Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Divê xayîntî jî sînorek xwe hebûya

Kesên qaşo serkirdeyên kurd in, yên başûrê Kurdistanê pîrozbahiya hilbijartinê li Erdogan kirin û di xiyaneta xwe de tu sînor nas nekirin. Hinek ji serkirdeyên başûrê Kurdistanê, Erdoganê kujer û celadê gelê kurd ku, destê wî di xwîna zarokên kurdan de heye û lingên wî hîn li ser Kurdistana dagirkirî ne, wek rêber ji xwe re hilbijartin.

Roja 14’yê Gulanê hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyeyê hatin kirin. Yekem car gelê kurd bi dengên xwe nehişt Erdogan di tûra yekemîn ya hilbijartinan de  bi serbikeve. Di 28’ê gulanê de Erdogan bi nîva dengê dengdêrên Tirkiyeyê û bi ferqek kêm ji hevrikê xwe ji bo 5 salên din weke serokomar hat hilbijartin.

Çend deqîqeyan piştî hilbijartinê, Erdogan li gelê kurd dest bi gefxwarinê kir. Hinek partî û serkirdeyên başûrê Kurdistanê her çiqas ev gefên Erdogan bîhistîn jî lê careke din piştgirî û pîrozbahiya xwe ya ji Erdogan re nîşan dan.

Hîn encama fermî yên tûra duyemîn ya hilbijartinan nehatibûn aşkerekirin jî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn ji başûrê Kurdistanê peyama pîrozbahiyê ji Erdogan re şand.

Li beramberî sextekarî, erîş û gefên Erdogan û AKP’ê yên ji gelê kurd re, heyrantî û heskirina Selahedîn Behadîn ya ji axayê xwe Erdogan re, çavên wî kor kirine lewra van rastiyên wî nabîne. Di vê derbarê de Behadîn wiha dibêje; “Rêkûpêkiya pêvajoya hilbijartinên serokomariya Tirkiye balkêşe û cihê xîretê ye.”

Li rexmê hemû ew zilma ku axayê wî Erdogan li kurdan dike jî, Sekreterê Yekgirtû Behadîn di peyama xwe de bi gotinekê jî behsa kurdan nekiriye. Herwiha ji Erdogan nexwest ku di pênc salên li pêşiya me de siyaseta xwe ya beramberî gelê kurd di berçavan re derbaz bike heta ku zemînê şer cihê xwe ji guftigo û aşîtiyê re bigire.

Kesên qaşo serkirdeyên kurd in, yên başûrê Kurdistanê pîrozbahiya hilbijartinê li kê kirin?

Li Erdoganê ku li bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê 20 hezar endam û alîgirên HDP û kurdên welatparêz jiber sedemên cûda yên siyasî xistine girtîgehan, pîroz kirine.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 mehin hatiye şidandin û bi tu awayî nehiştine agahî ji Rêber Apo bên girtin û hevdîtinên malbat û parêzeran pêre bên kirin.

Ew Erdoganê ku bi sedan kîlo metreyan xaka başûrê Kurdistanê dagir kiriye û zêdetirî 50 nuqte û baregehên leşkerî li ser ava kirine. Bi berdewamî û bê navber bi balafirên şer û balafirên bê mirov yên bi çek (SİHA) van herêmane bombebaran dike ku salane ji ber van êrîş û bombebaranên bi fermana Erdogan xelkê sivîl yê başûrê Kurdistanê û kurd şehîd an jî birîndar dibin.

Erdogan li rojavayê Kurdistanê bajarên Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî dagir kirine. Ji van bajarê hatine dagirkirin nêzîkî 400 hezar kes koçber bûne û bi hezaran jî şehîd û birîndar bûne. Niha jî bi şev û roj, bê navber, gund, bajarok, qeza û bajarên rojavayê Kurdistanê bê navber tên topbaran û bombebaran kirin.

Erdogan li rexmê van hemû kiryarên xwe hîn jî ji xwîna kurdan têr nebûye. Lewra Erdogan niha bi welatên Ewrûpa û Rojhilata Navîn, bi taybet welatên dagirkerên Kurdistanê re di nava hewildanan de ye ku weke peymanek din ya Lozanê li dijî gelê kurd di navbera xwe de bidin îmzekirin.

Li rexmê van zilm, sûc û kiryarên Erdogan jî, li başûrê Kurdistanê hinek alî û qaşo serkirdeyên kurd  Erdogan weke serok û rêberê xwe dibînin. Ev nêzîkatiya xwe qet ne veşartine û bi aweyek zelal û aşkere di medyayên xwe de nîşan dane.

Endama Mekteba Siyasî ya Bizûtneweya Îslamî çavê xwe ji van hemû rastiyên Erdogan û desthilata wî digire, bi bikaranîna ol xelkê başûrê Kurdistanê dixapîne û dibêje; “Gelê Tirkiyeyê dengê xwe da ew serokê misilman ku parastina rastî ya gelê misilmanên Tirkiyeyê dike.”

Herwiha li başûrê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku her du pismamên hevin, Barzanî ne û PDK’yî ne, hîn encamên dawî yên tûra duyemîn ya hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê nehatibûn ragihandin, bêyî ku ji Erdogan bixwazin di pênc salên bên yên serokatiya xwe de di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de pêngavên şênber bavêje, bi dilekê xweş tenê ew pîroz kir.

Medya û medyaya civakî yên PDK û partiyên îslamî yên başûrê Kurdistanê bi dilek kêfxweş û lezgîn serkeftina Erdogan ragihandin û ew pîroz kirin. Serkirde û kadroyên wan li dijî gelê kurd ketin nava şîrove û nîqaşên hilbijartinê.

Herwiha Serokê Giştî yê Bizûtneweya Îslamî Îrfan Ebdulezîz pîrozbahî li Erdogan kir û hêviya serkeftinê û hîn zêdetir ‘pêşkeftina Tirkiyeyê’ ya li ser asta navxweyî û navnetewî ji bo wî kir.

Lê li gel van hemû dengên li dijî gelê kurd jî, hîn  jî piraniya gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî siyaseta dagirkerî, qirkirin, faşîst û şerxwaz ya Erdogan’in. Lewra li dijî vê siyaseta qirker ya Erdogan gelê kurd yê birûmet û azadîxwaz , wê berxwedan û têkoşîna xwe ne tenê ji bo pênc salên li pêşiya me, heta ku dagirkerî û faşîst hebe wê bihêztir bike û bidomîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar