Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê şerê navxweyî teqez were şermezarkirin’

Vûral bal kişand ser dagirkeriya li Kurdistanê û nêzîkatiyên dagirkeran û wiha got: “Ji bo berjewendiyên neteweya kurd divê şerê navxweyî teqez were şermezarkirin. Divê tu kurd nekeve xwîna kurdekî din. Tiştekî wisa nabe. Kes vê qebûl nake.”

Kurdên ku bi komkujiyên bêhejmar hatin xwestin ji holê bên rakirin, bi berxwedana xwe hebûna xwe heta van rojan parastin û destkeftiyên girîng bi dest xistin. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên netew dewletên ku Kurdistan di nava xwe de parçe kirin, têkoşîna yekitiya netewî ya kurdan didome. Kurdên li dijî polîtîkayên îmha û înkarê ku li Lozanê di sedsala duyemîn a Peymana Lozanê de konferansa xwe pêk anîn, bangawaziyên xwe yên ji bo yekitiya xwe ya neteweyî careke din anîn rojevê.

Yek ji endamên damezirîner ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Mehmet Vûral li ser yekitiya neteweyî ya kurd nirxandin kir. Vûral, bal kişand ku pirsgirêka kurd, ji damezirandina Komarê ve hatiye kûrkirin û destnîşan kir ku bi qebûlkirina Peymana Lozanê re kurd bi nasnameya xwe ya neteweyî nekarîn bibin xwedî maf.

‘Bi yekîtiyek navxweyî kurd dikarin bigihêjin mafên xwe’ 

Vûral, bal kişand ku dewletên emperyalîst û netewî erdnîgariya kurdan perçe kiriye û wiha got: “Ji ber çar welatan di navbera xwe de kurd parçe kirin, tune hesibandin, tepisandin û kurd jî di navbera xwe de nebûn yek sedsalek me winda kir. Di sedsala pêşiya me de divê kurd di nava xwe de li hev bikin. Herî kêm divê hawirdoreke şer û pevçûnê nebe. Divê hawirdoreke diyalogê hebe. Heke kurd di nava xwe de hawirdoreke diyalog û xwişk û biratiyê ava bikin bawer bikin hêzên li dijî wan tê qels bin. Û kurd dikarin di demekî nêzik de mafên xwe bi dest bixin.”

‘Divê kurd di nava xwe de li hev bikin’ 

Vûral, destnîşan kir ku netewê herî mezin ku li ser cihanê nikare bibe dewlet û bênasname ye kurd in û diyar kir ku ev yek “guneha” hêzên serdest û netew dewletan e. Vûral, li dijî rewşa heyî girîngiya neteweyî destnîşan kir û wiha berdewam kir: “Guneha pêkneanîna yekitiyê ev e. Kurd hêj di nava xwe de şeran dikin. Heke kurd di nava xwe de diyalogekê ava bikin, bawer bikin Rojava, Rojhilat, Başur û Bakur dikarin di nava xwe de bibin xwedî statu. Dewletên zextkar jî dê êdî bibînin ku ne pêkane ku kurd bêstatu bijîn. Divê serok, rêber û kesên ku li ser navê kurdan xwedî gotin in di vê mijarê de gelek baldar bin. Divê kurd di nava xwe de li hev bikin.”

‘Divê kurd ne şerekî birakujiyê hiqûqeke xwişk û biratiyê ava bikin’ 

Vûral, anî ziman ku dê yekitiya neteweyî ya kurdan welatên serdest “qels bike” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê êdî nikarin têra xwe hespê xwe bibezînin. Ji xwe derdê van ew e ku me bînin hemberî hev. Divê kurd di navbera xwe de ne şerekî birakujiyê hiqûqeke xwişk û biratiyê bi rê ve bibin. Divê şerên navxweyî bên bidawîkirin. Divê şerê navxweyî teqez were şermezarkirin. Divê tu kurd nekeve xwîna kurdekî din. Tiştekî wisa nabe. Kes vê qebûl nake.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar