Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê wek erkek netewî û mirovî xwedî li Rêberê xwe derbikevin’

Endamên Komîteya Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan derbarê tecrîda girankirî û gefên li ser Rêber Ocalan axivîn û gotin: “Dîlgirtina Rêber Ocalan, ji ber tirsa wan ya ji projeya wî ya bi navê Sîstema Konfederalîzma Demokratîk a li dijî Sîstema Kapîtalîzmê bû. Divê wek erkek mirovî û neteweyî xwedî li Rêberê xwe derbikevîn.”

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 salin di girtîgeha Îmraliyê de ye zêdetirî 2 salanin tu agahî jê nayê girtin û rê nayê dayîn parêzer û malbata wî pêre hevdîtinê bikin. Li her çar beşên Kurdistanê û dervey welat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi sedan kampanya û çalakî têne lidarxistin û berdewamin.

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di navbera 20-29’ê îlonê de li Tirkiyeyê hin hevdîtin pêkanî û di vê çarçoveyê de jî serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Komîteya Pêşî Lêgirtina li Îşkenceyê (CPT), rapora xwe ya 32’yemîn a giştî ya 1-31’ê Çileya sala 2022’yan weşand. CPT’yê, di raporê de diyar kir ku serdan li Girtîgeha Îmraliyê kiriye lê têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî neda.

Di 8’ê tîrmehê de, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya taybet a Stêrk TV de diyar kir ku dewleta tirk û rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bê navnîşan dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re digotin ‘Em ê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî!”

Li gel berdewambûna kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, welatiyên Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo kampanyayan nîşan dan û girtina Rêber Ocalan wek ne dadperweriya beramberî Gelê Kurd û mirovahiyê dibînin. Li ser vê yekê Endamên Komîteya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ axivîn.

‘Dîlgirtina Rêber Ocalan, ji ber tirsa ji sîstema Konfederalîzma Demokratîk bû’

Endamê Komîteya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ Şoreş Xidir di derbarê mijarê de diyar kir ku Komploya Navneteweyî li dijî hemû gelê kurd ê li her çar beşên Kurdistanê bû û wiha got: “Dîlgirtina Rêber Ocalan, ji ber tirsa wan ya ji projeya wî ya bi navê Sîstema Konfederalîzma Demokratîk a li dijî Sîstema Kapîtalîzmê bû. Divê wek erkek mirovî û neteweyî xwedî li vî hizirmende derbikevîn. Divê em li gel rêxistin, partî û partiyên siyasî yên li hundir û derveyî welat re lobî û zextan bikin da ku em bikarin xwedî li Rêberê xwe weke bîrmendekî ku projeyek ji bo mirovahî û neteweya kurd avakirî, derbikevin.”

‘Tecrîdê êdî pîvanên mirovî û olî nehêlaye’

Her wiha Çavdêrê Siyasî û Endamê Komîteya ‘Azadî Ji bo Abdullah Ocalan’ Dr. Hekîm Ebdulkerîm di derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Ev du salin tecrîd gelek giranbûye û dewleta tirk di girtîgehê de nameyên gefxwarinê ji Rêber Ocalan re dişîne. Gefên jehrîkirinê lê dixwin. Tecrîd gihiştiye astek wiha ku ji aliyê tu pîvanên mirovî û olî yên navneteweyî ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku dewleta tirk rê nade kesûkar û parêzerên wî bibîne. Her wiha pênûs û kaxez jî di destê wî de nînin. Ev yek hemû ji me re dibêjin ku divê ev tecrîd were destgirtin û şermezarkirin.”

‘Dîlgirtina Ocalan dîlgirtina projeya Çareseriya Demokratîk a Rojhilata Navîn e’ 

Dr. Hekîm Ebdulkerîm di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku çalakiyên ji bo têkbirina tecîra li ser Rêber Ocalan erkê her kesê ye û wiha domand: “Weke Komîteya Azadiya Ocalan, ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê xebatên xwe xurtir bikin. Ji bo xebatên şikandina tecrîdê, kampanya têne lidarxistin. Ev erka her kurd û azadîxwazekî li cihanê ye. Dîlgirtina Rêber Ocalan ne tenê girtinek fîzîkî ye, dîlgirtina projeya bi navê Çareseriya Demokratîk a Rojhilata Navîn e. Pêkanîna projeyê wê bibe sedem ku dewleta tirk di şêwazê rêveberiya xwe de têk biçe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar