Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Dixwazin çand û zimanê kurdî ji holê rakin

Ji bo danasîna ziman û çanda kurdî li Marsîlyayê ‘Forûma zimanên li ber tunebûnê’ hate lidarxistin. Di forûmê de Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan got ku dagirkerên li Kurdistanê dixwazin ku çand û zimanê kurdî bi temamî ji holê rakin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ‘Forûma zimanên li ber tunebûnê’ hate lidarxistin. Forûm li Kompleksa Çandê ya li taxa Belle De Mai pêk hat. Di forûmê de çand û zimanê kurdî hate nasandin. Nivîskar, rexnegir, wergêr û lêkolînerê kurd Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan di forûmê de li ser çand, ziman û dîroka kurd pêşkêşvanî kir.

Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan anî ziman ku welatên ku mafê jiyanê yê kurdan talan kirine, kurdan weke barbar dibînin û xwe jî weke modern dibînin. Aydogan diyar kir ku kurdan li dijî polîtîkayên înkar, komkujî û asîmîlasyonê heta niha hebûna xwe parastiye û wiha domand: “Di bin navê modernbûnê de tirkî, erebî û farisî di serdema heyî de li zarokên kurd tên ferzkirin.”

Bêdengiya welatên Ewropayê

Aydogan bi lêv kir ku kurdan ji bo hemû mirovahiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û wiha derbirî: “Jinên kurd tev li vê têkoşînê bûn. Piştî ku DAIŞ hate têkbirin, gelek welatên Ewropayê li pêşberî pênaseya ‘terorê’ ya ku Tirkiye li dijî kurdan bi kar tîne, bêdeng man. Vê jî têrê nekir, Efrîn dagir kir. Niha li Efrînê zarok ne bi zimanê xwe lê bi zimanê tirkî tên perwedekirin. Her sibeh neçar tên hiştin ku bêjin, ‘bila hebûna min diyarî hebûna tirkan be.’ Dixwazin çand û zimanê kurdan tune bikin.”

Wênevanê kurd Dogan Boztaş ê li Marsîlyayê ye jî pêşangeha xwe ya wêneyan nîşan da. Her wiha fîlmê derhênerê kurd Garîp Çelîk ê li ser jiyana Cemîle Çagirga ya 10 salî ku li Cizîrê ji aliyê hêzên artêşa tirk ve hatibû qetilkirin, hate nîşandan. Hunermendên TEV-ÇAND’ê konsereke biçûk dan beşdaran. MARSÎLYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar