jinê bizanibin û li dijî qetlîamên jinan dengê xwe bilind bikin. Berê jin di bin navê feodalîzmê de di bin navê şermê de di nav kurdan de dihatin qetilkirin, tunekirin û zerar dîtin. Niha li ser navê olê jin tên qetilkirin. Mêr her tiştî ji xwe re helal dihesibînin, ji bo jinan heram dibînin. Nerast e ku mêr her tiştî ji xwe re azad bikin lê ji jinan re heram be. Em dibêjin, ‘Wê wisa kir, ev li dijî namûsê ye.’ Namûs ne tiştekî taybet a jinan e. Divê rûmeta mirov ax, welat, nirx û çanda wî be. Vê yekê nabînin, jinekê dikujin. Her kesê ku ji xwe re dibêje mirov divê xwedî li mafên jinan derkeve.”

Mîhemed Yilmaz bal kişand ser bêcezabûna qetlîamên jinan, diyar kir ku ne tenê jin, divê mêr jî ji bo çareseriyê dengê xwe bilind bikin û got, “Tişta ku li Tirkiyeyê bêceza dimîne qetlîama jinê ye. Dema zarokek nan didize 12 sal ceza didin wî. Yan jî kesek tiştekî dibêje û 15-20 sal ceza didin wan, lê dema yek jinekê dikuje bê ceza dimîne. Edaleta vî welatî ne edalet e. Ger edaletek hebûya, li gorî min divê yê ku jinek kuştiye heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de bimîne. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê ev bêcezakirin wek diyarî tê dayîn. Pêşî divê dewlet qanûnên xwe biguherîne. Divê qanûnên heyî yên ji bo jinan derxin pêş. Divê hemû gel li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin. Divê her kes bikaribe ji van komkujiyan re bêje ‘Êdî bes e, ger jin bên qetilkirin jiyan nikare bidome.’ Divê hem jin hem jî mêr li hemberî vê yekê bisekinin û diyar bikin ku ew vê qebûl nakin. Yên jin qetil kirin divê heta dawî di girtîgehê de bimînin da ku careke din komkujî pêk neyê.”

Naîf Subaşi yê ku me piştre mîkrofon da destê wî, anî ziman ku bi jiyaneke wekhev dikarin van binpêkirinan ji holê rakin û got, “Dest ji komkujî û tundî berdin, hêrsbûna li jinê jî sûc e. Jin dayik in, jin dîl, feqîr in, xizmetkar in. Ger jin nebin, mêr jî tune ne. Yê ku mêran diafirîne jin e. Divê em rêz û qîmetê bidin jinan. Ez nikarim bibêjim mêr xelet in, jin xelet in û divê bên qetilkirin. Karakterên wan li hev nagirin an jî dibe ku di navbera wan de cudahî hebin, lê ji bo vê yekê kuştin û şîdet hewce nake. Eger jiyana wekhev, xwişk û biratî pêk were dê her tişt baş bibe.”

Rênas T., diyar kir ku dewlet mêr e û ji ber vê yekê mêran diparêze û ji ber vê yekê jî ewqas komkujî û tundiya li ser jinê diqewime û got, “Belê, li Tirkiyeyê şîdeta fizîkî li gorî welatên Ewropayê zêdetir e, lê li wir jî îstîsmar û zexta li ser jinan heye. Lê dema ku em bi taybetî li Tirkiyeyê dinêrin, divê em hinekî kûrtir biçin. Divê em biçin dewletê. Dewlet bi hemû saziyên xwe mêr e. Di demekê de tê fêmkirin ku jin mehkûmî vê sîstemê ne. Ji ber vê yekê îro şîdeta li ser jinê û bikaranîna gotinên nefrete ya li dijî jinan li vî welatî tiştekî normal e. Ji ber ku dewlet e. Li pişt mêr heye. Dewlet vî mirovî diparêze. Dewlet di demekê de xwe diparêze. Çawa ku xwe diparêze, mêr jî diparêze. Li cihekî ku mirov tê parastin, tiştekî normal e ku mirov sûc bike. Ji ber ku tu xalek ku meriv dikare were darizandin tune. Wexta mêr bê parastin dikare her tiştî bike.”

Rênas T.anî ziman ku dewlet û saziyên wê mêr in û ji ber vê yekê ji bo parastina zayenda xwe dikarin her tiştî bikin û got, “Li ser vê yekê jin tên kuştin û tundî li wan tê kirin. Di vê xalê de beriya her tiştî xweparastin û heta xwe birêxistinkirin ji aliyê jinan ve tê kirin. Dewlet jî vê yekê weke xeteriyekê dibîne. Ew qet destûrê nade. Ger du jin bên gel hev û li wir rêxistinbûnekê pêş bixin, dewlet yekser mudaxele dike. Mînaka herî hêsan Dayikên Aştiyê ne. Mînak herî dawî hatin binçavkirin. Dema em lê dinêrin ev dayikên me aştiyê dixwazin. Lê ji ber ku li wir îradeya jinê û rêxistinbûna jinê heye, dewlet yekser mudaxele dike. Ew dibêje, ‘tu nikarî li wir bî’. Divê jin li dijî komkujî û tundiya li ser jinê xwe bi rêxistin bikin.”

Munzur Ozdal got, “Tundî tu carî nesekiniye û wê neqede” û bal kişand ser polîtîkaya bêcezakirinê û got, “Siyaseteke ji polîtîkaya bêcezakirinê wêdetir dimeşînin. Di polîtîkaya xwe de jinên hatine qetilkirin, kêliyên qetilkirina wan û lebatên wan ên jêkirî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve dikin. Gelek sedemên vê yekê tenê ew e ku ji jinan re bêjin ku dê ev tişt were serê wan û divê ew di malên we de bimînin, bizewicin û li zarokên xwe xwedî derkevin. Dixwazin jinan di nava çar dîwaran de bihêlin. Dixwazin bitirsînin. Ew vê medyaya dîjîtal wekî qehweyekê pêşkêş dikin. Ji bo vê jî divê jin ti carî nekevin nava tariyê. Divê ew di nav çar dîwaran de nemîne. Ger hewce be divê em destê xwe bidin hev û dengê xwe bi hev re li kolanan bidin bihîstin.”

Munzur Ozdal bi lêv kir ku tişta ku sîstem weke desthilatdar nîşan dide baviksalarî ye û wiha got: “Ya ku herî zêde xwedî vê yekê ye dewlet e. Di pergala baviksalarî de dijminatiya jinê heye. Di avahiyeke bi tevahî baviksalarî de xwe pêş dixin. Di nav van de bi giştî mêr sûcdar in. Bi rastî, ew çi dixwazin dikin, li ser pişta hev û din dest û milên xwe dihejînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar