PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Divê têkiliya ‘jin, jiyan, azadî’ ya bi Abdullah Ocalan re were dîtin

Derhênera îtalî Benedetta Argentieri diyar kir nakokiyeke mezin e ku dirûşma "Jin jiyan azadî" bi Abdullah Ocalan re nayê dîtin û got, "Ji ber vê yekê divê her kesê ku doza jiyana azad dike, tiştên li Îmraliyê û li çiyayên Kurdistanê diqewimin, bibîne."

Rojnamevan û derhênera Îtalî Benedetta Argentieri ragihandibû wê belgefîlma xwe ya bi navê ‘Matchmaker’ a ku di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kolnê de xelata “Phoenix” wergirtibû, diyarî gelên li dijî êrîşên dewleta tirk ên li Rojava li ber xwe didin, kiriye. Argentieri di berhemên xwe de qala şerê li Rojhilata Navîn, demokrasî û wekheviya zayendî dike. Di belgefîlma xwe ya dawîn a bi navê The Matchmaker bal kişand ser jinên ku tev li DAIŞ’ê bûne.

Rojnameger û derhênera îtalî Benedetta Argentieri ku beşdarî 2’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî bûbû ya ku ji aliyê Tora Jinên Pêşerojê Ava Dikin bi dirûşma “Şoreşa me: Jiyana Rizgarkirin” hatibû, organîzekirin.

Benedetta Argentieri qala konferansan kir û got “Di navbera herdu konferansan de cudahiyên mezin hene. Di navbera her du konferansan de nêzî 5 sal derbas bûn. Tiştek çêbû, ne tenê tevgera jinên kurd, hemû tevgeran bala xwe dan ser bûyerên li Kurdistanê. Tevgera Jinên Kurd hewl dide rê li ber avakirina jiyanê veke, ji bo her tiştê ku em armanc dikin sîstemek alternatîf ava bikin. Beşdarbûna vê konferansê zêdetir e. Ji ya Frankfurtê hinekî firehtir e. Niha em hatine dawiya rûniştinan û em ê li ser pêşniyarên berbiçav ên ku dê çawa berdewam bikin biaxivin.”

Benedetta Argentieri qala belgefîlma ku li Kolnê xelat stendibû kir û ev tişt anî ziman:“Ji bo min gelek girîng bû ku vê xelatê diyarî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bikim, ji ber ku bi şerê Ukraynayê re her tişt ji rojeva çapemeniyê ket. Niha hemû kesan bala xwe dane ser şerê Ukraynayê û cîhan ji bîr kirine. Niha li cîhanê 488 pevçûn hene, Nîlûfer Koç jî ev yek anî ziman. Ji ber vê yekê pir girîng e ku mirov careke din balê bikşîne ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û tiştên ku li Kurdistanê diqewimin. Divê em bi bîr bînin ku bi hezaran kesên girêdayî DAIŞ’ê hene, bi taybetî jin, ku ji welatên Ewropayê ji bo tev li DAIŞ’ê bibin hatine hemû welatên Ewropayê û li wir hatine hiştin. Ew nikarin vegerin welatê xwe. Welatê wan naxwaze wan pêşwazî bike.

Lewma hemû bar dikeve ser milê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em nikarin destûrê bidin vê; ji ber ku ev welatên ewropî li hember hemwelatiyên xwe berpirsiyar in. Dema ku Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrîşên dewleta tirk de bû, welatên ewropî welatiyên xwe li wir bihêlin ev tişt pirsgirêkan girantir dike. Li ser sivîlên li wir, konfederalîzma demokratîk, sîstema alternatîf a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin jî xeteriyek e. Ji ber vê yekê mebesta ku ez xelata xwe diyarî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bikim, ji bo balkişandina ser gelên li wir û balkişandina van mijarên pir girîng bû.

Benedetta Argentieri qala êrîşên kîmyewî yên li ser hêzên azadiya kurdan jî kir û wiha got “Êrîşên kîmyewî ev demeke pir dirêj e didome. Ji ber ku dewleta tirk nekarî gerîla li çiyayên Kurdistanê têk bibe, çekên kîmyewî yên ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne bi kar tîne û tevî ku welatekî NATO’yê ye jî vê yekê dike û li dijî vê rewşê kes tiştekî nabêje.

Têkiliya wê bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye. Ji ber ku 22 sal in dîlgirtî ye. Gelek kesan qala fikar û encamên vê dîlgirtinê kir û diyar kirin wê rê li ber pirsgirêkên çawa veke. Lê di nav civaka navneteweyî de tu kes tiştekî nabêje.

Ma em nabînin ku îro li seranserê cîhanê dirûşma Jin Jiyan Azadî çiqas bi coş tê pêşwazîkirin? Lê bêyî dîtina girêdana vê sloganê bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Abdullah Ocalan re ev tê kirin. Ji ber vê yekê nakokiyek mezin heye. Ji ber vê yekê divê rewşenbîr, hunermend, hemû dostên Kurdistanê, ne tenê ew, her kesê ku jiyana azad diparêzin, tiştên ku li çiyayên Kurdistanê, li Îmraliyê diqewime, bînin bîra xwe û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin. Îro ne tenê ji aliyê gelê kurd ve, ji aliyê gelek kesan ve weke fîlozof hatiye qebûlkirin û êdî dem hatiye ku azad bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar