Wexta ku van gotinên dîwar, dorpêç, sînor, ambargo, tecrîd, qedexe û hwd. mirov dibihîze, hema mirov dibêje qey vana hemû ji bo gelê Kurdistanê hatine afirandin.
Jiber ku qasî dîroka nivîsî nîşan dide, hema ji Peymana Qesra Şîrîn a 1639’an ve Kurdistan tê parçe kirin û heta îro dewam dike. Piştî vê parçekirina di navbera Îran û Osmaniyan (Tirkan) de, bi Peymana Lozan a 1923’yan jî vê carê di navbêna Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Sûriyê de hat parçe kirin. Di encamê de 4 sînor hate danîn di nava dilê Kurdistanê de.
Êdî her dewletê li van sînoran, li goreyî şert û mercên xwe, ew amûr û şêwaz dan xebitandin. Hinekan mayin danîn, hinekan rê û xendek vekirin û sîmên elektrîkên danîn. Jixwe her çar dewletan jî bi giranî qereqol û vê dawiyê jî li himber Tevgêra Azadiyê qeleqol jî ava kirin.
Lê heta par jî li ser sînorê Başûr û Rojhilat dîwar û xendek tune bûn. Belê nuha em dibînin êdî li van sînoran jî dest bi danîna dîwaran û kolana xendekan tên kirin.
Bi giranî li ser sînorê Bakur û Rojava, mayin, rêyên maşînên leşkerî, elektrîk û piştî Şoreşa Rojava hinek dîwar jî hatin danîn.
Lê belê yê herî balkêş yek; kolandina xendekên navbêna Başûr û Rojava bûn ku di bin guvaş û fermana dewleta tirkiyê de, ji aliyê “kurdan” PDK ve ev karê rûreş hat kirin. Dudu; danîna dîwar û kolandina xendekên navbêna sînorên Bakur û Rojhilat ji aliyê dewleta tirkan ve ye. Ya balkêştir û sosretir jî; sedemên danîna van dîwar û kolana van xendekên dawî, çûnhatina koçberên phakistan, Efxanistan û hwd. nîşan didin.
Na xêr, sedema bingehîn û sereke, xurtkirina dewama parçebûna Kurd û Kurdistanê ye. Bi taybetî jî li dijî pêşkeftin û destkeftiyên giştî yên vê serdema dawî yên Tevgêra Azadiya Kurdistanê ye. Ji bo têkiliyên gelê Kurdistanê ji hev qutkirî bihêlin.
Heta nuha di raya giştî ya cîhanê de, li ser mijara dîwaran behsa Dîwarê Berlînê, diwarê navbêna Meksika û DYA’yê pir derdiketin ber çavan. Lê vê gavê yê herî derketiye pêş raya giştî û rojeva dewletên mêtinger Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyeyê dîwar û xendekên navbera parçeyên Kurdistanê ne.
Yê herî li pêş jî û weke keleman dikevin çavên mirovan, bi taybetî jî heke mirov bêje “dikevin nava dilê gelê Kurdistanê” ne şaş e, dîwarê ku nuha bi fermana dewleta AKP-MHP’ê ve, ji aliyê dewleta Iraqê û PDK’ê tê danîn Dîwarê navbêna Şingalê û Rojava ye!
Erê êrîşa van dewletan û xiyaneta kurdan a li ser gelê me yê êzîdî, resen e û wateya wê kûr e. Lêbelê êrîşek bi tevayî li ser deskeftî û rumetên gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiyê heye. Lewma divê ev êrîşên piralî, bi gelemperî werin şîrovekirin û li goreyî wê helwest werin dayîn û amadekarî werin kirin.
Ma mirov dikare êrîşa li ser Rêbar Apo û ewqas sal ew tecrîda giran a Imrali cuda bibîne. Jixwe divê bi bingehîn ev tecrîda li ser Rêber Apo baş were naskirin, daku têkildariyên hemû êrîşên din jî baştir werin zanîn.
Her wiha dorpêç/ambargoya li ser Mexmûr, Şingal, Qadên Parastina Medya, Şêxmeqsûd-Eşrefiya Helebê, Hesekê û bi giştî êrîşên li ser Rojava û hwd.ma hemû ne bi hevdu ve girêdayî ne?
Ji alîkî ve divê ev sînor, dîwar, dorpêç, xendek û nexasim tecrîda giran a li Îmraliyê hemû bi hevre werin dîtin û şîrovekirin. Ji aliyê din ve, heman bi vêna ve girêdayî û ji vêna jî girîngtir, divê baş û baş ev hişmendiya hêja ya ku heye were xurtir kirin; ev jî; ew sînor û dîwarên di mejiyan de hatibûn xerakirin, êdî li şûna wê bi viyanek ji pola û bi ruhê yekitiya netewa demokrat, xebatek avaker a bi hêztir were pêşvexistin û bilind kirin.
Heke di vê çarçovê de tevgêr were meşandin, di serî de ew tecrîd û plangeriya navdewletî ya Îmraliyê, her wiha planên dewama projeya Sykes-Picot, bernameyên parçekirina Kurdistanê, peymana/Fermana Şingalê ya 9’ê Cotmeha 2020’an û pêve girêdayî danîna dîwaran û hwd. nikarin bi serkevin û di encamê de têkdiçin.