Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Divê statu û ewlehiya Êzîdiyan bê misogerkirin

KNK'ê diyar kir ku biryara Meclîsa Federal a Elmanyayê ya ji bo naskirina Qirkirina Êzîdiyan biryareke girîng e, lê belê têrê nake û got, "Ji bo pirsgirêk bi temamî bê çareserkirin, divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara Meclîsa Federal a Elmanyayê ya ku sûcên li dijî Êzîdiyan hatine kirin weke qirkirinê nas dike, biryareke girîng e, lê belê heta ku statuya Şengalê û ewlehiya Êzîdiyan neyên misogerkirin jenosîd dikare dubare bibe û ji ber vê yekê jî hin daxwaz û bendewarî kir.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê wiha ye:

“Piştî Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) û deh dewletan, Meclîsa Federal a Elmanyayê jî qirkirina di sala 2014’an de li dijî xelkê me yê Êzîdî pêk hatibû weke Jenosîd qebûl kir. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vê biryarê bi girîngî dizane!

Di sala 2014’an de xelkê me yê Êzîdî tûşî êrîşeke bi mebesta qirkirinê Êzîdiyan ya ji aliyê DAIŞ’ê û hin hevkarên wê hatibû. Armanc û hedefa vê qirkirinê, ku xelkê me yê Êzîdî ji holê rakirin bû û helbet DAIŞ’ê bi tena serê xwe nekiribû, hevkarên wê hin dewletên herêmî jî hebûn.

Biryara Meclîsa Elmanyayê bi danasîna Jenosîdê biryareke erênî ye, lê ji bo çareserkirina pirs û dermankirina ku di dilê xelkê me yê ÊzÎdî de vekeriye têr nake!

Daxwaz û hêviyên KNK’ê di serî de ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû saziyên navdewletî yên di vê mijarê de biryar girtine, ku tişta bi serê xelkê me yê Êzîdî hatiye, weke Jenosîdê bi navkirinê raste û di cihê xwe de ye. Lê biryar bi vî rengî têrê nake. Pêwîstî bi hin biryarên din li gorî pîvanên wê çawa Jenosîd dubare nebe û heta radeyekê zerar û ziyanên wan bê telafî kirin. Ewlekarî û statuya xelkê me yê Êzîdî bê misogerkirin! KNK van daxwaz û hêviyan ji saziyên navdewletî dike ku bi van erkên xwe rabe û li gorî pîvanên çareserkirin pirsên xelkê ku tûşî Jenosîdê bûn bi heman rengî ji bo xelkê me yê Êzîdî jî tevbigere:

– Ewlekariya xelkên Êzîdî li Şengal û welatên ku lê niştecih bûne misoger bike

– Îradeya xelkê Êzîdî û statuyeke fermî ji bo herêma Şengalê bê naskirin.

– Dadgehkirina DAIŞ’ê û hêzên tevlî qirkirinê bûne li Dîwana Adeletê bê qebûlkirin û bê darezandin.

– Şengal û deverên xelkên Êzîdî lê niştecîhin ji êrîşan, di serî de ji êrîşên Tirkiyeyê bêne parastin.

– Ji bo jinûve avakirina Şengalê projeyeke navdewletî bi pêşengiya xelkê Şengal bê destpêkirin.

– Derfetan bo xelkê Êzîdî ji bo vegerin ser cih û warên xwe peyda bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar