Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Dixtora Mexmûrê banga lezgîn li NY û saziyên mafên mirovan kir

Dixtor Medya ku ji salên 1993’yan ve xizmeta tenduristiyê dide gelê penaber Mexmûrê li dijî ambargoya liser wargehê nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Pêwîste siyaset bandorê liser tenduristiyê neke.” Medya bang li Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên mafên mirovan ên navnetewî jî kir ku ji bo dawîanîna ambargoyê berpirsyariyên xwe bicîh bînin

Dixtor Medya ku ji salên 1993’yan ve xizmeta tenduristiyê dide gelê penaber û niha jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) vê xizmeta xwe didomîne. Dixtor Medya derbarê ambargoya liser Mexmurê û astengkirina nexweşên giran ji bo çûna Hewlêrê de, ji Rojnews re axivî.

Dr. Medya diyar kir ku Wargeha Penaberan a Mexmûrê dibin sîwaneya Neteweyên Yekbûyî (NY), Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ye, lê bêberpirsyariyek heye û wiha got: “Ji bo gelê wargehê heta demekê berpirsyartiyên xwe bicih dianîn, lê di van demên dawî de, pêk nayînin.   Piştî ku DAIŞ’ê êrîşî vê herêmê kir, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hikumeta Iraqê destê xwe ji herêmê kişandin. Ji wê rojê heta niha pêwîstiyên gel yên di beşa tenduristiyê de weke derman, anîna erzaq, dayîna perwerde, parastin û hwd, pir lewaz bûn. Di heman demê de ev cara sêyemîne ji aliyê dewleta Tirk ve bi balefirên şer êrîşî ser wargeha Mexmûr tê kirin, Hikumeta Navendî ya Iraqê, Hikumeta Herêma Kurdistanê û her wiha Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî vê bêdengin û bê helwest mane.”

‘Jiber astengiyê 2 jinan zarokên xwe winda kirin, apantiza nexweşekî teqiya

Medya destnîşan kir ku bi taybet piştî çalakiya ku li bajarê Hewlêrê çêbûyî, ji aliyê PDK’ê ve rê li çûyîn û hatina gelê wargeha Mexmûrê hatiye girtin, ev rêgirtin bandorek neyînî li ser nexweşên li wargehê çêkiriye û têkildarî mijarê ev zanyarî dan: “Ji ber ku gelek nexweşên giran hene ku em nikarin li vêderê tedawiya wan bikin, em berê wan didin Hewlêrê. Lê bi girtina vê rêyê re nexweşên lezgîn, ji nîvê rê tên zivirandin. Ev jî dibe sedema xeteriya jiyana wan kesan. Çend roj beriya niha du jinên ducanî ku pêwîstbû biçûna nexweşxaneyên Hewlêrê, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve li saytereya bi navê Zûrka ve hatin rawestandin û bi hincetên vala ku ti bingeha wan tineye, hatin zivirandin. Bi vê zivirandinê re pitikên wan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha nexweşeke din ku nexweşiya apantîzê pê re hebû û pêwîstbû biçûya Hewlêrê, ew jî di seyterê de rawestandin û apantîza wî di zikde teqiya. Piştre destûr dan ku biçe nexweşxaneyê.”

Banga lezgîn

Dr. Medya di dawiya axaftina xwe de xwest ku tenduristî nekeve bin bandora siyasetê û ev bang kir: “Banga min bi taybet ji bo UNHCR, doxtorên sînornenas û saziyên peywendîdar yên ku alîkariya mirovî dikin, herwiha ji bo sazî û destgehên mafê mirovan yên ku xwe wek demokrat didin pêş û xwe weke mirov dibînin eve; pêwîste li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Ji bo ku ev rewşa ambargoyê ya li ser gelê wagehê bê derbaskirin, rojek ji roja din zûtir dawî li vê rewşa xirab bînin.”MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar