Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Divê Tukdogan demildest were berdan’

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu piştî şerê Garê, Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan kir hedef, polîsan Ozturk Turkdogan û gelek rêveberên HDP'ê binçav kirin

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, piştî şerê li Garê Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan kiribû hedef. Piştî vê yekê serê sibê polîsan Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê ya Enqereyê Zeyno Bayramoglu, Rêveberê Meclisa HDP’ê Alî Ozkan, Hevserokê HDP’ê ya Eskîşehîrê Şukriye Ercan, Huseyîn Gevher û Betul Koca binçav kirin.

Soylu, piştî şerê li Garê li meclisê gotibû: “Ew komeleya ÎHD’ê ku canê wê derkeve” û ÎHD kiribû hedef.

Daxuyaniya ÎHD û TÎHV’ê

ÎHD’ê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî binçavkirina Turkdogan daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêzdar hevserokê me û Endamê Desteya Sazûmankariya me Ozturk Turkdogan bila demildest were berdan. Em carek din dibihîzin ku Turkdogan di operasyonek sibeha înê de hatiye binçavkirin û ev fikara me zêde dike.

Rêzdar hevserokê me Ozturk Turkdogan ji sala 1986’an vir ve di nava rêxistina mafê mirovan ÎHD’ê de dixebite. Ji sala 2008’an vir ve serokatiya ÎHD’ê dike û 13 sal in bênavber vê wezîfeyê birêve dibe. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di Desteya Giştî ya Meclisê de axivîbû û ÎHD’ê kiribû armanc. Ev binçavkirina piştî aşkerakirina Plana Bernameya Mafê Mirovan a hat aşkerakirin de pêk hat nayê qebûlkirin.

Em carek din bi bîr dixin ku Tirkiye alîgirê Danezana Parastina Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye. Em dixwazin demildest dawî li vê sepana bêhiqûqiyê were û rêzdar hevserokê me Ozturk Turkdogan bila li tavilê were berdan.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar