Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Divê Swêd lêborînê ji gelê kurd bixwaz e’

Dosyaya kuştina Olof Palme piştî 34 salan li Stockholmê bi civîneke çapemeniyê hate girtin. Têkildarî girîngiya mijarê ji bo kurdan û PKK’ê, nivîskar û siyasetmedarên swêdî û kurdistanî ji ANF’ê bi Mûrat Kuseyrî re axivîn.

Rojnamevan Lars Borgnas ku ji sala 1986’an û vir bûyera kuştina Olof Palme dişopîne diyar kir ku Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê (Sapo) yan jî komeke di nava Sapo de ku Palme li dijî dewletê weke gefekê didît, ew kuşt. Borgnas ragihand ku sûcê kuştina Palme destpêkê avêtin stuyê PKK’ê û piştre jî hewl dan bixin stuyê Chirster Petersson û bi vî rengî hewl dan rastiyê binixumînin.

Dadgeha Bilind diyar kir ku delîlek nîne ku nîşan dide Petersson bûyer kiriye, lewma ew berdane. Dozger Krîster Petersson pêr bi civîneke çapemeniyê ragihand ku Palme ji aliyê siyasetmedarekî ji partiyeke rastgir Stîg Bergstrom ve hatiye kuştin lê belê ji ber ku Bergstrom miriye, nikarin dozê lê vekin û dosya girt.

‘Kuştina Palme tê tarîkirin’

Têkildarî mijarê nivîskarê kurd Şoreş Reşî ku bi salan bûyer lêkolîn kir û li ser mijarê pirtûkek nivîsî bi bîr xist ku Bergstrom di sala 2000’an de jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Têkildarî kesekî miriye doz nikare bê vekirin. Bi vî rengî bûyera kuştina Palme tê tarîkirin. Ev yek ji bo Swêdê hewldaneke herî hêsan e ku ji bo xwe ji nava bûyerê derxîne. Kesê weke kujer tê sûcdarkirin dibe ku tenê fîguran be. Ez dozger an jî polîs nînim. Dibe ku ew kes endamekî îstîxbaratê be. Şeva ku Palme hate kuştin, ji polîs re got ku ew dixwaze ji polîsan re bibe alîkar lê belê polîsan ev daxwaza wî red kirin.”

‘Aşkera bû ku tu eleqeya PKK’ê bi bûyerê re nîne’

Bi domdarî jî Reşî ev tişt anî ziman: “PKK partiyeke ku ji bo li dijî Tirkiyeyê şerê azadiyê bike ava bû. Ji ber sûcdariyên ku lê hatine kirin, 20 kes hatin girtin lê belê belgeyek têkildarî wan nebû. Aşkera bû ku tu eleqeya PKK’ê bi vê bûyerê re nîne. Li pişt bûyera kuştina Palme hêzên mezin hene. Rêxistinên îstîxbaratê hene. Kujerên navneteweyî yên ser bi Gladiyoyê hene. Aliyên vê yekê yên li Tirkiye û welatên Ewropayê hene. Ev bûyera kuştinê organîzasyoneke mezin e. Swêd bi van hemûyan dizane. Bi yê ku tetîk kişandiye jî zane.”

‘Divê Swêd ji kurdan lêborînê bixwaze’

Der barê mijarê de parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hakan Svennelîg jî diyar kir ku polîsên Swêdê tevî ku delîl di destê wan de nebû, ji bo PKK’ê weke berpirsyarê kuştina Palme nîşan bidin gelekî hewl dan û wiha pê de çû: “Divê Swêd û Yekitiya Ewropayê, PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne. Sûcdariyên ku Erdogan bi gotina terorê li PKK’ê dike, ji bo tepisandina gelê kurd û muxalefetê bi kar tîne. Divê dawî li vê yekê bê anîn. Divê Swêd bi xurtî lêborînê ji gelê kurd bixwaze.”

‘Divê mafên kurdan radestî wan bên kirin’

Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat jî daxuyand ku rewşeke sosret bû ku kurd weke berpirsyarê kuştina Palme hatin nîşandan û ev nirxandin kir: “Vê yekê bandoreke gelekî neyînî li Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê kurd kir. Divê ev yek êdî bê sererastkirin û mafê kurdan radestî wan bê kirin. Hin dadgehên welatên Ewropayê li ber hebûna navê PKK’ê ya li lîsteyên rêxistinên terorê rabûne. Divê Swêd û Yekitiya Ewropayê êdî PKK’ê bi terorîstiyê sûcdar nekin. Kurdên li Ewropayê jî divê vê yekê ji welatên Ewropayê bixwazin.”

‘PKK bi awayekî neheq hate sûcdarkirin’

Herî dawî jî parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh axivî û ev tişt anî ziman: “Divê mohra ‘terorîst’ a li PKK’ê hatiye xistin li hemû welatên Ewropayê bê rakirin. Ev pirsgirêk tenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çareser nabe. Divê kurd karibin li saziya herî mezin a medyayê ya welatên Ewropayê rastiyan binivîsînin. Divê her kes bibîne û bibihîze ku kurd û PKK 34 sal in bi neheqî tên sûcdarkirin. Divê bê gotin ku êdî dem hatiye ev mohra ‘rêxistina terorê’ bê rakirin. Divê dewleta tirk û Erdogan êdî nikaribin sûcdariya ‘rêxistina terorê’ li dijî kurdan bi kar bînin.” STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar