Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Dixwazin bi tunekirina ziman kurdan qir bikin

Komeleya Lêkolînên Kurdî derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkayên tunekirina zimanê kurdî û banga xwedî derketina li ziman kir

Navenda Nûçeyan

Komeleya Lêkolînên Kurdî, derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Civîn li avahiya komeleyê ya li navçeya Fatîha Stenbolê hat lidarxistin û rêveber û mamosteyên komeleyê beşdar bûn.

Zimanê zikmakî hefizaya civakan e

Di civînê de ewil hevserokê komaleyê Eyyup Sûbaşi axivî û bal kişand ser giringîya zimanê zikmakî û wiha got: “Ev sed sal e li ser zimanê kurdî polîtîkayên qirkirinê pêk tên û ew polîtîka hîn jî berdewam in. Zimanê zikmakî hefizaya civakan e. Bi polîtîkayên qirkirinê tê xwestin kû ew hafiza bê tûnekirin. Her wiha dixwazin zimanê kurdî û girêdayî li ser navê kurdî çi hebe bê tunekirin. Ez bang dikim ku gelê me li her her dera jiyanê li zimanê xwe xwedî derkeve û biaxivin.”

Mezinkirina zarokan perwerde bingeha hînbûnê ye

Endama rêveberîyê û mamosteya komeleyê Aysel Tabak jî bal kişand ser girîngiya rojê û wiha got: “69 sal berî di 21’ê Sibatê de ciwanên bengalî ji bo hewla qirkirina li ser zimanê xwe daketin qadan û gelek ji wan ciwanan ji ber ku daxwaza mafê xwe yê zimanî kirin, hatin qetilkirin. Lewma jî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî di mijdara 1999’an de 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ragihand û Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî bi kêfxweşî pêşwazî li vê biryarê kir.”

Tabak axaftina xwe wiha domand: “Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di biryara xwe ya jimara A/RES/61/266 de bang li dewletên endam dike ku ‘Piştgiriya hiştin û parastina hemû zimanan bikin ku ji hêla gelên cîhanê ve tên bikaranîn’. Her wiha daxuyanîya ku UNESCO’yê îsal ji bo 21’ê Sibatê belav kiriye, tê de hatiye gotin ku ‘Perwerdeya li ser zimanê yekem yan li ser zimanê dayikê divê ji salên zû dest pê bike. Çinkû mezinkirina zarokan û perwerde bingeha hînbûnê ye.”

Tabak anî ziman ku bi avabûna komara Tirkîyeyê re hewlên qirkirina fîzîkî û zimanî li ser gelên ku li Tirkîye û bakurê Kurdistanê dijîn, dest pê kiriye û tevî komkujiyên ku desthilatdarên Tirkiyeyê li ser gelê kurd û gelên din çêkirin, nekarîn gelê kurd û gelên din ji hêla fîzîkî ve ji holê rakin.

Tabak destnîşan kir ku desthilatdarên Tirkiyeyê hewlên xwe yên qirkirina zimanî û çandî xurtir kirine û her wiha îro ji ber van polîtîkayên qirkirinê ji bilî zimanê kurdî zimanên din ên netirkî hatine astekê ku dikin biqelin.

Tabak destnîşan kir ku ji ber nekarîn zimanê kurdî tine bikîn bi polîtîkayên taybet kurdî kirine hedef û wiha berdewam kir: “Di çarçoveya vê qirkirina zimanî de desthilatdarên Tirkiyeyê her roj êrişî zimanê kurdî dikin û dixwazin wisa bikin ku kurdî di qada giştî de neyê axaftin, dixwazin kurdî bixin nav çar dîwarên malê û di wir de derbeya xwe ya dawî li kurdî bidin û bi vî awayî zimanê kurdî jî qir bikin. Peyman, girêbest û dokumantên navneteweyî polîtîkayên bi vî rengî wek qirkirina çandî bi nav dikin û di wan belgeyan de tê gotin ku qirkirina çandî cureyekî din ê qirkirinê ye. Ji ber vê yekê jî îro peywireke exlaqî, mirovî û welatperweriyê ye ku em nehêlin ev qirkirina çandî bi ser bikeve. Pêwîst e her kurdek îro vê pirsê ji xwe bike: ‘Gelo em dixwazin ev qirkirina çandî ya dijmirov û dijkurd bigihîje armanca xwe ya qirêj’. Bersiva hemû kurdan bêguman ‘Na’ ye. Lewma jî ji bo ku em zimanê xwe ji vê qirkirinê rizgar bikin, divê em wek gelê kurd bibin yek û bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin û hînî zarokên xwe bikin. Eksa vê yekê xizmetkirin e ji qirkirina zimanî re.”

Banga bidawîkirina polîtîkayê qirkirinê

Tabak axavtina xe bi van gotinan qedand: “Bi boneya vê rojê em wan hemû ciwanên bengalî û qurbanîyên rêya zimanê kurdî û zimanên din ên cîhanî bi rêzdarî bi bîr tînin û soza berdewamî û serxistina rêya wan dubare dikin û em li vir careke din bangewazîyê li desthilatdarên Tirkiyeyê dikin ku dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin.”

Piştî Tabak, mamoste û rêveberê komeleyê Sîpan Haco ji daxuyanîyê bi zaravayê zazakî xwend. Pişti daxuyaniyan beşdar li çepikan dan û dawî li civîna xwe anîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar