Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê siyaseta kurd bi ruhê yekitiyê rabe’

Li Wanê daxuyaniya Yekitiya Neteweyî ya Kurd hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwîst e siyaseta kurdî li her deverê bi ruhê yekitiya neteweyî rabe û li dijî êrîşan ser gelê kurd rabin

Li Wanê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma ‘Niha dema yekitiya neteweyî û pêkanîna azadiyê ye’ daxuyaniya Yekitiya Neteweyî ya Kurd li dar xist. Tevî hemû astengî û mudaxeleya polîsan jî daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê bi beşdariyek qelebalix hat dayîn. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, rêveberên DBP, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniya ku ji bo yekitiyê hat dayîn de ev tişt hat gotin: “Bi destên netewdewletên herêmî yên serwer û hêzên emperyalîst tevî modernîteya kapîtalîst, înkara hebûna gelê kurd destpê kir. Gelê me yê ku li hember vê rabûn li her çar aliyê Kurdistanê bi destê heman ferasetê bi qetlîamên dijmirov rû bi rû man. Lê di gel vî qasî qetlîam, mişextkirin û dûrxistinan gel tu caran ne dest ji hebûn ne jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Di demên herî zehmet de ji nû ve rabû ser pêyan; li hember desthilatdar û dagirkeran hebûna xwe, zimanê xwe, çanda xwe her parastin û hêj jî diparêzin.

Divê em bi bawerî rabin

Em îro di sedsala 21’emîn de ne. Hetanî doh hêzên ku plansaziya qetlîamên kurdan bi hev re dikirin, niha jî hewl didin ku bi kurdan re bibin hevalbend. Bêguman ev, encama berxwedana gelê kurd a du sed salan e. Lê mixabin talûke ne ji bo kurdan, ne jî gelên cîran ên ku bi sedsalan e em bi hev re dijîn, derbas nebûye. Ji ber vê yekê jî divê em têkoşîna xwe li gor rêgezên demokrasiya nûjen û li gor şert û mercên cîhana ku her diguhere saz bikin. Û dîsa divê em bibiryarbûn û baweriya xwe bi ronahiya berpirsiyariya bingehîn û bi peywira dîrokî nûvejen bikin û bimeşin.

Divê kurd xerabiya hev nexwazin

Li hember talûkeyên rojane, rêya parastin û zêdekirina destkeftiyên xwe, bi hêzkirina yekitiyek e netewî û li hember hemû êrîşan bi parastinek e vîn î dê pêk bê. Bi van helwestan bi dengekî bilind divê bê zanîn ku tu kurd, divê ne di meseleyên siyasî ne jî yên civakî de xwîna tu kurdekî din nerijîne. Divê tu kurd xerabiyê bi kurdekî din re neke, divê tu hêzên kurd ji bo berjewendiyên dewletên herêmî û serdest, êrîşî tu hêzên kurd ên din neke. Ger em bixwazin serbikevin û mafdar bin, bi gelên din re biratiya gelan saz bikin û bi hêzên din re têkiliyên dîplomatîk deynin, berî her tiştî divê em di nav xwe de vê helwestê pêk bînin û bidin destpêkirin.

Lazim e gele kurd bi ruhê yekitiyê rabe

Bendewariya gelê me jî ji siyaseta kurdî ev e. Lewre, her hêzên kurd ên ku li hember hesreta yekitiya gel û ruhê yekitiya neteweyî bin, armancên wan çi be bila bibe, hêza xwe ji ku bistînin bila bistînin dê her tim têk biçin. Em carek din li pêş çapemenî û raya giştî didin xuyan ku, peywir û berpirsiyariya ku gelê me danî ser milê me, em dê bi vê mebestê di rêya xwe de bimeşin û em hemû gelê kurd û siyaseta kurd vedixwînin ku bi van rêgezan tevbigerin.

AKP-MHP êrîşî yekitiya me dike

Îro hêza ku herî zede êrîşî yekitiya me dike bloq a AKP û MHP’ê ye. Ev bloq hemû pêkanînên xwe yên faşîzane pêşî li ser jiyan û qadên kurdan diceribîne û dawî wan pêkanînên xwe li Tirkiyeyê û li tevahiya herêmê belav dike. Mînakên vê bloqê yên herî ber bi çav pergala qayûm û polîtîkayên şer in.

Çûyîna li pey bloke dê felaketê bîne

Sedema bêhiqûqî û rejîma OHAL ê ku ev demek e dirêj e bloka AKP û MHP’ê dimeşîne ji xwesteka  paşvegerîna salên 90’î ne. Êdî tê zanîn ku di mihweriya dijminatiya kurdan de, bi tevlihevî û bi felaketan welat bi rê ve dibin û bi vî awayî desthilatdariya xwe li ser pêyan digirin. Divê êdî hemû gelê Tirkiyeyê vê lîstika xapînok bibînin. Ev blok,  bi salan e bi serdegirtina malên kurdan û bi deh hezaran avêtina wan ên zindanan, da xûya kirin ku şopînerê Evren e.

Em dê vê zilmê tu car nepejirînin û serê xwe netewînin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê bibînin ku kesên dijminatiya kurdan bikin dê têk biçin. Li dû vê bloka ku dijminê kurdan e çûyîn, divê bê zanîn ku dê bi xwe re felaket û tevliheviyê bîne. Bangewaziya me ji gelê me û hemû gelên Tirkiyeyê re ev e ku bloka AKP û MHP’ê êdî hatiye dawiya emrê xwe. Divê ev bê dîtin û li gor vê tercîh bên kirin.

Tecrîda li Îmraliyê rûreşiyek mezin e

Yek ji bêhiqûqiya herî mezin a bloka faşîst a AKP û MHP’ê jî tecrîda li Girava Îmraliyê ye. Li tu derê cîhanê bêhiqûqiyek wisa bi keyfî tuneye. Pergala Îmraliyê bûye pergaleke wisa ya îşkenceyê ku tu mafekî mirovî lê nayê nasîn.

Tecrîda Girava Îmraliyê ji bo Tirkiyeyê şerm û rûreşiyekî mezin e. Ne mimkûn e ku ev pergal bê qebûlkirin. Bi çalakiya greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Gûven a ku demek e berî niha hat girtin tecrîd hatibû bidawîkirin. Ev yek ji aliyê Wezirê Edaletê bi xwe jî hatibû ragihandin. Lê belê ji ber ku îro dîsa tecrîd didome çalakiya greva birçîbûnê dîsa destpêkiriye.

Em ji niha ve li vir diyar dikin! Ger di zindanan de bûyerekî neyînî biqewime, bila bê zanîn ku kiryarên vê rewşê bloka faşîst a AKP û MHP’ê bi xwe ye. Jixwe ev labaratûara îşkenceyê ya Îmraliyê di van şert û mercên pandemiyê de li hemû zindanan wekî pêkanînên dijmirovahî, binpêkirina mafên mirovan berz û bilind dibe. Di van rojên pandemiyê de çalakiya greva birçîbûnê hem me, malbatên me, hem jî gelê me dixe nav fikaran. Em bang li rayedaran dikin ku demek berî demekê bila dest ji pêkanînên xwe yên keyfî û bêhiqûqî berdin û dawî li tecrîdê bînin. Kengî tecrîd hatibe rakirin li Tirkiyeyê rewş aram bûye. Tu kes nikare vê yekê înkar bike. Ev yek gelek caran hatiye tecrûbe kirin. Divê Tirkiye êdî bizane ku bi tecrîdê nikare biçe serî û ji ber vê yekê jî statûya taybet a ku li Girava Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî dimeşîne divê bi dawî bike.

Biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş

Weke ku tê zanîn DMME’yê di derheqê birêz Demîrtaş ê ku bi salane awayekî bêhiqûqî wekî rehîneyekî siyasî tê girtin, biryara demildest berdanê da. Di vê biryarê de tişta herî girîng derkete holê ew bû ku operasyonên qirkirinê yên li ser siyaseta demokratik û bi taybetî jî li ser KCD’ê û saziyên demokratîk dihatin meşandin û hê jî dom dikin, mûdaxeleyên li dij hiqûqê ne. DMME’yê bi vê biryara xwe bang li dewletê kiriye ku teqez dest ji van mûdaxeleyên xwe yên li ser siyaseta demokratîk berde.

Em jî dixwazin ji vir bang bikin. Di serî de birêz Demîrtaş û hemû dîlgirtiyên ku rehîn têne girtin derhal berdin, dev ji pêkanînên xwe yên nehiqûqî ku li ser saziyên me dimeşînin berdin û biryara DMME’yê bi cih bînin. Bes di bingeha siyaseta demokratîk de bi kurdan re rekabetê bikin.  Hemû rêbazên derveyî vê ji bo me ne rewa ne. Di vê çarçoveyê de em hemû sazî û dezgehên demokratîk ji bo ku ev biryar bi cih bê vedixwînin hestiyariyê. Em jî hetanî ku heval û saziyên me azad bibin, dê bi biryarî li kolanan têkoşîna xwe bidomînin. Em ji gelê xwe jî dixwazin ku ji bo girtiyên siyasî azad bibin, dengê xwe tev li dengê me bikin.

Ji bo gelê kurd yekitiya neteweyî çiqas tiştekî stratejik be, avakirina pergaleke adil û wekhev li ser esasen demokrasî û aştiyê jî ewqas stratejîk e. Ji ber taybetmendiya pirsgirêkan û wan ve girêdayî rêbazên têkoşînê me mecbur dihêle ku em bi hev re tevbigerin. Ya rast jî ev e. Ji ber vê yekê hemû cihên ku kurd û hêzên demokrasiyê rastî êrîş û mêtîngeriyê tên ji bo me qadên têkoşînê ên ku ruh û biryara xwe em bikin yek in. Bila çi gumana gelê me û dostên me ji vê yekê nebe. Bi vê ve girêdayî;

Em bi biryar in ku ji aliyekî ve bi ruhê yekitiya neteweyî li hember mêtîngeriya li ser kurdan mil bidin milê hev, ji aliyê din ve jî bi gelê xwe ve li gel gelên din, li hember rejîmên otorîter ji bo avakirina pergaleke demokratîk têkoşîneke bênavber bidin.

Em ji bo gelê me yekitiya xwe ya neteweyî pêk bîne, mafên xwe yên polîtîk, çandî û aborî di makezagonê de misoger bike, ji bo avakirina pergaleke demokratîk a ku hemû hemwelatî wekhev û azad bijîn dê têbikoşin û li ser pîvanên hiqûqa gerdûnî têkoşîna xwe ya aştiyane û demokratîk bi biryar bidomînin.

Ji bo serkeftina vê yekê, baweriya me, biryardariya me û hêza me têrê heye. Tu zext, tu qirkirin ji daxwaziya me ya azadiyê û girêdana me ya civaka demokratîk ve û ji baweriya me, mezintir nîne. Faşîzma ku li ser me tê meşandin, diyar dike ku em çiqas mafdar in. Em soz didin hemû dost û gelê xwe ku vê mafdariya xwe bi biryardariya xwe ya têkoşînê re bikin yek.

Bijî Yekitiya Neteweyî ya Gelê Kurd!

Bijî têkoşîna me ya siyaseta demokratîk!

Dê gelê kurd bi ser bikeve!

Dê demokrasî û aştî bi ser bikeve!

Em ê tev bi hev re bi ser bikevin!” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar