Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

‘Divê têkoşîna li dijî tecrîdê siyasî be’

Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku pergala li Girtîgeha Îmraliyê gefê li pêşeroja gelan dixwe û wiha got: “Ev pergal, bi her awayî pergaleke siyasî ye. Têkoşînên li dijî vê jî divê ne hiqûqî, siyasî bin.”

Li Girtîgeha Îmrali ya Tîpa F’yê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her diçe girantir dibe. Herî dawî di 23’yê Îlonê de 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn. Ji ber ku tecrîda navbirî bandorê li tevahiya civakê dike, Kongreya Civak Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 2’yê cotmehê de li Amedê daxuyaniyeke hevpar dan û kampanyaya ‘Em bibin yek, tecrîdê bişikînin û azad bibin’ dan destpêkirin.

Parlementera HDP’ê Ayşe Cara Başaran, tecrîdê nirxand.

Başaran destnîşan kir ku li Îmraliyê pergaleke xweser heye û wiha got: “Em nikarin bibêjin li Îmraliyê rejîmeke hiqûqî heye. Pergaleke ku ji qanûnên neteweyî û navneteweyî hatiye îzolekirin heye. Mafên her girtî hene. Her kes li gor wexteke diyarkirî divê bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Lê belê ev yek li Îmraliyê tune ye. Pergala li Îmraliyê hatiye afirandin, niha tê xwestin li tevahiya girtîgehan pêk bê. Heger em di çarçoveyeke hiqûqî de nêzî pergala Îmraliyê bibin, em ê xwe bixapînin. Ev pergal, bi temamî pergaleke siyasî ye û têkoşîna li dijî vê jî divê ne hiqûqî, siyasî be.”

Nêzîkatiya CPT’yê

Başaran bal kişand ser nêzîkatiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya ji bo tecrîdê jî û piştî raya giştî bertek nîşan dide CPT diçe Îmraliyê lê belê tiştên li vê derê dike rapor pir dereng bi raya giştî re parve dike. Başaran bal kişand ser rapora dawî ya CPT’yê ku piştî serdana xwe ya 2019’an amade kiribû dû re bi raya giştî re parve kiribû û anî ziman ku ev rapor girîng e lê belê kêm e, ji lewra Ocalan ne miroveke ji rêzê ye, divê şopdarê tespîtên derbarê tecrîdê de hatine kirin be û şopdarê pêşniyarên xwe be ku li Tirkiyeyê kirine.

Armanc fetisandina paradigmaya neteweya demokratîk e

Di axaftina xwe de Başaran destnîşan kir ku tecrîd wekî zext û zorî li gelê kurd û hêzên demokrasiyê vegeriyaye û wiha domand: “Li hundir gelek binçavkirin, girtin, îşkence û binpêkirinên mafên pêk tên. Li derve jî polîtîkayeke belavbûyînê esas tê girtin. Piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, li başûrê Kurdistanê jî êrîş pêk tên. Armanc tepisandin û fetisandina paradîgmaya neteweya demokratîk e ku Birêz Ocalan li dijî feraseta neteweya tekparêz peşkeş kiriye.”

Li dijî tecrîdê kampanya

Her wiha Başaran derbarê kampanyaya ku dane destpêkirin de jî ev tişt anî ziman: “Em dibînin ku li 4 perçeyên Kurdistanê û Ewropayê piştgiriya ji bo kampanyayê heye. Ji lewra em hemû tên tecrîdkirin. Ev îşkence demildest divê bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe. Wekî din tu çare tune ye. Divê her kes li dijî tecrîdê gavan biavêje û dengê xwe bilind bike. Pêşeroj û hêviya ji bo aştiyê ya gelên Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Jiyana hevpar a li Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Lewma divê her kes li dijî tecrîdê helwesteke hevpar nîşan bide.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar