Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 182’yemîn de berdewam dike, li Buroya Îrtîbatê ya Navenda Giştî ya DBP’ê civîn li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê.
Metna daxuyaniyê wiha ye:
“Ji hîtleran bihûriye
Di pêvajoya ku welat ber bi zinarekî kûr ve diherike, azadiya mirovan bi sînor dibe û rejîma faşîzmê xwe ava dike de, em wekî hêzên demokrasiyê banga têkoşîna yekbûyî li ser xwe ferz dibînin. Li Tirkiye û Kurdistanê azadî û mafên mirovan, heq, hiqûq û demokrasî, bi rêbazên tundiyê di bin êrîşan de ye. Bi KHK’yên hatin derxistin, bi sedan komele, weqf û saziyên çapemeniyê hatin girtin. Baro, rêxistinên pîşeyî û saziyên mafên mirovan di bin dorpêça zextan de ne. Medyaya dijital hatiye dorpêçkirin. Li vî welatî kesên der barê rejîma AKP-MHP’ê de gotinekê bêjin û tespîtekê bikin, şev nivê şevê polîs deriyê wan dişkînin û wan binçav dikin. Niha mirov xweziya xwe bi serdema Hîtler tîne. Di vê pêvajoyê de em vê talûkeyê baş dibînin. Ji bo em rê li pêş vê talûkeyê bigirin, em dixwazin hemû rê û amûrên têkoşîna demokratîk pêş bixin. Em dixwazin rê li pêş vê talûkeyê bigirin.
Çavkaniya hemû pirsgirêkan
Ji tenduristiyê heta siyasetê, ji aboriyê heta ekolojiye çavkaniyên hemû pirsgirêkan neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Dema em li pirsgirêkên Tirkiyeyê dinêrin, em bi gelek mijarên pirsgirêkan re rû bi rû ne. Pirsgirêkên aborî, perwerdehî, tenduristî û hwl. Lê çavkaniya hemûyan pirsgirêka kurd e. Ji ber pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser nabin, dixwazin bi rêbaza tundiyê çareser bikin. Ji ber vê yekê pirsgirêk çareser nabin. Em ketine pêvajoya ku betalî zêde dibe, qeyrana aborî kûr dibe û mirov întîhar dikin. Gelê me xizan dibe. Xwezaya me û warê jiyanê talan û wêran dibe. Li aliyê din hevkarên îktîdarê sermayeyê li sermaya xwe zêde dikin. Pirsgirêkên tenduristiyê zêde dibin û çareserî ji şewba vîrûsê re nayê dîtin. Di vê pêvajoyê de di bin navê tedbîrên tenduristiyê de maf û azadiya mirovan tê sînorkirin. Dengê hêzên muxalif tên tepisandin. Li aliyê din bi milyonan dolaran didin şîrketên hevkarên xwe. Ji bo gelê Tirkiyeyê derziyekê zêde dibînin. Lê ji bo hêzên paramîliter ên li Lîbya, Sûdan, Azerbeycan û Sûriyeyê şer dikin û welatên cîhanê, ew wekî çeteyên terorîst îlan kirine, derziyan transfer dikin. Li şûna tenduristiya gel, îktîdara xwe diparêzin.
Polîtîkaya tunekirinê
Ji avakirina komarê heta îro, yek ji pirsgirêkên herî sereke yên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd di serdema Osmanî de jî hebû. Lê di salên dawî yên Osmanî de tepisandin. Di serdema komarê de zext, tundî û tepisandina kurdan bêtir zêde bû. Di serdema serhildanên Şêx Saîd, Agirî û Dêrsimê de li şûna çareser bikin bêtir tundî zêde kirin. Dîsa di salên 1990’î de pirsgirêka kurd bû sedema şerekî pir giran. Berberiya di nava civakê de zêde bû. Hêzên giredayî dewletê, nijadperestî sor kirin û nijadperestî pêş xistin. Gelê kurd wekî terorîst pênase kirin û reş kirin. Bi gotina ‘Serê mar’ li ser kurdan komkujî pêş xistin. Li aliyekî di qada ziman, çand û dîrokê de qirkirin pêş xistin, paralelî wê di qada leşkeri de jî polîtîkaya qirkirinê pêş xistin.
Ocalan aktorê siyasî ye û muxatabê çareseriyê ye
Birêz Abdullah Ocalan, li dijî pergalên dewletê yên pirsgirêkan kûr dikin, di sala 1993’an de agirbesta yek alî îlan kir. Aşkera kir ku pirsgirêka kurd bi tundiyê û şer çareser nabe. Ji salên 1990’an heta niha gelek caran agirbest îlan kirin. Birêz Ocalan gelek caran xwest li şûna şer bi rêbaza diyalog û aştiyê pirsgirêkê çareser bike. Herî dawî di Newroza 2013’an de ji bo çareseriya demokratîk deklarasyon aşkera kir. Deklerasyona Birêz Ocalan heviyek nû geş kir.
Di pêvajoya çareseriyê de dengê çekan qut bû. Kuştin bi dawî bûn. Di demek pir kin de li Tirkiyeyê di qada aborî, tenduristî, perwerdehî û gelek qadên din de pêşketinên mezin çêbûn. Di navbera gelan de tovên azadî, wekhevî û aştiyê hatin çandin. Kesên çareseriya bi diyalogê ji bo xwe wekî perçebûna îktîdarê dîtin, dawî li vê pêvajoyê anîn. Dest bi pêvajoya xwînê kirin. Li dijî birêz Ocalan ku wekî mîmarê çareseriya pirsgirêkê ye, hemû rêgezên hiqûqê binpê kirin. Li dijî hemû pîvanên hiqûqê tecrîda giran xistin meriyetê.
Li dijî Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê siyasî yê heri mezin û sereke yê çareseriya pirsgirêka kurd e, ji sala 1999’an heta niha tecrîda giran pêş dixin. Pergala dewletê, her çend hin caran li gorî berjewendiyên xwe, vê polîtîkaya tecrîdê sist bike jî, lê tu carî tecrîd ranekiriye. Tu carî dest ji tecrîdê bernedaye. Piştî îktîdarê dawî li pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’an anî û dîsa serî li rêbaza tundiyê da, tecrîdkirina Birêz Ocalan bêtir giran kirin.
Ji sala 1999’an heta niha, li zindana Îmraliyê, tecrîd û îşkence ya li nava demê hatiye belavkirin li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Ji ber vê tecrîda giran, nêzî heft salên dawî ye, malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Ne tenê ziyareta parêzer û malbatan, ziyareta girtiyên din ên li Îmraliyê jî asteng dikin. Mafê Birêz Ocalan ên zagonî yên wekî telefon, ziyareta malbat û parêzeran, name û hwd. bi awayekî dijzagonî û keyfî asteng dikin. Tecrîda girankirî xistine meriyetê.
Li şûna çareseriyê operasyonên derveyî sînor
Me wekî KCD û DBP’ê, ji destpêkê heta niha, aşkera kir ku em ê li dijî israra neçareserkirina pirsgirêka kurd, ji bo çareseriyê piştgiriyê bidin siyaseta demokratîk. Me diyar kir ku; ji bo çareseriyê divê berî her tiştî tecrîdkirina Ocalan ê wekî Hêza Siyasî ye, bi dawî bibe. Me xwest rêbazên muzakereyan dîsa têxin meriyetê. Me got li welatê ku demokrasî, azadî, hiqûq, edalet, tune be, ne pêkan e aramî pêş bikeve. Lê ev hişyariyên me yek jî li ber çavan nehatin girtin. Bêtîr tecrîd giran kirin. Li şûna çareseriyê dest bi operasyonên dersînor kirin. Ji rojava heta başûrê Kurdistanê, ji sînorê Îranê heta Lîbya, Azerbeycan û hemû Rojhilata Navîn, bi feraseta Panturkistê operasyonên leşkerî pêş dixin. Wekî hemû kêşeyan, bi kêşeya kurd jî dixwazin temenê îktîdara xwe dirêj bikin. Ev îktîdar, hemû qirêjî û gunehên xwe li pişt baweriya îslamê vedişêre.
Polîtîkaya tecrîdê
Her ku tecrîd giran dibe, çareseriya pirsgirêkan jî zor û zehmet dibe. Li girtîgehan bi hazaran girtiyên siyasî, ji bo polîtîkayên tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ne. Di salên borî de jî ev yek gelek caran dubare bû. Girevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kir, sînorên girtîgehan derbas kirin. Li welat û dervê welat belav bûn. Niha jî dîsa belav dibe. Her ku çalakiyên greva birçîbûnê belav dibe, kaos, alozî û bê aramî jî zêde dibe. Rê li pêş siyaseta demokratîk tê girtin. Bêçareserî tê ferzkirin. Maf û azadî tê sînorkirin. Rêveberiya dîktayê, avakirina xwe bi lez dike. Greva birçîbûnê ya li girtîgehan îro di roja 182’an de ye. 182 roj in bi hezaran mirov bedena xwe dane ber birçîbûnê. Her ku greva birçîbûnê dirêj dibe, bedena mirov bêtir zirarê dibîne. Her girtiyên ku dikevin greva birçîbûnê, di bedena wan de xisarên mayinde çêdibin. Mirov jiyana xwe ji dest didin. Em wekî KCD û DBP’ê di ferqa vê talûkeyê de ne. Ji ber vê yekê em dixwazin demildest daxwazên girtiyan pêk bînin û tecrîda Birêz Ocalan bi dawî bikin. Ji bo Birêz Ocalan karibe rola çareseriyê bilîze, em dixwazin Ocalan karibe azad tev bigere û azad xebatê bike.
Polîtîkaya tecrîdê Tirkiyeyê dike dewleta mafyayê
Ji ber pirsgirêka kurd heta niha çareser nebû, pergala mafyayê hatiye avakirin. Di demên dawî de li ser medyaya dijital pergala mafya ya paralel ketiye hev. Di vê pêvajoyê de ji ber pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin, hev sor dikin. Aşkera dikin ku kurdên demokrat, rewşenbir û rojnameger çawa qetil kirine. Muxalefet jî li hemberî van hêzên ku hev tawanbar dikin û sûcê hev teşîr dikin, tenê temaşe dike. Bi vê sekna xwe hêzê dide îktîdarê. Wekî pratîka çend endamên mafyayê pênase dike. Çiyayê li pişt gir nabîne.
Birêz Ocalan hemû pirsgirêkan dibîne û çareseriyê pêşkêş dike. Ji salên 90’î heta îro, Komara Tirkiyeyê hişyar kir. Aşkera kir ku rêxistinên paralel ên nava dewletê ne ji bo berjewendiyên civakê ne. Birêz Ocalan her tim destnîşan kir ku bi rêbazên heq, edalet û hiqûqê, rêxistinek demokratîk û azadîparêz dikare bê avakirin. Birêz Ocalan, her tim tîne ziman ku bi çareserkirina kêşeya kurd a demokratîk, Tirkiyeyek demokratîk dikare bê avakirin. Aşkera dike ku Tirkiye dê bi Komara Demokratîk pêş bikeve û ev jî dê Tirkiyeyê ji hêzên emperyalîst qut bike. Dê rê li pêş rêxistinên mafyaya bigire. Birêz Ocalan îro ji bo Kurdistanek Azad û Tirkiyeyek Demokratîk xebatê dike.
Ji bo vê yekê jî tu carî ji berpirsiyariyê nareve. Lê îro Birêz Ocalan di tecrîdek giran de ye. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe; em dixwazin demildest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Em dixwazin demildest şertê jiyana azad a Ocalan bê temînkirin û Birêz Ocalan azad bibe.
Di şexsê birêz Ocalan de gel tê tecrîdkirin
Pirsgirêka kurd, bi qasî radestî însafa îktîdara AKP-MHP’ê neyê kirin, pirsgirêkek jiyanî ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, divê hêzên demokratîk, muxalif û hemû kesên ji bo maf û azadiyê têdikoşin, bibin yek. Bi israr û yekbûna van hezan, çareseri pêkan e. Ev pirsgirêka jiyanî, mirov nikare bi çend hilbijartinan û dengan çareser bike. Ku ev pirsgirêk çareser nebe, Tirkiye dê hilweşe. Bi salan e hewl didin pirsgirêka kurd bi şer û tundiyê çareser bikin.
Lê divê çareserî perspektîfa Komara Demokratîk be. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî sazumankarê vê fikrê Birêz Ocalan ji tecrîdê rizgar bikin.
Em KCD û DBP, aşkera dikin ku hêz û muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Ji bo ev kêşe bi rêbaza demokratîk û aştiyane çareser bibe, em bang li hemû hêz, rêxistin û saziyên eleqeder dikin ku cîdî nêzî meseleyê bibin. Em di serî de bang li Hêzên Demokrasiyê, muxalifan û hemû kesên li dijî yekperestiyê têdikoşin dikin ku ji bo Siyaseta Xeta Sêyemîn pêş bikeve têbikoşin. Ji bo tecrîd rabe û greva birçîbûnê bi dawî bibe, ji bo Tirkiye demokratîk bibe, em bang li hemû hêzên demokratîk û muxalif dikin ku li ser xeta têkoşîna demokratîk têbikoşin.” AMED