Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê pirsûsî Emîne Şenyaşar bîne bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan’

Girtiyên ji Pirsûsê yên di grevên birçîbûnê de, peyam ji gelê navçeyê re şandin û gotin ku roja hilbijartina 31’ê adarê gelê Pirsûsê Emîne Şenyaşar a hevjin û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan

Girtiyên ji navçeya Pirsûs a Rihayê, yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyeyê girtine û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, ji gelê navçeyê re peyam şandin û xwestin Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, ji bîr nekin.

Sedat Karak û Ahmet Balî yên name nivîsandin, ji gelê Pirsûsê xwestin ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de malbata Şenyaşar bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan.

Li dijî Dehaqan dê ev berxwedan teqez qezenc bike

Girtiyan di nameya xwe de diyar kirin k udi 8’ê çileyê de 6 girtî dest bi greva birçîbûnê kirine û di 1’ê adarê de jî ev hejmar gihiştiye 27 kesan û wiha gotin: “Hemleyeke ku bi pêşengtiya rêheval û wekîla me Leyla Guven hatiye destpêkirin, heye. Em di serî de heval Leyla Guven û hemû rêhevalên xwe yên di hemleya ‘Em tecrîdê bişikinin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de ne silav dikin. Her berxwedanekê bi xwe re qezencek aniye. Em ê jî li ber xwe bidin û qezenc bikin. Weke ku di dîrokê de jî heyî, li dijî zilma Dehaqan ev berxwedan teqez dê qezenc bike. Em zarokên agir û rojê, em ê faşîzma AKP û MHP’ê bi agirê xwe bişewitînin û bikin xwelî. Em bi biyar û hêvî ne. Heqîqeta jiyana di riha azadiyê bi cih bûyî, her tim bûye xeta serketinê ye. Bi ruhê Newrozê em Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bêdengiya li dijî Dehaqan ji holê rakin. Ji ber ku roj ne roja bêdeng mayînê ye.”

Dê Pirsûs şeqamek mezin li faşîzmê bide

Karak û Balî di nameya şandin de ji gelê Pirsûsê xwestin ku Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di hilbijatina 24’ê Hezarîna de hatin kuştin, ji bîr nekin û wiha dawî li nameya xwe anîn: “Em ji bo dayika Emîne silav û heskirinên xwe dişînin. Em baş dizanîn ku gelê Pirsûsê dê di vê hilbijartinê de şeqamek mezin li faşîzma AKP û MHP’ê bidin.”  OSMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar