Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Divê teqez muzakereyên demokratîk pêk were

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî û wiha got: “Divê tecrîda li Îmraliyê rabe û dest bi diyalogê bê kirin. Dawiya têkoşîna demokratîk, teqez dê bi muzakereyên demokratîke pêk were.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma heftane ya partiya xwe ya Meclisê de axivî. Bûldan, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û li ser banga Ocalan di 26’ê gulanê bi dawî bûn de wiha got: “Em îro civîna koma xwe dinava serkeftin, bawerî, hêvî û keyfxweşiyek mezin de li dar didin. Belê li dijî tecrîdê, wekîla me Leyla Guven di 8’ê mijdarê de, bi hezaran girtiyên siyasî di 16’ê kanûnê de, Hewler û Strasbûrgê mirovan me dest bi greva birçîbûn û rojiya mirinê kirin. Çalakgeran li ser bang birêz Ocalan di 26’ê gulanê de dawî li çalakiya xwe anîn.”

‘Ev têkoşîn dê demokrasî û aştiyê jî qezenc bike’

Bûldan, bal kişand ser 8 çalakgerên ji bo şermezarkirina tecrîdê jiyana xwe ji dest dan û wiha bilêv kir: “Ligel hemû hewldanan jî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Berî ku hîn zêdetir mirin pêk werin, bi dawî kirina  grevên birçîbûn û rojiya mirinê, baweriyên mezin di raya giştî de ava kirin. Ev têkoşîna çalakgeran, dê demokrasî û aştiyê jî qezenc bike. Di encamê de jiyanê qezenc kir. Divê êdî hemû kes vê yekê baş zanibin, kes nikare pêşiya daxwaza gelan bigire. Divê hemû gel jî zanibin, berxwedan jiyane.”

‘Laçik spiyên me ala aştiyê li ba dan’

Bûldan, têkoşîna dayikên laçik spî silav kir û wiha pê de çû: “Dayikên hêja hûn bûn rêhevalên berxwedêrên ji bo mirovahiyê li ber xwe didin. Hûn bin deng, hûn bûn qîrîn. Hûn bûn dengê aştî, edalet û ronahiyê. We bi laçikên xwe yên spî, ala jiyan, aştî û edaletê liba kirin. Ew laçikên siyasî li dijî hemû êrîşên li ser mirovahiyê, her yek mertaleke.”

Bûldan, di dewama  axaftina xwe de wiha got: “Grevên birçîbûnê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê îtîrazek bû. Ji bo pêşketina çaredariya  demokratîk, aştî û edaletê hewar bû. Grevên birçîbûnê dît  ku bi polîtîkayên tecrîdê tiştek nayê birêve birin. Berî 4 salan dikaribûn hevdîtinên parêzeran ên bi birêz Ocalan re pêk bînin. Lê nekirin. Divê hevdîtinên hatine dest pê kirin dewam bikin.”

Îşkenceya Xelfetî li holê ye

Bûldan, di dewama axaftina xwe de ev tişt  gotin: “Em hebûna kesên dixwazin vî welatî di taritiyê bihêlin û civaka wê bitirsînin baş nas dikin. Va ye Nevçeya Xelfetî ya Riha li ber çavên hemû cîhanê ye. Li wê derê îşkenceyên dij mirovahî hatin kirin. Tiştên li Xelfetê hatin kirin, pratîak dawî ya feraseta dijminantiya mirvohiyê ye. Me ev feraset li Cizîr, Sûr, Nisebên, Pirsûs, Mêrdîn, Mûgla, Êlih û li gelek deverên din dîtin. Xelfetî mînaka herî dawî ya polîtîkayên dawleta faşîst e. HDP dê li Xelfetê dest ji şopa îşkenceya li Xelfetê hat jiyîn bernede. Emê di zemînê hiqûqî de hesab bipirsin. Bêedaletiya heyî herî zêde jin nesibê xwe jê digirin. Tundiya serdest a li dijî jinê, bi awayekê pir alî dewam dike. Di mehekê de 36 jin hatin qetilkirin û 36 jiyan bi dawî bûn. Pir eşker dibêjim ku parastinê jinan erka sereke ya hikumetê ye. Va ye rewşa Nevîn Yildirim li holê ye. Ji bo ku bendana xwe û jiyana xwe biparêze, mafê xwe yê rewa bi kar anî. Lê hat ceza kirin. Nevîn Yildirim ne sûcdare û ne bi tenê ye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar