Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Divê roj bibe roja azadiya Rêbertiyê’

Ciwanê kurd Ebû Muslum Dogan 14 sal berê li dijî komploya navneteweyî dawî li jiyana xwe anî, di nameya xwe de wiha gotibû: “Polîtîkayên tasfiye û tunekirinê di serî de li ser Rêber Apo li ser PKK’ê û hemû gelê Kurd tê meşandin. Divê roj bibe roja azadiya Rêbertiyê." Dayika wî Zax Dogan daxwaza rakirina tecrîdê kir.

Rêberê PGelan Abdulah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Piştî ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin di serî de Kurdistan li gelek deverên cihanê gel daketin qadan û komployê protesto kirin. Hêrs û berteka gelê kurd û gelên ji fikir û ramanên Abdullah Ocalan bandor bûne tevî salan jî berdewam dike. Her sal di 15’ê Sibatê ku gelê kurd di vê rojê de ku wê wekî “Roja Reş” penase kiriye, dadikevin qadan û wê rojê û komployê navneteweyî şermezar dikin.

Xwendekarê lîseyê Ebû Muslum Dogan ê 18 salî jî di 15’ê Sibata 2010’an de bi armanca şermezarkirina komplo û tecrîda li ser Ocalan li Çiyayê Reş ê Semsûrê xwe şewitand.

Ebû Muslum Dogan di nameya xwe ya ji 5 rûpelan pêk dihat de sedema çalakiya xwe wiha gotibû: “Aşkera ye ku gelê min ê bi hezaran salan e li ser vê axê dijî, ji her serdema dîrokê bêhtir rastî hîleyên qirêj hatiye. Ya dikeve ser mile gelê kurd ku li ser bingeha azadiyê dijî, van dek û dolabên qirêj ên bi sîstematîk tên meşandin, bisekinîne. Ez di wê baweriyê de me ku jiyana komunal û têgîna demokrasiya rasteqîn ku ji dîrokê ve di bingeha gelê min de heye û têgihiştineke rasteqîn a jiyanê di nav xwe de dihewîne, wê li dijî sîstema kapîtalîst bisekine û hemû berdêlên ji bo vê hatine dayin wê pûç nebin. Dîrokê karakterekî bê rawestan daye gelê kurd. Divê hemû gelê kurd jî li dîroka xwe xwedî derkevin û li ser esasê jiyana azad rawestin. Weke her ciwanekî kurd ez jî hezar carî minetdarê Reber Apo me ku gelekî navê wî jî qedexe bû ji tunebûnê afirand. Bila fêm bikin ku gelê kurd wê careke din rastî xiyanetê neyê. Ez dixwazim bi hemû baweriya xwe teqez bikim ku ew rêya ez lê diçim tucar jê venagerim. Berîtan bûyîn, li Semayan bilind bûne, Mazlûmbûne û xwe gihandina Viyanan e.

Rewşa ku em tê de ne, îspata aşkera ye ku êdî wêrankirin, înkar û qirêjî bi ser nekevin. Gelê kurd ê ku beriya niha navê wî dihat qedexekirin û înkarkirin, îro bi hemû rastiya xwe tê naskirin. Têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê îro gelê kurd aniye vê rewşê, cihê heyranê ye. Polîtîkayên tasfiye û tunekirinê di serî de li ser Rêber Apo li ser PKK’ê û hemû gelê Kurd tê meşandin. Di vî warî de berpirsyariya PKK’ê û tevahî gelê kurd e ku pêşî li pêkanînên kevneperest, tecrît û astengiyên li ser Rêbertiyê bigire. Ji ber vê yekê weke PKK’ê diyar kir “Divê roj bibe roja azadiya Rêbertiyê.”

Piştî çalakiya Dogan Rêber Apo ev nirxandin kiribû: “Dixwazim derbarê ciwanê Meletiyî Ebû Muslum Dogan ku xwe şewitand de çend tiştan bêjim. Min berê kurdbûna Meletiyê bi awayekî hişk rexne kiribû. Lê dixwazim bi vî hevalê ciwan re di kesayeta Zeynep Kinaci de nirxandineke nû bikim. Ev rûmeta kurdbûna Meletiyê ne. Ez bi xwe jî li hemberî van hevalan xwe berpirsyar dibînim. Min berê dengê Zeynep Kinaci jî guhdar kiribû. Li gorî min divê ji bo van hevalan li Meletiyê bîrdariyek were çêkirin. Divê kurdên Meletiyê kesayetiya mezin a van hevalan û bîranîna wan bidin jiyîn.”

Dayika Ebû Muslum Dogan, Zax Dogan diyar kir ku kurê wê ji bo tecrîdê şermezar bike xwe şewitandibû û xwest ku tecrîd demildest bê rakirin.

Zax Dogan anî ziman ku kurê we Ebû Muslum Dogan hê di zarokatiya xwe de fikrên Abdullah Ocalan bandor bûye û got ku kurê we di rêya Abdullah Ocalan de çû ye. Dogan bi bîr xist ku gelek ciwanên mîna kurê we Muslum çalakiyên bi vî rengî pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roja duşemê Muslum nameyek li pey xwe hişt û bedena xwe da ber agir. Cenazeyê wî 2 rojan li wî çiyayî bû. Piştî du rojan termê wî ji aliyê şivanan ve hat dîtin. Me piştî wê xeber girt. Bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn. Jendermeyan destûr nedan ku gel beşdarî merasîma cenaze bibin. Ji Colamêrg, Amed, Şirnex û gelek bajarên din welatî hatin cenazeyê wî. Tevî astengiyê jî gel beşdarî merasîma cenaze bûn û meşiyan. Di nameya xwe de gotiye li Amedê min veşêrînin lê em paşê nameyê hîn bûn.”

Dogan destnîşan kir ku Ebû Muslum di nameya ku li pey xwe hiştiye de li ser bîr anîna Çiyayê Bêzarê ku 6 jê gerîlayên PKK’ê 28 kesan di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn xwe wekî ‘Lawikê Bêzarê’ pênase kiriyê û wiha pê de çû: “Em her sal diçûn wir û dimeşiyan. Piştî Muslum ev çalakiyê pêk anî hem ji bo Muslum hem jî ji bo kesên li wir jiyana xwe ji dest dane em bi qurnefîlên dimeşiyan.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Dogan bi lêv kir ku Ebû Muslum ji zarokatiya xwe ve her tim qala Abdullah Ocalan kiriye û li ser bîr anînên kurê xwe ev tişt gotin: “Muslum hê 10 salî bû li ser vê fikrê bû. Her tim digot divê hemû mirov wekhev bin. Ew kesek pir cûda bû. Ew pir wêrek bû. Abdullah Ocalan her tim li ser hişê wî bû. Wî her dem behsa wî dikir. Digot Kurd bi saya Abdullah Ocalan ji bo mafên xwe têdikoşin. Di temenê xwe yê biçûk de şopandina rêya Abdullah Ocalan hilbijart. Min Müslüm di bin şert û mercên pir dijwar de mezin kir. Cilên ku li xwe bikin tune bûn. Min cilên wî bi destên xwe didirû. Wê demê mala me li Semsûrê bû. Piştre ji ber sedemên aborî û derketina cerdevanan em neçar man koçî Meletiyê bikin. Muslum 6 salî bû dema em koçî Meletiyê bûn. Me di bin şert û mercên pir dijwar de Muslum perwerde kir. Ji ber ku ew di malê de herî piçûk bû, ji hêla xwişk û birayên xwe û malbatê ve pir dihat hezkirin.”

Dogan bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û rê li ber aştiyê veke. Divê kurd bibêjin ku divê serokê me di bin tecrîdê de derkeve û ji bo mafên xwe têbikoşe. Bila dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Divê destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi malbat û xizmên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Bila ev tecrîd bê rakirin.. Bila êdî ev xwîn raweste. Divê dayik negirîn. Em dixwazin ev şer raweste.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar