PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Divê zagona bingehîn a zarokan hebe’

Endamê Komîsyona Mafên Zarokan û Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban got ku ji bo parastina mafên zarokan divê zagona bingehîn a mafên zarokan hebe. Kuçukbalaban diyar kir ku di sala 2018’an de 228 hezar û 616 zarok hatine darizandin û destnîşan kir ku ew bi tu awayî girtina zarokan rast nabînin

Li Tirkiyeyê 4 malên perwerdehiya zarokan hene. Lê li hêla din jî 7 girtîgehên zarokan hene. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, heta 31’ê cotmeha 2018’an jî 743 zarok tevî dayikên xwe girtî ne. Bi gişti zêdetirî 3 hezar zarok girtî ne. Di rewşeke wiha de serokê giştî yê AKP’ê Tayyî Erdogan ‘Stratejiya Reforma Darazê’ xist rojevê. Têkildarî mijarê endamê Komîsyona Mafên Zarokan û Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban axivî.

Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku li gorî daneyên rapora Wezareta Dadê ya 2018’an, 228 hezar û 616 zarok hatine darizandin û wiha domand: “Her çiqas di Stratejiya Reforma Darazê de der barê zarokan de hin guhertin hebin jî, dê pirsgirêkên heyî çareser neke. Ya din jî nediyare bê ka xalên hatin destnîşankirin dê çiqas bikevin meriyetê. Di belgeyên stratejiyên berê de jî hin planên guhertinan hebûn lê pêk nehatin. Sala 2018’an weke sala têkoşîna li dijî karkeriya zarokan hatibe ragihandin jî, lê dîsa jî hêjmara zarokên karker zêde bû.”

‘Welatên ku zarok lê girtî ne bi pirsgirêkin’

Kuçukbalaban da zanîn ku bi salane ew pêşniyar dikin ku ji bo zarokan zagon bên sazkirin û mafên wan bi van zagonan bên parastin. Kuçukbalaban wiha pê de çû: “Tu zagonên ku mafên zarokan diparêzin nînin. Divê zagona bingehîn a mafên zarokan hebe.  Tirkiye jî alîgirê Peymana Mafên Zarokan a Gerdûnî ye. Divê xweseriya zarokan esas bigire û mafên wan ên bingehîn biparêze û saz bike. Li welatekê ku zarok lê girtîne, divê pergala wê bê lêpirsîn.”

‘Girtina zarokan neraste’

Herî dawî jî Kuçukbalaban wiha got: “Em girtina zarokan bi tu awayî rast nabînin. Ji bo zarokên dayikên wan di girtîgehê de dibe ku şertên guncav bên amadekirin. Lê di dawiya dawî de ew der girtîgehe. Zarok heta 6 saliya xwe bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin. Di wê demê de jî ji mafên xwe yên tenduristî û perwerdehiyê bêpar dimînin. Dikarin heta 6 salan ceza bê taloqkirin an jî cezayê malê bidin. Divê li meclisê Komîsyona Mafên Zarokan bê avakirin. Ziman, bawerî, nijad, zayend û nasnameya zarok çi dibe bila bile zarok zarok e. Her zarok nêzîkatiya herî baş heq dike. Mafê wan e ku di şert û mercên herî baş de bijîn.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar