Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew piştgiriyê didin tifaqa hilbijartinê partiyên kurdan û got ku divê ev tifaq li hemû qadan pêk were
Partiyên kurdan ên wek HDP, DBP, Hereketa Azadî, Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK) û Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T) demek berê di çarçoveya tifaqa ji bo hilbijartina herêmî de deklerasyona hevpar aşkera kirin û tifaqa hilbijartinê ragihandin.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd jî bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da yekitiya partiyên kurdan û diyar kir ku divê tifaq li hemû qadên jiyanê yên kurdan pêk were.
Platformê di daxuyaniyê de bal kişand ser girîgiya yekitiya kurdan û ev tişt parve kir: “Em tifaqa di navbera partiyên kurdistanî ya ji bo hilbijartina heremî û sînerjiya tifaqa erênî pêşwazî dikin. Liv û tevgera kurdan ji bo yekitiya kurdan pêwîst e. Platform di vê demê de yekitiyê wekî hewcedariyeke jiyanî qebûl dike. Li Tirkiyeyê em her roj dibin şahidê girtina wekîl, hevşaredar û gelê kurd. Hêviya kurdan ji berpirsyarên siyasî heye ku hemû astengiyên li hember yekitiyê ji holê rakin û yekitiya kurdan mayînde bikin. Gelê kurd alîgerê yekitiyê ye. Berpirsiyariya yekitiyê jî dîrokî ye . Divê yekitî li hemû qadên jiyanê pêk were. Em wekî platformê hemû gavên ji bo yekîtiyê tên avêtin hem piştgiriyê didinê hem jî dişopînin.” AMED