Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

‘Divê saziyên ewropî li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê’

Seroka Komîsyona EUTCC’ê Karîene Westrheîm çû serdana 14 çalakvanên li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de. Westrheîm da zanîn ku divê saziyên peywendîdar ên Ewropayê ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê

Seroka Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) Karîane Westrheîm û endama komîsyonê Dr. Dersîm Dagdevîren, 14 çalakgerên greva birçîbûnê yên ji 17’ê kanûna sala 2018’an ve li bajarê Strasboûrg a Fransayê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, ziyaret kir.

Di serdanê de Westrheîm û Dagdevîren der barê rewşa çalakvanan de agahî wergirtin. Seroka EUTCC Karîane Westrheîm di serdanê de diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ji bo ku kesek dengê xwe bide bihîstin, gavekî pir wêrek e. Westrheîm anî ziman ku ew li bendê ye ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û ji bo vê hewldan hebin.

‘Helwesta saziyên ewropî cihê xemgîniyê ye’

Westrheîm bal kişand ser rola Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT) û wiha got: “Ez piştgiriyê didim çalakvanên di greva birçîbûnê de. Grevên birçîbûnê bi helwesta saziyên peywendîdar ên Ewropayê ve jî girêdayî ye. Em ji van saziyan dixwazin ku ji çalakgerên greva birçîbûnê re bibin alîkar da ku tecrîd bi dawî bibe. Helwesta van saziyan cihê xemgîniyê ye. Gelek siyasetmedar û parlamenterên ewropî mîna min difikirin. Bi vê yekê re dê Ocalan bikare weke aktorekî bingehîn di pêvajoyeke aştiyê de bi rola xwe tevbigere. ”

‘Bidawîkirina tecrîdê dikare bibe gaveke aştiyê’

Karîane Westrheîm herî dawî jî wiha got: “Ez bang li saziyên Ewropayê dikim ku ji bo guhertina hin tiştan, bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo vê jî divê bi Tirkiyeyê re di nava diyalogê de bin. Bidawîkirina tecrîdê dê bibe destpêka gava ber bi aştiyê ve.” STRASBOÛRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar