PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Divê stratejî û taktîka siyasetê bê nirxandin’

Çîftyurek diyar kir ku kadro û girseya HDP'ê ji gundan heta bi navendê encamên hilbijartinê bi berfirehî dinirxînin û got: "Divê stratejî û taktîka siyasetê bê nirxandin. Dema ku ev hate kirin jî divê kes, kesayet nebin hedef. Kî dibe bila bibe divê zimanekî krîmînal neyê bikaranîn.”

Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek li ser pêvajoya nû û rola AKP’ê ya li qada navneteweyî ji ANF’ê re axivî.

Çîftyurek anî ziman ku serokkomar Erdogan careke din dixwaze hem bi rola desthilatdariyê hem jî bi rola mûxalefetê rabe û got, “Dixwaze mûxalefeta xwe biafirîne, lê belê ji ber krîza heyî ya siyasî û aborî nepêkane ku vê yekê bimeşîne.”

‘Eger dixwaze bi gelê kurd re li hev bike divê van bike’

Çîftyurek bi bîr xist ku Erdogan di merasîma sondxwarinê de got, “Eger dilê hinekan şikestibe, xeyîdî be bila bên em li hev bikin” û anî ziman ku gelê kurd 100 sal in bêriya peyva aştiyê kiriye. Çîftyurek destnîşan kir ku eger Erdogan dixwaze bi gelê kurd re li hev bike divê van bike:

“Divê wezîfeya şaredaran radestî wan bike. Soylû ji cîihanê re ragihandibû ku bi çi rengî qeyûm tayîn kiribû.

Divê 79 rojnamevanên girtî bêne berdan.

Dawî li tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan bê anîn.

Siyaseta cihêkirinê ya li hemberî xelkê me yê elewî tê meşandin bê bidawîkirin û daxwazên wan tavilê werin bicihanîn.

Heta ku ev neyên kirin bêwateye ku qala banga aştiyê tê kirin. Di nava desteya wezîran de hebûna wezîrên bi eslê xwe kurd, negirîng e.”

‘Biratiyek bi vî rengî li ser xapandinê ye’

Çîftyurek diyar kir ku Erdogan bi gotina ‘Bi xurtkirina biratiya hezar salî’ hewl da peyamê bide kurdan û wiha dewam kir, “Lê belê biratiyeke bi vî rengî nabe. Eger dixwaze bibe bira hingî divê li destûra bingehîn hebûna gelê kurd bê qebûlkirin, perwerdeya bi zimanê dayikê bê pêkanîn û ev yek bê ragihandin. Erdogan dibêje ‘li welêt aştî, li cihanê aştî’. Halbûkî Erdogan li 2 parçeyên Kurdistanê di pozîsyona dagirkeriyê de ye. Eger aştiyê dixwaze hingî divê hêza xwe ya leşkerî ji herêmên kurdan vekişîne.”

‘Ewropa desthilatdariya Erdogan ji bo xwe kêrhatî dibîne’

Çîftyurek destnîşan kir ku di serî de Rûsya tu pirsgirêkên dewletên despot ên li rojhilat bi Erdogan re nîne, neqişên heman qumaşî ne û got, “Hatin û pîroz kirin. Berjewendiyên cihana rojava hene. Cihana rojava ji ber berjewendiyên xwe li Erdogan sar jî be ji desthilatdariya wî ne aciz e. Bi taybetî ji ber mijara koçberan, desthilatdariya Erdogan ji bo xwe kêrhatî dibîne. Dema ku mirov bala xwe dide ser krîza siyasî û aborî, pêvajoyeke fîîlî ya ÎMF heye û em ê encamên vê yekê di dema bê de bibînin.”

‘Divê kêfa dijmin li me nê’

Çîftyurek bi bîr xist ku li ser encamên hilbijartinê nîqaş têne kirin û got, “Ji xwe encamên hilbijartinê yên 14-28’ê Gulanê li nava kadro û girseya HDP’ê bi berfirehî tê nîqaşkirin. Ji bingehê, ji gundan heta bi navendê divê em vê nîqaşê bikin. Divê stratejî û taktîka siyasetê bê nirxandin. Dema ku ev hate kirin jî divê kes, kesayet nebin hedef. Kî dibe bila bibe divê zimanekî krîmînal neyê bikaranîn. Siyaseta kurd dema ku kêmasiyên xwe nîqaş dike, divê zimanekî welê bi kar nîne ku kêfa dijmin bîne. Divê ji bo gelê me gavekê biavêje.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar