Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê qeydên beriya mehekê bên lêkolînkirin’

Sibê danişîna doza komkujiya Pirsûsê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibû dê bê dîtin. Parêzera mexdûran Kader Tonç diyar kir yek ji delîlên girîng ên bûyerê qeydên vîdeo ne û xwest qeydên vîdeo yên mehek beriya bûyerê bên lêkolînkirin

Di 20’ê tîrmeha 2015’an de endamên DAIŞ’ê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî ciwanên sosyalîst êrîşa xwekujyê pêk anîbû. Di êrîşê de 33 ciwanên endamên Federasyona Komeleleyên Ciwanên sosyalîst (SGDF), li pêş Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsa jiyana xwe ji dest dabûn û 104 ciwan jî birîndar bûbûn. 12’emîn danişîna dozê sibê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Firan a Rihayê ku Navçeya Hîlvanê bê dîtin. Heta niha der barê şahidên sereke yên komkujiyê Îmam Abdullah Polat Aslan de 3 sal in tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Qeydên kamerayan ên der barê bûyerê de piştî 4 sal şûnde ketin qeydên dosyayê. Dadgehê 3 sal şûnde îfadeya Aslan girt. Li ser israra parêzeran dadgehê der barê Aslan de serlêdana sûc kirin.

4 sal şûnde heyeta dadgehê qeydên kameraya MOBESE yên berî bûyerê, dema bûyerê û piştî bûyerê ji Midûriyeta Polîsan a Rihayê xwest û li dosyayê zêde kir. 5 saet dîmen hatin qutkirin û li dosyayê hatin zêdekirin. Berî bûyerê Abdurrahman Alagoz ê komkujiyê pêk tîne, li bajaroka Alîgorê bi meş tê Pirsûsê. Heta komkujiyê pêk tîne jî yêlekê bombekirî li ser wî ye. Bi awayekî serbest tê navçeya Pirsûsê.

Qeydên kamerayan tev li dosyayê kirin

Parêzera dosyayê mexdûran Kader Tonç diyar kir ku 5 saet qeydên kamerayên MOMESE’yê qut kirine û li dosyayê zêde kirine û wiha got: “Ev 5 saetên dîmenan kêm in. Di danişînê de tenê 3 bersûc hene. Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî û Yakup Şahîn jî ji ber Komkujiya Enqereyê ceza xwariye. Di ser komkujiyê re 4 sal borîn. Lê heta niha doz gavekê jî pêş neketiye. Aliyên ku em dixwazin bên lêkolînkirin me li daxwaznameyê nivîsî. Lê der barê tiştekî de dîmen tune û me xwest dozger der barê vê yekê de lêkolîn bike.”

Divê qeydên mehek beriya bûyerê bên lêkolînkirin

Di axaftina xwe de Tonç da zanîn ku yek ji delîlên girîng ên bûyerê qeydên vîdeo ne û xwest qeydên vîdeo yên mehek beriya bûyerê bên lêkolînkirin. Tonç anî ziman ku piraniya qeydên girîng hatine qutkirin û di dosyayê de tune ye û wiha domand: “Em tenê qeydên dîmenan ên 19-20’ê tîrmehê naxwazin. Em qeydên mehek beriya bûyerê dixwazin li dosyayê bên zêdekirin. Em dibînin ku Alagoz bi hêsanî tev digere û ev yek bi serê xwe şikekê ava dike. Divê midûriyeta polîsan tespît bike ku bersûc berê kengî hatiye navçeyê û bi kî re ketiye nava temasê. Ev yek tenê bi dîmenên kamera yên 19-20’ê tîrmehê nayên tespîtkirin. Walîtiya Rihayê mehek berê agahiya îstîxbaratê ji midûriyeta polîsan û leşkeran re şandiye. Li gel van agahiyên îstîxbarê em dibînin ku MÎT, cendirme û polîs ketine nava îhmalê. Piştî teqînê heta saet 18.00’ê êvarî qeyda dîmenan tune ye. Ev qeyd bi taybet hatine qutkirin.”

Banga tevlibûna danişînê kir

Her wiha Tonç destnîşan kir ku şahid Abdullah Polat Aslan divê ne şahid wekî bersûc bê darizandin û wiha bi dawî kir: “Di danişîna dawî de me der barê Aslan de serlêdana sûc kir. Lê têkildarî mijarê tu gav nehatin avêtin. Em dê şopdarê vê yekê bin. Sibê danişîna dozê tê dîtin. Em bang li her kesî dikin ku tev li danişîna dozê bibin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar