Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Divê tifaqa demokrasiyê ji bo qanûnek bingehîn gav bavêje

Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl bilêv kir ku polîtîkayên cihêkariyê yên AKP’ê gel ber bi lêgerîneke nû ve hêl kiriye û wiha got: “Divê eniya demokrasiyê û partiyên muxalefetê bên cem hevdu û divê em li gor pêdiviyên Tirkiyeyê ji bo qanûneke bingehîn a nû demidlest gavina bavêjin.”

Ekrem Îmamoglû, bi dengê hilbijêrên HDP’î careke din bû Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê. Piştî vê tifaqa demokrasiyê ku muxalefetê ew afirand tê nîqaşkirin. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ji bo ajansa MA’yê encamên hilbijartinê nirxandin.

Togrûl, bal kişand ser helwesta tifaqa AKP-MHP’ê ya ji bo hilbijêrên HDP’î û wiha got: “Di hilbijartina 23’yê hezîranê de para hilbijêrên HDP’ê zêde ye. Ev tenê ne ji bo Stenbolê ji bo Edene, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Enqere û Hatayê jî wisa ye. Hilbijêrên HDP’î ne li kêleka Bînalî Yildirim ne jî li kêleka Ekrem Îmamoglû seknî. HDP, dan serê rêya sêyemîn a partiya xwe û li gor stratejiya xwe tev geriyan.”

‘Hilbijêrên kurd berbayî lîstikan nebûn’

Togrûl, bal kişand ser zimanê dûr samîmiyetê û diyar kir ku ev ziman ji bo xapandina hilbijêran tê bikaranîn û got: “Li Amedê Bînalî Yildirim dibêje Kurdistan, lê li hêla din Suleyman Soylû zimanê mîlîtarîst bi kar tîne. Yanî hilbijêrên kurd pir baş lîstika AKP’ê dîtin. Û di 23’yê Hezîranê de di sindoqê de nîşan da ku berbayî van lîstikan nebûye. Di peyama Birêz Ocalan de ku bal dikişand ser ‘bêalîbûnê’, nedihat gotin dengê xwe nedin Ekrem Îmamoglû. Ocalan, digot ‘Bila HDP, xwe bi xwe biryara xwe bide.’ Jixwe helwesta partiya me ji bo rêvekirina li ber xeta sêyemîn e û ji bo demokrasî bê Tirkiyeyê. Wisa difikirim em di vî warî de bi ser ketin.”

Divê demidlest gavan bavêjin

Togrûl, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi makeqanûnek nû heye û wiha got: “Li Tirkiyeyê herî zêde hilbijêrên kurd bi polîtîkayê dizanin. Bêsamîmiyet û nakokiya li holê baş dîtin. Hilbijêrên kurd ev lsîtik dît û li gor 31’ê adarê, di 23’yê hezîranê de bêtir çûn ser sindoqê. Encama 23’yê hezîranê ku bi desteke kurdan çêbû, ji bo rêvekirina li ber xeta sêyem û avakirina tifaqa demokrasiyê bû. Gelên Tirkiyeyê yên ji AKP’ê aciz bûne êdî li rêyeke nû digerin. Divê em partiyên muxalefet bibin bersiva vê lêgerînê. Divê eniya demokrasiyê û partiyên muxalefetê bên cem hevdu û divê em li gor pêdiviyên Tirkiyeyê ji bo qanûneke bingehîn a nû demidlest gavan bavêjin.”

Togrûl destnîşan kir ku bi encama hilbijartinê careke din derketiye holê ku ev welat bi feraseta cihêkarî, berberîbûn û ferasete nehesibandinê nayê birêvbeirin û divê muxalefet jî dersekê ji vê hilbijartinê derxîne û li gor wê tev bigere.

‘Gotina ‘kurd guh nadin Ocalan pûç e”

Togrûl bilêv kir ku helwesta HDP’ê û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hev ne dûr in û ev tişt anî ziman: “Nakokî di navbera pêşniyara Ocalan û helwesta HDP’ê de tune ne. Ocalan tenê ne Rêbereke ku tesîra wî li ser kurda ye. Tesîra wî li ser gelên Rojhilata Navîn jî heye. Ger tesîra birêz Ocalan li ser kurda tunebûna, ma wê grevên birçîbûnê yên domdirêj pêk bihatana? Di dema grevên birçîbûnê de me digot ‘Ocalan aktoreke girîng e. Tenê ne li ser kurdan tesîra wî li ser gelên Rojhilata Navîn jî heye.’ Hevdîtinên bi Ocalan re û peyamnên wî ji bo hemû derdoran bû cihê hêviyê. Yanî gotine ‘kurd guh nadin Ocalan pûç e.’ Ger wisa bûna, ma wê ev qas kes wisa domdirêj biketana greva birçîbûnê? Birêz Ocalan hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn pir girîng e. Loma her gotinek wî ji bo me pir girîng e.” DÎLOK

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar