Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî bernameya Medya Haber TV’ê bû û anî ziman ku gerîla li ser xeta fedaî têkoşîneke pir bi rûmet, bêhempa, fedakarî û fedaî dimeşîne û wiha got: “Ev berxwedan berxwedaneke ku wê bi tîpên zêrîn di dîrokê de, di dîroka kurdan de bê nivîsandin. Berxwedana ku wê çarenûsa kurdan diyar bike ye. Berxwedaneke pir bi rûmet û bêhempa ye. Ez hemû hevrêyên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez hemû hevrêyên ku di xeta fedayî de li ber xwe didin pîroz dikim.Berxwedana li başûr di heman demê de berxwedana parastina azadiya gelê Iraqê ye. Ango berxwedanake wiha bi rûmet tê meşandin. Têkoşîneke li ser navê mirovahiyê tê meşandin.”
Hevpeyvîna bi Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat re hatî kirin, bi vî rengî ye:
Em timî nirxandinan dikin. Pêngava ji Rêbertî re azadî jî hat qonaxeke girîng. Lê fêmkirin û nirxandina rewşa CPT, Konseya Ewropa û bi taybetî hêzên ku Komploya Navneteweyî pêk anîn û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ava kirin, pir girîng e. Li Îmraliyê polîtîkayên qirkirinê ji van hêzan serbixe, pêk nayên. Li hemberî Rêbertî komployeke navneteweyî hat pêkanîn. Armanca wan îmhakirina Rêbertî bû. Ev bi ser neket. Tedbîrên Rêbertî ev yek vale derxist. Di rastiyê de beriya 15’ê Sibatê tiştekî wiha armanc dikirin. Ev vale derket. Piştî ku Rêbertî teslîmî Tirkiyeyê hate kirin, ji aliyê Emerîka û CIA’yê ve; Ewropa û CPT jî di nav de li Îmraliyê sîstemek hate avakirin. Ev sîstemeke navneteweyî ye. Berpirsyariya vê sîstemê hat dayîna Tirkiyeyê. Lê ev yek berpirsyariya van hêzan ji holê ranake; Ji ber ku yên ev sîstem ava kirine, ev hêz in. 25 sal in bi rengekî bê navber li Îmraliyê sîstema êşkence û tecrîdê tê pêkanîn. Di nava 4 salên dawî de îzolasyon û tecrîdeke mutlaq heye. Rêbertî nikare ti hevdîtinan bi parêzerên xwe re bike. Bi temamî têkîliyên wî yên bi derve re hatiye qutkirin. Em ti agahiyê ji Îmraliyê nagirin. Ev sîstem di bin kontrol û çavdêriya hêzên navneteweyî de tê meşandin.
CPT rapora 2022’yan ji raya giştî re aşkera nakin
Herî dawî CPT daxuyanî da. Ragihandin ku herî dawî di Îlona 2022’yan de çûn Îmraliyê, lê ji ber ku Tirkiye qebûl nake, vê raporê pêşkêşî raya giştî nakin. Dîsa ragihandin ku di sala 2023’yan de şandeya CPT çûye Tirkiyeyê, çûye girtîgehên cur be cur ên Tirkiyeyê, lêkolîn kirine, lê neçûne Îmraliyê. CPT çima di sala 2023’yan de neçû Îmraliyê? Naçe girtîgeheke ku Rêberê Gelê kurd lê tê girtin û lêkolînê nake. Çima? CPT divê vê aşkera bike. Ti qîmeta daxuyaniyên Serokê CPT’ê nîne. Yanî ji dervey mezinkirina fikaran û zêdekirina pirsan, ti encamek din dernexist holê. Rapora îlona 2022’yan ji raya giştî re aşkera nakin. Di sala 2023’yan de diçin Tirkiyeyê, lê naçin Îmraliyê û ti daxuyanî jî ji raya giştî û kurdan re nayê dayîn. Çima? Konseya Ewropa û welatên Ewropayê dixwazin çi bikin? Hêzên ku ev sîstem ava kirine, dixwazin çi bikin? Gelê kurd şîroveya vê yekê dixwaze.
Niha bi dewleta tirk hevkariya sûc dikin. Ji destpêkê û vir ve ji bo îmhakirina Rêbertî, planek hat meşandin. Ev plan beriya 15’ê Sibata 1999’an vala derket, lewma vê carê polîtîkayeke îmhayê ya belavî demê hatî kirin tê pêkanîn. Dibin hevkarê polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta tirk li dijî kurdan dimeşîne. Ev polîtîkayên qirkirinê tên destekkirin. Ev tê çi wateyê? Ev hêz jî dixwazin li Tirkiyeyê şerekî navxweyî çêbibe. Şerê qirkirinê yê ku Tirkiye li dijî kurdan dimeşîne, dikeve xizmeta berjewendiyên van hêzan. Bi vî rengî difikirin ku wê timî Tirkiyeyê kontrol bikin, di polîtîkayên Rojhilata Navîn de wê Tirkiyeyê bi kar bînin. Ev polîtîka li gorî vê yekê dîzayn kirine. Lê gelek rû bi rûyê qirkirinê dimîne. Durûtiya Ewropayê, nêzîkatiya wê ya berjewendîperest û pragmatîk pir deşîfre bû. Lewma divê em vê sûcê durûtiya CPT’ê ku bûye amûreke siyasî ya Konseya Ewropayê, hîn zêdetir teşhîr bikin û ji bo ku ev hêz helwesteke rast raber bikin, divê em têkoşînê mezin bikin. Ev pir girîng e. Divê em bi têkoşîna xwe, piştgiriya van hêzan a ji bo dewleta tirk pûç bikin, asteng bikin û biguherînin. Ev hêza me ya têkoşînê heye. Divê em vê yekê hîn xurttir û rêxistintir bimeşînin.
Beriya demek nêz li Ewropayê bi ser Medya Haber TV û Stêrk TV; Çapemeniya kurd de girtin. Bi daxwaza Fransayê, Belçîkayê êrîş pêk anî. Ev êrîş jî ji vê konseptê cuda nayê nirxandin. Ev êrîş ji bo gelên Ewropayê jî zirareke mezin e. polîtîkaya ku niha ji aliyê welatên Ewropayê ve tê meşandin, zirareke mezin dide civaka Ewropayê. Di vî warî de divê em paradîgma û fikrên Rêbertî hîn zêdetir belavî civaka Ewropayê bikin, civaka Ewropayê bikêşin nav têkoşînê, pêngava ji Rêbertî re azadî hîn zêdetir gerdûnî bikin û pêş bixin.
Li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin
Dewleta tirk li dijî kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Bi taybetî 4 sal in bi ti rengî agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin. Me daxuyaniyên bi rengekî bêrêz ên Wezîrê Edaletê dîtin. Bi rastî hema bêje henekê xwe li gelê kurd, civaka Tirkiyeyê û cîhanê kir. Henekê xwe li gelan û mirovahiyê kir. Rojên borî hevalan jî nirxand; helbet eger piştevaniyek wî nebe, eger xwe nespartiba polîtîkaya heyî ya hêzên navneteweyî, nedikarî bi vî rengî bêrêz û nemerdane baxive. Dibêje, “Li Îmraliyê tecrîd nîne”. Li Îmraliyê sîstemeke êşkence û qirkirinê heye, îzolasyoneke mutlaq heye, hiqûq hatiye binpêkirin, ti qûralên hiqûqê nayên pêkanîn. Sûcê mirovahiyê tê kirin, lê dibêje; “li Îmraliyê tecrîd nîne!” Gelo nêzîkatiyeke wiha nermedane dibe?
Me di pêvajoya hilbijartinê de dît, rayedarên AKP’ê ji bo bidestxistina Stenbolê hêvî û rica ji kurdan dikirin. Peyamên hatine dayîn, em kêm zêde dizanin. Gotin dengê xwe bidin Mûrat Kûrûm, ger pêwîst bike em ê parêzerekî bişînin Îmraliyê û bila bi Ocalan re hevdîtinê bike. Xwestin Îmraliyê, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û rewşa Rêbertî ev qasê bi nemerdane bikin mijara bazariyê.
Em her tim dibêjin; Li Îmraliyê ne hiqûq, ne exlaq û ne jî wijdan heye. Siyaset û pêkanîneke pir bê exlaq heye. Rewşa Rêbertî bi temamî hatiye veguherandina amûrekî. Tê xwestin ku di destê desthilatdariyeke faşîst de bibe amûreke siyasî û mijara bazariyê. Tê xwestin ku îradeya kurdan bişikînin û têkoşîna azadiyê ya kurdan tasfiye bikin. Ji bo kurdan teslîm bigirin, dixwazin veguherînin amûreke bazariyê, gef û şantajê. Lewma Rêbertî helwest nîşan da. Herî dawî dema bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî, bi tundî helwest nîşan da. Got, “hûn sûc dikin”. Got, “hûn ê têkoşîna hiqûqî bimeşînin”. Got, “Ji xwe tişta li Îmraliyê tê kirin, sûcekî mirovî ye. Hûn ê li dijî vê yekê têbikoşin. Hûn ê helwestên welê nîşan nedin ku vê yekê rewa bikin.” Rêbertî di axaftina bi telefonê ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kirî de, sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê weke rewakirin nirxand. Ev nêzîkatî û hewldan pir xeter dît. Weke ketina xefika dewletê, nirxand. Got, “bi lîstokên wiha nexapin. Bi zane bin û bi mantiq û zanebûn tevbigerin.” Got, “astên siyasî û îdeolojîk ên vî karî, weke ku astên wê zêde ne binirxînin û bibînin.” Hevalan jî hişyarî kirin. Raste yanî. Divê em têkildarî vê yekê bi rengekî pir xurt têkoşînê bimeşînin. Pêngava ji Rêbertî re azadî, divê bi taybetî em li Bakur û navenda Tirkiyeyê xurt bikin.
Ev ne tenê pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye jî
Niha çalakiyên “deng bide azadiyê” tên pêşxistin; ev girîng e. Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana zindanê, li dijî tecrîda li Îmraliyê hefteyê rojek-du rojan çalakiyên protestoyî lidar dixin, lê ne têrker e. Ji ber ku ev ne rewşeke ku tenê malbatên girtiyan, eleqeder bike. Rewşeke welê ye ku bi milyonan kurdan eleqeder dike. Rewşeke ku gelekî qasî 40-50 milyonî eleqeder dike, mirovahiyê eleqeder dike. Ev sûcekî mirovahiyê ye. Ev li dijî civaka Tirkiyeyê jî komployek e. Ev kemînek e. Bi vî rengî siberoja civak û gelên Tirkiyeyê tê tarîkirin. Bi rastî jî Tirkiye bi vî şêwazî dikeve nava agirekî dojehê. Ji xwe ketiye nav de. Ji xwe eger bi vî rengî bidome, wê ev rewş ber bi şerê navxweyî ve biçe. Wisa tê fêmkirin ku hêzên navneteweyî û ev desthilatdariya faşîst jî vê yekê dixwaze. Ev yek tê wê wateyê ku Tirkiye parçe parçe bibe. Tê wê wateyê ku Tirkiye bê navber di nava agirê dojehê de bişewite. Divê civaka Tirkiyeyê vê yekê bibîne û li dijî vê yekê helwest nîşan bide. ev sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya ku li Îmraliyê li dijî Rêbertî tê meşandin, tenê di şexsê Rêbertî de li dijî gelê kurd nayê pêkanîn; li dijî civak û gelên Tirkiyeyê jî tê pêkanîn. Li dijî jinan, li dijî mirovahiyê tê pêkanîn. Qasî ku li dijî gelê kurd komployek e, li dijî gelên Tirkiyeyê jî komployek e. Rewşenbîrên tirk jî divê têkildarî vê yekê rexneyên xwe bikin û bibin têkoşer, divê civaka Tirkiyeyê bi zane û bi hestiyar bikin. Hemû hêzên demokrasiyê divê li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê rabin. Çavkaniya bingehîn a bêhiqûqiyê, bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Em vê yekê her tim dibêjin. Ev rastî û heqîqetek e. Eger li Îmraliyê hiqûq were pêkanîn, wê hiqûq û edalet were Tirkiyeyê. Ji bo ku li Îmraliyê bêhiqûqî bê navber dewam bike, li seranserî Tirkiyeyê hiqûq nayê pêkanîn. Ji ber ku niha li her derê hiqûqeke qirkirinê, hiqûqeke dijmin tê pêkanîn. Wê li rojhilatê Tirkiyeyê faşîzm hebe, li rojavayê Tirkiyeyê jî demokrasî hebe; gelo ma ev pêkan e? Têkildarî vê yekê ez tenê dixwazim wiha bêjim. Ev ne tenê pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye jî. Ev tenê pirsgirêka rewşenbîrên kurd nîne, ev pirsgirêka rewşenbîrên tirk û muxalefeta li Tirkiyeyê jî ye. Ji ber ku çarenûsa Tirkiyeyê eleqeder dike.
Divê em bi rengekî pir xurt ji her civakê mirovan tevlî “Pêngava Azadiyê” bikin û mezin bikin. Di rewşa heyî de, têrker nîne. Têkoşîneke ku bê navber dewam dike heye; helbet ev pir bi wate ye. Encamên vê yekê yên siyasî û civakî yên pir girîng hene. Lê têrker nîne. Divê bi rêbazên hîn dewlemendtir, bi rengekî hîn berfirehtir em gelek beşan tevlî bikin, fikir û paradîgmaya Rêbertî bi rengekî hîn xurttir belav bikin, pêngavê bikin gerdûnî, bi rengekî herî xurt bimeşînin, encamê werbigirin û teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin.
Di meha gulanê de gelek rêberên şehîd bûn
18’ê Gulana 1977’an heval Hakî Karer li Dîlokê ji aliyê rêxistina Stêrka Sor a sîxûr û provokator ve hate qetilkirin. Dîsa 18’ê Gulana 1973’yan li zindana Amedê ji pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya bi êşkenceyê hate qetilkirin. Ez di şexsê Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya de, hemû şehîdên Gulanê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ji ber şehadeta heval Hakî Karer a 18’ê Gulanê, di dîroka Partiya me de ev roj weke roja Şehîdan jî tê pênasekirin û bîranîn. Meha Gulanê di heman demê de weke meheke şehîdan jî pênasekirin. Di tevahiya meha Gulanê de gelek hevrêyên hêja şehîd bûn. Di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de me gelek hevalên hêja yên pêşeng, şehîd dan. Mehmet Karasûngûr, Hozan Mizgîn, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay-Çaran, dîsa Qasim Engîn, ji tevgera şoreşê ya Tirkiyeyê Denîz Gezmîşan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgîlan… Yanî hem ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê hem jî ji aliyê tevgera şoreşê ya Tirkiyeyê ve meheke ku rêberên pêşeng lê şehîd bûne. Di her roja meha Gulanê de gelek hevalên hêja şehîd bûne. Di vî warî de meha Gulanê meheke welê ye ku karakter û nasnameya têkoşînê ya tevgera PKK’ê diyar dike.
Xeta têkoşînê ya PKK’ê timî li dora xeta sosyalîzma demokratîk û paradîgmaya netewa demokratîk pêş ket. Di rastiyê ji roja hatî damezrandin û vir ve ji sosyalîzma reel bandor bibe jî, PKK tevgerek e ku li ser xeta sosyalîzma demokratîk, paradîgmaya netewa demokratîk û diyalektîka netewa demokratîk têkoşîn meşand. Lewma PKK qasî Kurdistanîbûnê, bû tevger û partiyeke gerdûnî jî. Heta roja îro jî bi vî rengî hat. Şoreşa Kurdistanê û ya Tirkiyeyê timî di nava hev de nirxand. Lewma em dibêjin çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ye. Yanî em dibêjin, Kurdisana azad, Tirkiyeya demokratîk e. Ji wê rojê heta îro ev têkoşîn belav bû, mezin bû û hat. Ji vir û şûnde jî ev têkoşîn wê li ser vê xetê gerdûnî bibe, mezin bibe û teqez wê bigihije encamê.
Doza Kûmpasa Kobanê parçeyeke qirkirinê ye
Doza qirkirin û siyasî ya Kobanê bi salane dewam dike. Em bi ti rengî nikarin vê dozê ji şer û doza qirkirina kurd cuda binirxînin. Ev asta siyasî ya polîtîkayên qirkirina giştî ye. Di raya giştî de ji aliyê tevgera kurd û tevgera demokrasiyê ya Tirkiyeyê ve weke Doza Kûmpasê ya Kobanê tê pênasekirin, lê ji aliyê me ve doza qirkirina siyasî ye. Ev weke parçeyekî polîtîkayên qirkirinê tê meşandin. Armanc, tasfiyekirina siyaseta demokratîk e. Ji ber ku qirkirina kurdan tê armanckirin, weke asteke vê jî helbet êrîşên qirkirina siyasî ne. Armanc dike ku di aliyê leşkerî de gerîla tasfiye bike, dixwaze bi qirkirina çandî bi temamî civaka kurd asîmîle bike û îradeya wê teslîm bigire. Yanî em vê dozê weke parçeyekî êrîşa qirkirinê ya topyekûn dibînin û dinirxînin. Rastiya wê jî ev e. Ji xwe biryarên dadgehê yên doza qirkirina siyasî ya Kobanê jî hatin aşkerakirin. Ev nirxandinên ku me kirine, bi temamî cihê xwe dibîne. Hin kesan; Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat Ata û hin girtiyên din berdan. Ev jî lîstokeke hiqûqî û xapandinek e. Sankî li Tirkiyeyê hiqûq tê meşandin, cezayê hinekan qediya ye, cezayê xwe kişandiye û em diberdin, yê hinekan jî hîn cezayê wan neqediya ye û dewam dike. Bi vî rengî hewl dide civaka Tirkiyeyê û cîhanê bixapîne. Yanî ji bo feraseteke welê ava bike ku qaşo li Tirkiyeyê hiqûq tê meşandin. Ji bo vê ferasetê biafirîne, hin kes berdan. Yan ew jî nediberdan. Jixwe niha ji bo Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel îtîraz li dozgeriyê kiriye û xwestiye car din bên girtin. Yanî lîstokek e. Lîstokeke hiqûqê ye, ji bo xapandina civakê tê lîstin. Ji xwe ti hiqûq miqûq li holê nîne.
Ev doz ji destpêkê heta dawiyê, dozeke siyasî û doza qirkirina siyasî ye. Bi vî rengî jî dewam dike. Jixwe li Tirkiyeyê ne hiqûq ne jî edalet heye. Li Îmraliyê û girtîgehên Tirkiyeyê rewş li holê ye.
Di şeva heman roja girîng de 7 genalên ji Ergenekonê cezaxwarî hatin berdan. Ev general bi salan li girtîgehan tên girtin. Ji wan re dibêjin genaralên 28’ê Sibatê. Ew jî serbest berdan. Çima ev genaral di heman rojê de serbest berda? Sedema wê yekê jî aşkera ye. Jixwe hemû kes dinirxîne. Ew nirxandin rast in. Ji bo bêdengkirina muxalefetê ye. Armanca serbestberdana wan generalan bêgengkirina CHP û partiyên din ên muxalîf e. Ji bo kesên muxalîf wan rexne nekin, wan ew general serbest berdan. Vaye em dibînin general hatin berdan; ma hiqûq pêk tê, yan jî edalet tê dabînkirin. Wê feraseteke ku her tişt li gorî qanûna bingehîn û hiqûqê tê kirin, ava bike. Bi salan e CHP li ber xwe dide ku ew general werin berdan.
Desthilatdarî di vê mijarê de gelekî tê rexnekirin. Hemû Tirkiye û aliyên muxalefetê desthilatdariyê rexne dikin ku wan generalan serbest berde. Niha bi serbestberdana wan generalan di serî de CHP û aliyên din muxalefetê hatin bêdengkirin. Ku Dibêje: ‘’Ez van generalan serbest berdim, hûn jî Doza Kobanê rexne nekin. Bêedaletî û bêhiqûqiyên ku li kurdan tên kirin, rexne nekin. Ez li dijî gelê kurd polîtîkayên qirkirinê pêk tînim, hûn jî li hemberî vê yekê dengê xwe nekin û bêdeng bimînin.’’ Ji bo bêdengkirinê ew general hatin berdan. Ev yek bi awayekî zelal li holê ye. Hewceyî bi nîqaşê nîne yanî.
Di desthilatdariya AKP û MHP’yê de dek û dolab pir in
Bi rastî jî a niha ji hêla desthilatdariyê ve siyaseteke pir qirêj tê meşandin. Erdogan dibêje: ‘’Serdema Nermbûnê.’’ Serokê CHP’yê Ozgur Ozel dibêje: ‘’Nermbûn tune ye, serdema normalbûnê ye.’’ A niha têkildarî têgehên ‘’nermbûn û nomalbûnê’’ rojeveke kûr heye. Helbet ev rojev jî rojeva şerê taybet e. Her wiha dubare xapandinek heye. Bi vê yekê dixwazin gelê kurd û civaka Tirkiyeyê bixin di nava bendawariyên derewîn. Pêngaveke taktîkî ye. Di desthilatdariya AKP û MHP’yê de dek û dolab pir in. Jixwe xwe weke berdewamiya Osmaniyan pênase dikin. Deq û dolabên û derewên Osmaniyan bi nav û deng in û her kes jî van yekan baş dizane. Di vê desthilatdariyê de deq û dolab pir in û naqedin. Bi gotineke din hemû derd û armanca wan ew e. Hewl didin ku desthilatdariya bidomînin û wextê xwe dirêj bikin. Armanca van gotinên ‘’nermbûnê’’ bêbandorkirina muxalefetê ye. Bi taybet jî armanc bêbandorkirina muxalefeta navxweyî ye.
Temenê vê desthilatdariyê zêde ne dirêj e
Weke tê zanîn piştî hilbijartinên giştî yên di 14 û 28’ê Gulanê de CHP’yê hinekî siyaseta rexnekirinê da meşandin. Di pêvajoya hilbijartinên xwecihî de jî muxalefetê doza rexneyên xwe yên li dijî desthilatdariyê zêde kir. Di nava pergalê de li gorî xwe hewl da ku muxalefeteke radîkal bide meşandin. Encamên vê yekê yên girîng jî çêbûn. Polîtîkayeke têkildarî gelê kurd jî esas girtin. Muxalefetê polîtîkayeke ku cihêbûnê red dike, û hemû civaka Tirkiyeyê û civaka kurdan di nava xwe de digire, esas girt. Helbet encamên vê yekê çêbûn. Li DEM Partiyê li hin bajarên Tirkiyeyê lihevkirinên bajaran û hevdîtin pêk anî. Dahatên van yekan ji wan re zêde çêbûn. Wisa çêbûn ku CHP di hilbijartinên xwecihî de bû partiya yekem. Desthilatdariyê ev yek ferq kir. Yanî bi taybet jî li Wanê ev yek bi awayekî zelal dît. Li Wanê hewldaneke desthilatdariyê ya qeyûmî çêbû. Li dijî vê yekê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, muxalefeta pergala navxweyî û CHP’yê nerazîbûnên xwe nîşan dan û li dijî hewldana qeyûm derketin. Li Wanê li rex gel sekinîn. Vê yekê desthilatdariya faşîst gelekî tirsand. Ger ji niha û pê ve jî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê li gel gelê kurd tevbigere, li dijî vê desthilatdariyê têkoşîna hevpar bide meşandin û sekneke diyar nîşan bide wê temenê vê desthilatdariyê zêde dirêj nebe û di nava çend mehan de têk biçe.
Desthilatdarî hewl dide heta hilbijartinên giştî hebûna xwe biparêze
Niha ev yek bi awayekî aşkera ferq kirin. Ev yek li Wanê bi awayekî zelal dîtin! Niha AKP’yê li dijî vê yekê taktîkek pêş xist. Guherandineke polîtîk pêk neanî. Pêngaveke taktîkî avêt. Got ku hewce ye ez bi şiklekî CHP’yê bêbandor bikim û ez wisa bikim ku bila CHP nikaribe li dijî desthilatdariyê muxalefetê bike. Armanc bêbandorkirina aliyên muxalif e. Got ku ji bilî kurdan ez pêngavên ku dilê aliyên muxalîf hinekî xweş bike, biavêjim, ez ê wan bêbandor bikim. Yên weke serbestberdana wan generalan û hevdîtinên bi Ozgur Ozel re. Bo nimûne dibe ku di heyamên pêşiya me de hin girtiyên Geziyê jî serbest berde. Ji bo ku muxalefeta pergala navxweyî bêbandor bike û hêza muxalefetê ji holê rake, dibe ku wisa jî bikin. Deshilatdarî bi van yekan dibêje ku bi vî awayî wê kurd bi tenê bimînin û ez ê polîtîkayên xwe yên qirkirinê, êrîşên qirkirinê yên siyasî û operasyonên xwe bê navber berdewam bikim. Wê bi vê yekê hem wextê min jî çêbibe ku hinekî rewşa aboriyê baş bikim. Ji hilbijartinên giştî re hê 4 sal mane. Jixwe qanûna bingehîn a nû jî anîne rojevê. Bi wê yekê jî hewl didin ku civakê û muxalefetê egle bikin. Dibêje ku bi vî rengî ez ê heya hilbijartinên giştî hebûna xwe biparêzim û ji ger şertên qanûna bingehîn ya nû jî li gorî xwe çêbikim jî wê li gorî xwe saz bikim. Yanî desthilatdarî ji bi vî rengî ji nû ve di hilbijartinan de ser bikeve taktîkeke bi rengî pêş xist.
MHP Gladioya NATO’yê ye, dewleta Tirkiyeyê bi xwe ye
Niha armanc ev e. lê belê em vê yekê dibînin: di hilbijartinên xwecihî de AKP’yê winda kir û a niha jî di nava vê desthilatdariyê de çeliqîneke cidî heye. Di nava AKP’yiyan de, di nava MHP’yê bi xwe de çeliqîn û şerekî hêzê yê mezin heye. Jixwe dewleta Tirkiyeyê dewleteke çeteyan e û bi desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’yê ev yek bi awayekî şênbertir derket holê. Nasname û kesayeta dewleta Tirkiyeyê, nasname û kesayeta MHP’yê ye. Bo nimûne ger hûn bixwazin dewleta Tirkiyeyê di nava partiyekê de baştir bibînin û nas bikin, ew partî MHP ye. MHP dewleta Tirkiyeyê bi xwe ye. Dewleta Tirkiyeyê ya sed salî ye. Gelo MHP partiyek e? Na. MHP gladyoyek e. Gladioya NATO’yê ji Tirkiyeyê nehate tasfîyekirin, kûr bû, kûr bû û niha AKP’yê bi gladyoyê re tifaqê dike. Niha desthilatdarî di destê wan de ye. Gladyoya NATO’yê ya li Tirkiyeyê, Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Aliyê ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe, gladyoyek e, kontrayek e, çeteyek û mafyayek e. Yanî nîqaşên niha di nava AKP û MHP’yê de; kuştina Sînan Ateş bigire heya bûyera Ayhan Bora Kaplan û heya ew girtinên li Midûriyeta Polîsan Enqereyê hemû girêdayî hev in. Şerê mafyayên di nava dewlete çeteyan û komên çeteyan e. Şerê hêzê ye. Bo nimûne kê Sînan Ateş tasfîye kir? MHP’yê bi xwe tasfîye kir. Telîmat ji hêla Devlet Bahçelîyî bi xwe hate dayîn. Sînan Ateş di nava MHP’yê xwedî hinekî kesayeketeke muxalîftir bû. Hin polîtîkayên MHP’yê rexne dikir. Hemû kar û sûcên MHP’yê yên qirêj dizanî. Her tiştê MHP’yê dizanî. Lê belê ji hin tîştan re îtîrazên xwe dianî ziman û ew rexne dikirin. MHP’yê ev yek weke talûkeyekê dît. Vê yekê bandor li MHP’yê jî dikir. Ji ber van yekan Sînan Ateş tasfîye kirin.
Ayhan Bora Kaplan kî ye? Ew jî ji çeteya MHP’yê ye. Ayhan Bora Kaplan ji çeteya Suleyman Soylû ye. Rêzistina çete û mafyayê ye. Jixwe MHP’yê li Tirkiyeyê hemû Midûriyetên Ewlekariyê xistine di bin kontrola xwe de. Hêzên leşkeriyê bi dest xistine û di nava artêşa Dewleta Tikiyeyê de bi awayekî cidî xwe birêxistin kiriye. Di darazê de jî xwe bi cih kiriye û daraz xistiye di bin kontrola xwe de. A niha Tirkiye ji hêla kadroyên MHP’yê ve tê birêvebirin. AKP’ya heyî veguheriye MHP’yê. Li ser xeta MHP’yê dimeşe. A niha di nava dewletê de di nava mafyayan de şerek heye. Weke mînak şerê hêzên ewlekariyê û mafyayan ê li Enqereyê, şerê mafyaya Suleyman Soylû û mafyaya Yerlîkaya ye. Şerê dewleta gladyo yê dibe çete û mafya ye. Şerekî hêzê ye.
Niha ev desthilatdariya faşîst hewl dide xwe li ser piyan bigire û desthilatdariya xwe bidomîne. Ji bo vê yekê hewl dide civakê bixapîne û mijûl bike. Hewl dide muxalefetê bêbandor bike û hêza muxalefetê bişikîne. Divê her kes vê yekê bibîne û li dijî vê desthilatdariya faşîst bêyî ku were lîstokê û bikeve xefika desthilatdariyê, muxalefeteke xurt bimeşîne û têkoşîneke xurt û têkoşîneke civakî ya siyasî bimeşîne. Ev girîng e. Ev ji aliyê kurdan ve jî wiha ye, ji aliyê tevgera demokratîk a kurd û siyaseta demokratîk ve jî wiha ye.
Ev pêvajo, pêvajoyeke welê ye ku herî zêde hêzên demokrasiyê wê lê bibin hevpar bibin, têkoşîna yekbûyî lê bimeşînin û hêza tifaqê lê mezin bikin. Piştî hilbijartinên xwecihî, ev desthilatdarî têk çû, ji aliyê psîkolojîk û morval ve jî înîsatîf ket destê muxalefetê, ket destpê hêzên demokrasiyê. Divê bi rengekî pir lez xwe mobîlîze kiriban, hêza xwe ya tifaqê mezin kiriban û têkoşîna yekbûyî mezin kiriban. Divê civak û bi milyonan kes daban pişt xwe û têkoşîneke civakî ya pir xurt û têkoşîneke siyasî meşandiban. Têkildarî vê yekê têrkeriyek nîne. Rewşeke pasîf heye. Divê ev bi lez were derbaskirin. Ji aliyê muxalefeta di nava sîstemê de jî, wiha ye. Bi desthilatdariyekî faşîst re, bi desthilatdariyekî ku çavkaniya pirsgirêkê ye re, mirov wê çawa Tirkiyeyê demokratîk bike! Hêza ku bi îdîaya demokratîkkirina Tirkiyeyê derketî holê, muxalefet bi xwe ye. Hêzên demokrasiyê bi xwe ne. Têkildarî vê yekê divê hêvî û bendewariyên civakê vale nederxînin. Divê vê şansê ku civakê dayî, vale nederxînin. Yan bi rastî wê têk biçin. Wê têk biçin û wê civaka Tirkiyeyê têk biçe. Wê car din qet nekarin di vê civakê de baweriyê qezenc bikin. Ev girîng e.
Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, neo-Osmanî ye
Dibêjin ku Ozgur Ozel gotiye, ‘em ê ji sedî 85 piştgiriyê bidin polîtîkaya derve ya desthilatdariyê, ji ber ku polîtîkayeke milî ye’. Yanî ez bi xwe nebûme şahid, lê eger bi rastî tiştekî wiha gotibe, ev rewşeke cidî ye. Polîtîkaya derve ya vê desthilatdariyê diyar e. Hemû polîtîkaya derve ya vê desthilatdariyê, ji sedî 100’ê polîtîkaya wê ya derve ew e ku qirkirina kurdan bi encam bike. Ji bo vê yekê, ji bo têkbirina Tirkiyeyê û ji bo gelên Tirkiyeyê bi temamî ber bi pêvajoyeke tarîtiyê ve bibe, dixwaze piştgiriya hêzên derve û navneteweyî bi dest bixe. Hemû polîtîkaya wê ya derve ev e. Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê dagirkerî ye. Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, neo-Osmanî ye. Yanî polîtîkaya ku niha ev desthilatdarî dimeşîne, ev e. Niha eger CHP ji sedî 85 vê polîtîkayê erê bike, piştgiriyê biditê wê demê CHP’ê dest ji kirina muxalefetê berdaye, mîna di pêvajoya Kiliçdaroglû Denîz Baykal de dîsa biryar daye ku li pey kûriya vê desthilatdariyê be. Ev rewş wê demê tê vê wateyê.
Niha zû ye ku mirov bêje vê yekê ji sedî sed dike. Bi rastî jî divê mirov hinekê lê binêre. Lê mesele hin gotin, hin liv û tevger her kesê dide hizirandin. Jixwe gelek kes jî nîqaş dikin. Dibêjin ev CHP dixwaze çi bike? Ti kesê fêm nekiriye ka gelo CHP dixwaze çi bike. Tu hem dibêjî, “ez ê hiqûqê bînim Tirkiyeyê, edaletê bînim, dewleta Tirkiyeyê wê bibe dewleteke hiqûqê, edalet bingehê milk e, bingehê vê dewletê ye, em ê edaletê bikin bingehê vê dewletê”. Ev polîtîkaya qeyûm di pêvajoya hilbijartinên xwecihî de rexne dikir. Tu wê bêjî ez ê li dijî polîtîkaya ku kurdan dike dijmin derbikevim, lê li aliyê din jî tu wê bêjî ez ê ji sedî 85 piştgiriyê bidim desthilatdariyê, nizanim piştgiriyê bidim çi, piştgiriyê bidim her tiştê ku polîtîkaya millî ye. Polîtîkaya millî ya vê desthilatdariyê, qirkirina kurdan e. dijminahiya li hemberî kurdan û gelên Tirkiyeyê ye. Dijminahiya li hemberî civaka Tirkiyeyê ye. Gelo ma mirov piştgiriyê dide vê yekê?
Mesele piştî hilbijartinên xwecihî, em li performansa CHP’ê dinêrin, ez jî ji nêz ve hinekê dişopînim, pir pasîf e. Di vê pêvajoyê de li dijî desthilatdariyê, hêza xwe ya rexnekirinê û hêza xwe ya muxalefetê hema bêje winda kiriye. Nîne. Bi rastî jî em binêrin, ka wê ji vir û şûnde rotayek çawa xêz bike. Lê niha ti kes rotayeke wê nabîne, mesele polîtîkaya wê çiye, ti kes aşkera nake. Ev ne polîtîkayek e. Ez ê demokratan jî hembêz bikin, kurdan jî hembêz bikim, ez ê her kesê hembêz bikin, ez ê faşîstê nîjadperest jî hembêz bikim… Tu faşîstê nîjadperest hembêz bike, wê bibe hêmanekê polîtîkayê. Wê bibe hestiyekê wê, bibe hestiyê wê yê piştê. Wisa nabe!
Qala normalbûnê tê kirin. Normalbûna Tirkiyeyê çiye? Rabûna tecrîda li Îmraliyê ye. Tunebûna sîstema tecrîd û êşkenceyê ye. Normalbûna Tirkiyeyê çiye. Pêkanîna şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêber Apo ye. avakirina zemîneke welê ye ku pirsgirêka kurd bi rengekî demokratîk çareser bike. Normalbûna Tirkiyeyê ev e. Ev çêbibe wê li Tirkiyeyê hiqûq jî were, demokrasî û azadî jî were. Yanî wê Tirkiye normal bibe. Normalbûn ne berdana 7 generalan e. Normalbûn ne hevdîtinên bi muxalefetê re hatine kirin in.
Vê desthilatdariyê rewatiya xwe winda kiriye, têk çûye; divê îstîfa bike
Çîrokeke Nasrettîn Hoca heye. Kerê didize, piştre jî mîna ku qencî kiriye kerê berdide. Erdogan her tişt dizî ye, sûc kiriye û sûc kiriye, desthilatdariyek sûc, Tirkiye veguherandiye welatekî sûc, tiştên kirine sûc e. Bi rastî jî divê civaka Tirkiyeyê û muxalefeta wê were ser hemdê xwe. Rewş cidî ye. Lewma tişta ku were kirin, têkoşîn e. Têkoşîna yekbûyî ye. Têkoşîneke demokrasiyê ya pir xurt divê bê meşandin. Divê bêyî ku bibe dereng, mirov vê têkoşînê di dema ku desthilatdarî pêvajoya xwe ya têkçûnê dijî de, bimeşîne. Piştî hilbijartina xwecihî heta niha, di rastiyê de tişta ku muxalefetê dixwest çi bû? Divê her kesê wiha gotiba; vê desthilatdariyê rewatiya xwe winda kiriye, têk çûye; divê îstîfa bike. Mane wisa? Divê wiha gotiba. Divê ev desthilatdarî bi lez ber bi hilbijartinên giştî ve biçe. Divê hilbijartin hatiba xwestin, hilbijartina giştî hatiba xwestin. Her kesê devê xwe qepat kir. Yanî tu çima dem bi vê desthilatdariyê didî qezenckirin? Tu çima dem didî vê desthilatdariyê ku xwe komî ser hev bike? Ev siyaset û muxalefetek çawa ye? Di vî warî de divê her kes rastiyê bibîne û têbikoşe.
Em nikarin dîplomasiya leşkerî ya Tirkiyeyê ku li herêmê dimeşîne ji siyasetê cuda bigirin dest. Ji bo vî şerî bimeşîne vê siyasetê, dîplomasiyê, dîplomasiya leşkerî dimeşîne. Di vê pêvajoyê de bi Iraqê re jî peymanên cuda çêkirin. Ev yek di raya giştî de jî derket holê. Gelek nîqaş hatin kirin. Bi taybetî çapemeniya tirk weşanên pir provokatîf kirin. Weke ku serkeftineke mezin bi dest xistine pêşkêşî raya giştî kirin. Wekî ku Iraq teslîmî Tirkiyeyê bûye, Iraqê hemû tiştên ku Tirkiyeyê dixwest qebûl kiriye, her cure polîtîkayên li ser Iraqê ferz dikirin qebûl dikirine û wê bi cih bînin nîşan dan. Hewl dan rewşeke ku Başûr, Îran û hemû kes li pişt Tirkiyê kom bûne biafirînin. Helbet ev jî şerê taybet e. Hilbijartinên xwecihî nû bi dawî bûbûn, hikûmeta AKP’ê têk çû û di nav alîgirên desthilatê de bêmoraliyek çêkir. Ji bo ku xwe ji vê rewşê xelas bikin bişkînin giranî dane ser şerê taybet. Hewl dan desthilatê weke serkeftî nîşan bidin. Helbet aliyekî wê ev e.
Dixwaze başûrê Kurdistanê bi temamî dorpêç bike
Ji aliyê din jî peymanên curbecur bi Iraqê re çêkir. Tiştên ku ji Iraqê dixwest bi temamî pê neda qebûlkirin. Ev rastiyek e. Divê Iraq xwe nexe rewşeke ku di pêşerojê de zirareke mezin bide wê. Divê Iraq nekeve nava helwesteke siyasî ya ku dagirkeriya Tirkiyeyê, siyaseta neo-Osmanî û polîtîkayên berfirehkirinê rewa bike. Ev yek wê zirareke mezin bide Iraqê. Ev yek teqez e: siyaseta Tirkiye ya li ser Iraqê bêguman siyaseteke neo- Osmanîst e. Polîtîkayeke berfireh, dagirkeriyê ye. Ev projeya ku jê re tê gotin rêya pêşketinê bi rastî jî kêrî Iraqê nayê. Ev proje projeyek riya dagirkeriyê ye, ne projeyek riya pêşveçûnê ye. Ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê û polîtîkayên neo-Osmanî rê û korîdorekê çêdike. Bi vî awayî Tirkiye dixwaze li ser Iraqê polîtîkayên xwe berfirehtir bike û hegemonyaya xwe ava bike. Dixwaze başûrê Kurdistanê bi temamî bixe bin dorpêçê. Dixwaze Deriyê Sînor ê Xabûrê bêbandor bike. Bi dîtina min rêveberiya Başûr û PDK’ê hîn jî derbarê vê siyaseta rêya pêşketinê de dudilî ne. Tirkiye hewl dide wê rehet bike. Ji ber vê yekê PDK bêhtir beşdarî van polîtîkayên qirkirinê dibe û Tirkiye hewl dide PDK’ê di pozîsyoneke ku zerareke kêm bigihêjê de bêhêle. Niha tiştekî wisa xetere heye. Ji ber wê jî divê Iraq nekeve rewşên ku siyaseta Tirkiyeyê rewa bike. Li ser vê bingehê dixwaze hêzên Sînor ê Heresê bi kar bîne. Tirkiye di şerê li dijî gerîla de dixwaze Sînorê Heresê, Hêzên Sînor ên Iraqê bi kar bîne, PDK dixwaze bi kar bîne.
PDK bi hêzên Sînor ê Heresê û bi ala Iraqê dixwaze bikeve cihên ku dixwestin lê heta niha nekarîn têkevin. Artêşa tirk dixwaze were li van deran bi cih bibe û xwe li pişt PDK’ê veşêre û bikeve nava wê. Dixwaze bingehekê ava bike. Siyaseteke wiha dimeşîne. Yanî dewleta tirk bi vî awayî dixwaze ji Iraqê û her kesî sûd werbigire. Û ev yek ne di berjewendiya Iraqê de ye. Bi kêrî Başûr jî nayê.
Gel li Başûr hilbijartin çêbibe PDK dê têk biçe
Niha PDK serdema xwe ya herî qels dijî. Her ku têkiliya PDK’ê bi vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re pêş ket, hevkarî zêde bû, PDK’ê beşdarî şerê qirkirina kurdan bû, PDK qels bû. PDK desthilatdarî wenda kiriye û di vê nuqteyê de PDK pir û pir lawaz e. PDK’ê di nava alîgirên xwe de bandora xwe winda kiriye. Navûdengê xwe winda kiriye. Bi rastî ti bandoreke PDK’ê li ser civaka Başûr nemaye. Wekhevî tune. Ji ber vê PDK naxwaze li Başûrê hilbijartin çêbibin. Ji ber ku eger hilbijartin çêbibe PDK dê têk biçe, ew jî vê yekê dizane. Civak dengê xwe nade PDK’ê, civak li dijî PDK’ê ye. Ew vê yekê dizane. Wê demê çima civak li hemberî PDK’ê bi bertek e? PDK ji ber ku bi salane di polîtîkayên qirkirina kurdan de li kêleka desthilata faşîst a qirker a AKP-MHP’ê cih digire. Ev tê wê wateyê ku civaka Başûrê Kurdistanê vê siyaseta PDK’ê qebûl nake. Ji PDK’ê re dibêje hevkariyê neke. Ji PDK’ê re dibêje xayintiyê neke. Ji PDK’ê re dibêje di rijandina xwîna kurdan de cih negire. Ji PDK’ê re dibêje bi MHP’ê re hevkariyê neke. MHP niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Niha PDK-MHP’ê re di nava tifaqê de ye. Xelkê Başûr dibêjin vê nekin.
Bala xwe bidinê, PDK kengî li Başurê bihêz bû? Di pêvajoya xebatên Kongreya Netewî yên di salên 2013-14’an de ku hevalên me jî di nav de bûn û şandeya ku heval Sebrî û heval Ronahî di nav de bi PDK’ê re hevdîtin pêk anîn û piştre ji çar parçeyên Kurdistanê gelek şande hatin, bi hêz bû. Li ser Kongreya Netewî civîn pêk anîn û nîqaş kirin. Ev serdema ku PDK herî xurt e. Di navbera 2013-2014 de ye. Yanî pêvajoya ku xebatên Kongreya Neteweyî bi hev re tê meşandine.
Niha PDK di pêvajoya herî qels de ye? Di vê pêvajoyê de îxanet û hevkariyê hat kûrkirin, bi AKP-MHP’ê re xebat meşand, polîtîkayên qirkirinê meşand. Mînak PDK divê ji vê yekê encamên pir cidî derxe. Hin endamên PDK’ê me rexne dikin. Dibêjin çima hûn tim dibêjin malbata Barzanî, PDK û PDK? Hemû endamên PDK’ê piştgirî nadin vê siyasetê. Piraniya endamên PDK’ê jî li hemberî vê rewşê bi bertek in. Rêveberiya PDK’ê bertek nîşanî vê hevkariya bi Tirkiyeyê re û tevlîbûna êrîşên qirkirina kurdan didin. Ji ber vê yekê gelemperî nekin. Nebêjin PDK, bêjin malbata Barzanî. Yên wiha rexne dikin jî hene. Ez jî vê dibêjim. Wê demê kesên ku di nava PDK’ê de li dijî van polîtîkayan hene, divê li dijî malbata Barzanî têkoşîneke vekirî bidin. Divê ew nebin şirîkên wî. Bêdeng mayî jî hevkarî ye. Ji ber vê yekê divê li dijî vê li Başurê bertekên cidî bê pêşxistin.
Gerîla li ser xeta fedaî têkoşîneke fedaî dimeşîne
Tirkiye çi dike? Hevalan ragihandin ku di 16’ê Gulanê de li Metîna operasyona dagirkeriyê dest pê kiriye. Niha ev gav bi gav pêş dikeve. Parçe bi parçe li herêman bi cih dibin. Zêdetir xuya dike ku ew ê di mehên havînê de, piştî ku baran bi tevahî biqede, dema ku şert û merc pêk hatin, di dawiya Gulanê û destpêka Hezîranê de êrîşek berfireh bidin destpêkirin. Niha gav bi gav, parçe bi parçe pêk tînin, êrîş qet ranewestiyane. Niha Tirkiye hewl dide li van deveran baregehên leşkerî ava bike. Hewl dide hemû baregehên xwe yên leşkerî xurt bike. Dixwaze her cihê ku bikeve bi temamî dagir bike û eger di pêşerojê de bingeheke siyasî çêbibe, bi temamî dagir bike. Niha jî siyaseteke bi vî rengî ya dagirkerî û dagirkirinê dimeşîne. Siyaseta Peymana Neteweyî dimeşîne.
Li hemberî vê yekê yekane tişta li dijî wê rawestin û têkoşîn e. Em dikarin ji bo gerîla çi bibêjin? Gerîla berê xwe dide berxwedanê. Gerîla li ser xeta fedaî têkoşîneke pir bi rûmet, bêhempa, fedakarî û fedaî dimeşîne. Ji sala 2019’an û vir ve em li dijî her cure çekên kîmyewî, li dijî çekên nukleerî yên taktîk, li dijî her cure çekên qedexe, li dijî bombekirina her rojê, li dijî her cure êrîşên balafirên bêmirov, li dijî her cure şerê qirêj, gerîla bi hişmendî, vîn û cesaret li ber xwe dide. Bi rûmetî li ber xwe dide. Bi rastî mirov çav û eniya gerîlayan ramûse.
Ev berxwedan berxwedaneke ku wê bi tîpên zêrîn di dîrokê de, di dîroka kurdan de bê nivîsandin. Berxwedana ku wê çarenûsa kurdan diyar bike ye. Berxwedaneke pir bi rûmet û bêhempa ye. Ez hemû hevrêyên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez hemû hevrêyên ku di xeta fedayî de li ber xwe didin pîroz dikim. Bi rastî jî hemûyan, bi hezkirin û rêzdarî silav dikim û hembêz dikim. Bexwedaneke pir bi rûmet dimeşînin. Ne tenê têkoşîna azadiyê ya kurd dimeşînin, azadiya kurdan diparêzin; di heman demê her çar parçeyên Kurdistanê diparêzin, di heman demê de azadiya gelên Rojhilata Navîn diparêzin. Berxwedana li başûr di heman demê de berxwedana parastina azadiya gelê Iraqê ye. Ango berxwedanake wiha bi rûmet tê meşandin. Têkoşîneke li ser navê mirovahiyê tê meşandin.
Divê gelê me bi awayekî pir xurt li kêleka vê berxwedanê cih bigire. Divê gelê me li her derê berxwedana xweparastinê û têkoşîna parastina gel a şoreşgerî pêş bixin. Bi taybet ciwanên kurd li her derê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê berxwedana xweparastinê bi awayekî pir xurt bimeşînin. Her kes li her derê dikarin li kêleka vê berxwedanê cih bigirin û xwedî li vê berxwedanê derkevin.
Divê her kes xwedî li zimanê kurdî derkevin
Ez jî Cejna Zimanê Kurdî li gelê me pîroz dikim. Bi wesîleya îro 15’ê Gulanê, beriya wê û piştî wê û dîsa di heman rojê de hin çalakî hatin kirin. Hin meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Ev helbet bi nirx in. Lê divê vê ne tenê weke pîrozkirina cejneke, dayîna daxuyaniyên cuda û bîranînan re sînordar bihêlin. Bi rastî pêwîste her rojê biguherînin rojeke têkoşînê. Bi taybetî ez ji bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê diyar bikim. Bi sed sal in polîtîkayeke qirkirinê ya hovane tê meşandin. Bêguman ev yek li her parçeyê heye, lê bi taybet dewleta tirk serkêşiya polîtîkayên qirkirinê dike, li herêmê pêşeng e. Li Kurdistanê bi awayekî bênavber polîtîkayên qirkirinê yên çandî tê pêkanîn. Li dijî vê jî têkoşîneke heye. Bi taybetî têkoşîna PKK’ê ku zêdeyî nîv sedsal e dewam dike, di vê mijarê re bi rastî jî pêşketinên pir girîng derxist holê. Polîtîkaya qirkirinê bi awayekî cidî derb kir. Di gelek aliyan de vale derxist. Lê bi rewşa heyî ev yek ne têrker e. Ev polîtîkayên qirkirina çandî bi awayekî bêperwa, qat bi qat dewam dike. Ev yek herî zêde li ser asîmîlasyona ziman tê pêşxistin. Di vê mijarê de bi rastî jî zimanê kurdî girîng e. Ango di malbatê de fêrkirina zimanê kurdî ji zarokan re. Her tişt ji zarokatiyê dest pê dike. Karakter di zarokatiyê de şekl digire. Taybetmendiyên ku heta 7-8-9 salî tê girtin, taybetmendiyên ku ji malbat û di wê derdorê de tê bi dest xistin, di we de kesyete û karekterek diafirîne. Nasname diafirîne, bîr diafirîne. Ev pir girîng in. Ji ber vê yekê ez bang li dayik û bavên kurd dikim: teqez zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bikin. Kurmancî, kirmanckî fêr bikin: ji xwe li Başûr zêde pirsgirêk nîne, fêrî Soranî dibin. Di vê mijarê re bi taybetî bang li Bakur dikim. Zimanê kurd teqez divê bê hînkirin. Divê di nava malbatê de bi Kurdî were axaftin. Divê li kolanan bi Kurdî bê axaftin. Civak dema hat ba hev divê bi kurdî biaxive. Divê di kirin û firotinê de bi Kurdî bê axaftin. Her ku biçe divê li Kurdistanê siyaset bi kurdî bê kirin. Siyasetmedar dema li Kurdistanê civînên gel, mitîng bikin û derkevin pêşberî vê civakê divê bi Kurdî biaxivin. Ev yek jî pir bandorê li civakê dike. Axaftina bi Kurdî ya pêşengên gel wê civakê bandor bike. Ev bandor li zarok û ciwanan bike. Divê em van bi awayekî pir belav pêş bixin. Divê ji bo vê yekê pir cidî bixebitin, têbikoşin.
Lê li aliyê din hinek qisim, em bibêjin PDK’ê jî bi Kurdî diaxive. Hevkarên PDK’ê jî bi Kurdî diaxivin. Hizbul-kontra jî li Kurdistanê bi Kurdî diaxive. Lê çi dike? Di polîtîkayên qirkirinê de hevkarî dike. Li kêleka dewleta ku qirkirina çandî dike, cih digire. Piştgiriyê dide her curê polîtîkaya wî jî. Bi zimanê Kurdî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Ji ber vê yekê, bi Kurdî diaxivin û navên Kurdî digirin, wek mînak, niha hinek ji wan di medyaya desthilatdariyê de derdikevin, ez dizanim ku ew kurd in, ew jî diyar dikin ku ew kurd in, navên Hêlîn, Pelîn, Baran li xwe kirine, navê Rêzan li xwe kirine, lê bi giştî propagandaya vê desthilatdariya faşîst dikin. Şerê taybet dimeşîne. Ew hêmaneke şerê taybet e. Bi vî awayî dejenere dibe û hundirê wê tê valakirin. Mesele ne tenê girtina navên Kurdî yan bi Kurdî axaftin e; Heta kengê hûn dikarin bi çanda xwe, dîroka xwe, kevneşopiyên xwe bijîn? Hûn çiqas dikarin bibin civakek exlaqî û polîtîk? Li gorî nirxên xwe, çanda xwe heta çi radeyê hûn dikarin rizgariya civakî bijîn û asta rizgariya civakî derxin holê? Hûn dikarin heta çi radeyê xwe bi rê ve bibin û rêveberiya xwe ya xweser biafirînin? Ma hûn dikarin xwe bi awayekî azad, wekhev, adil, demokratîk bi rê ve bibin? Pîvan ev e. Pîvan bi rastî jî ew e ku mirov karibe xwe li ser nirxên xwe, çanda xwe, dîroka xwe bigihîne asta civakeke exlaqî û polîtîk, li ser exlaqê azad û civaka exlaqî ya demokratîk xwe bi rêve bibe. Eger wisa be, wê watedar be.
Hêmana herî bingehîn a ku çandê diafirîne ziman e
Niha li hemû Kurdistanê rûxandina ekolojîk pêk tê. Qirkirina ekolojîk, qirkirina herî mezin a çandî ye, qirkirina dîrokî ya herî mezin e. Erdnîgariya dîrokî ya ku hûn lê dijîn ji holê tê rakirin. Daristanên wê tên tinekirin, ava wê tine dikin û jehrî dikin. Dîroka wê tê tine dikin, hewaya wê qirêj dikin. Avhewa diguhere. Faunaya wê tê tinekirin. Nebatên xwezayî ji holê tên rakirin. Gelek zîndewer tine dibin, nebat tine dibin. Ev hilweşîna çandî ya herî mezin e. Qirkirina herî mezin e. Rêbertî çi got? Got ku hişmendiya bîrdozî ya herî bingehîn hişmendiya ekolojîk e. Niha hûn dikarin bipirsin, gelo çi pêwendiya wê bi ziman re heye? Gelekî pêwendiya wê bi ziman re heye. Ziman çi ye? Hêmana herî bingehîn a ku çandê diafirîne ye. Bê ziman, pêkhatina çandî pir seqet e. Lê ev ziman jî xwezaya Kurdistanê ye. Tu bi wî zimanî bi wê xwezayê diaxivî. Ew ziman xwedî nasname ye. Ew ziman xwedî giyan e. Ew ziman xwedî ramanek e. Ji ber vê yekê ew ne serbixwe ye. Ziman bi xwe jiyan e, çand e, hebûn e. Lê li ser heqê xwe. Mînak divê di vê mijarê de xebat û têkoşîneke pir cidî divê bê kirin. Hin zarava wenda dibin. Mînak kirmanckî zimanê min ê dayikê ye. Ez bi rastî xemgîn im. Îcar kesên ku bi eslê xwe kirmanckî diaxivin pir hindik in, kesên wisa pîr û kal hene. Niha piçekî pêş dikeve, hin komên ku li ser ziman dixebitin wî bi kar tînin û hinekî orjînal e. Lê gav bi gav winda dibe. Ev cihê xemgîniyê ye. Divê em xwedî lê derkevin. Di serî de Dêrsim, gelê Dêrsimê, hemû gelê me yê bi kirmanckî diaxivin, li Amed, Çewlik, Erzîngan, Siwêregê; divê li her derê xwedî lê were derketin.
Di vê wateyê de, bendewariya min herî zêde bi jinan re heye. Divê jin pêşengiya vê bikin. Jin hilgirê çandê ye, jin hilgirê ziman e. Ya ku çanda me aniye roja îro dayikên me, rastiya jinê ye. Ya herî girîng jî divê jinên kurd bi rastî xwedî li ziman derkevin.”