Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê tecrîd li meclisê bibe rojev’

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî zêde li Meclîsê were rojevê.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe kûrtir dibe. 28 meh in ti agahî jê nayê. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên wî her car tên redkirin.

Parlementerên Partiya Çepên Kesk têkildarî mijarê li Meclîsê pêşniyazpirs didin. Parlementeran diyar dikin ku ti agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û têkîldarî mijarê fikarên gelê Kurd roj bi roj zêdetir dibin.

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû qala wê yekê kir ku wê di heyama nû ya qanûndanînê de tecrîdê çawa bînin rojeva Meclîsê.

Odûncû bi bîr xist ku ji sala 2015’an û vir ve li Tirkiye û Kurdistanê polîtîkayên zext, înkar û îmhayê zêde bûne.

Odûncû diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi dijminatiya Kurdan hewl dide xwe biafirîne û wiha domand: “Desthilata AKP’ê bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide gelê me tine bike. Ji bo qeyranên piralî yên li Tirkiyeyê çareser bibe, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn dem de bi dawî bibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûnertiya têkoşîna azadî demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê Kurd dike. Dewlet û sîstem ji ber ku di ferqa wê de ne, bi girankirina tecrîdê dihizire ku têkoşînê paş de bixe.”

Odûncû destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêkê mafên mirovan e û ev demeke dirêj e li Girtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn û got: “Em Partiya Çepên Kesk tecrîdê dixin rojeva meclîsê da ku rê li ber demokrasiya Tirkiyeyê vekin. Em Partiya Çepên Kesk hewl didin di vê mijarê de erkên xwe bi cih bînin, lê em jî dizanin ne têrker e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tenê gelê Kurd, hemû mirovahiyê eleqedar dike. Ji ber vê yekê divê ev mijar ne tenê rojeva Kurdan, bibe rojeva tevahiya civaka Tirkiyeyê. Tecrîd pirsgirêkê mafên mirovan e, lewma her kesê ku ji dibêje ez ‘Mirovim’ eleqeder dike. Ji ber vê yekê divê em weke parlementerên Kurd rehendên tecrîdê, qeyranên siyasî û civakî yên ku afirandiye, astengiya aborî û talana ekolojîk ku polîtîkayên şer rê li ber vekirine bînin ziman. Divê em diyar bikin ku ev hemû piştî rakirina tecrîdê, mîsogerkirina azadiya Birêz Abdullah Ocalan û bi çareserkirina pirsgirêka Kurd pêkan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar